Rojnameya Heftane

Dîsa û ji nû ve Mem û Zîn

Vaye rojnameyeke din a kurdî alaya ku ji rojnameya kurdî ya yekem; Kurdistanê wergirtî, li ezmanên welat li ba dike. Em yeqîn dikin, wê weke Hetawê şewq û rohaniyê bide derûdora xwe. Wê stêra me ya geş a Gelawêjê be û di şevên bêyî hêvî de em ê hewya xwe pê bînin. Wê beriya herkesî xwe bigihîne

Hawara gelê xwe. Wê cehdê bike; helbet bi cehda xwe wê miradê jî bi destê xwe hasil bike.

Di vê dem û dewranê de, dewletên herêmî û hêzên mezin ên cîhanî ku weke keftaran bi goştê canê vî welatê parçekirî ketine, XWEBÛN wê bi Ronahiya xwe bibe meşaleya qetidandina van qîlbixwînan.

Çi navekî xweş e ne; XWEBÛN. Ma ne ji ber ku di herka dîrokê de kurd nebûn ên xwe hatin qirkirin. Ma ne ji ber ku bûbûn dij-xwe ji rastiya xwe direviyan. Ma ne ji ber vê rewşa ji ketîtiyê jî ketîtir bû, welatê me bûbû parçe û dagir.                          

Helbet yên li dij-me ne tu carî naxwazin bibin em bibin ên-xwe heta îro wisa lê hatiye ku naxazin em weke kole û bindest jî he-bin. Dixwazin me qirr bikin û tune bikin. Îcar li dijî vê ‘atîkurdîzmê’ ‘kurdîzmeke’ xas divê. Xwebûn divê. Ev ‘kurdîzm’ di nav deryaya reng û dengan de jiyana bi aheng lê bi reng û dengê xwe ye.

Helbet di nav gelê kurd de ewladên wî yên xas hebûn û hê jî hene. Di nav vî gelê qedîm de tu carî maqûl û rewşenbîr kêm nebûne. Û helbet destpêkê evanên xas bi êşa dij-xwe-bûnê dikevin. Pêşî ew dixwazin civak bibe; ê-xwe. Êşa wan ji van re dibe sermiyan û pê dilorînin, dinehwirînin, distrên, dibêjin, dinivisînin û nîşan didin.

Di vê rêwîtiya dijwar de jî herî zêde ew in, yên tehdeyê dibînin. Helbet ne muptelayê êşê ne û dixwazin xwe ji wê êşê xelas bikin. Lê ji ber ku ji bo serbestiyê çavên xwe kutane bala û bilindahiyan û ji wan deran bi çavên eyloyan li asoyê dinêrin, ew bayê serbestiyê ku li bin per û baskê wan dixe dilê wan ê ji êşê sincirî hênik dike.

Îcar piştî ev qas galegalan, êdî wext e ku ez behsa eyloyekî ji wan eyloyan bikim. Em îro roj jî hewl didin bi nivişt û berbejnên ku me ji şîretên wî çêkirine vê rêwîtiyê dewam bikin.

Ev eyloyê ku hê jî dengê wî li ezmanê welat olan dide Ehmedê Xanî ye. Ehmedê Xanî yek ji wan kesên pêşîn e ku bi êşa parçebûna welatê xwe hesiya. Û bi gotina cenabê wî, wî ji xwe re evîna Mem û Zînê kir bahane da ku kurd tifaqa xwe çêbikin û xwe ji bin-destiyê xelas bikin. Sînoran hêj ji wê demê ve qebûl nekin.

Di vê serdema hanê de jî ev par-çebûna hê ji wan wextan, nahêle ku em bibin ên-xwe. Dij-me jî ji ber vê yekê li ser qedera me hûkmê didin. Ji rojnameya me ya yekem Kurdistanê vir ve di vê nivîsê de min navê çendîn weşanên me yên din jî zikir kirine – helbet weşanên kurdî bi van bi tenê bi sînor nebûn lê melûm e mirov nikare hemûyan jî di nivîsekê de rê bike-, heta xwe gihandiye Welat û bi Azadiya Welat(ê Me) ji xwe re kiriye destûr, di nushaya xwe ya yekem de cih dane vê qîrîna Ehmedê Xanî yê nemir. Bêyî îstîsna di hemû weşanên me de Ehmedê Xanî û Mem û Zîn hene.

Lê helbet tu tişt weke berê namîne, di nav demê de li xwe kêm û zêde dike. Mem û Zîn jî weke berê nabe ku bimînin. Li gorî ruhê vê demê, xwendineke nû divê, lêgerînên nû divê.

Ma ne kesên bigerin wê bibînin jî. Naskirin û hezkirineke nû divê. Ji nû ve û dîsa nivîsandina Mem û Zînê divê. Gihiştin divê. Şadbûn divê. Azadî divê û Welat divê. Ma ne her evîn encax di hêlîna xwe de geş e. Wê demê bi ilm û zanîna eyloyê li nav deryayeke, li ser giraveke di qefesê de esîr; Xwebûn divê.