23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DÎSK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir

Emîne Şenyaşar a ku hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, çalakiya xwe ya ji bo edaletê dewam dikin.

Nûnertiya Herêma Amedê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) serdana Malbata Şenyaşar kirin.

Nûnerê DÎSK’ê yê Amedê Hasan Eroglû di dema serdanê de axivî û ev tişt anî ziman: “Li hemberî malbatê bêhiqûqî û bêwijdaniyeke mezin heye. Yên ku bi pêkanîna edaletê wezîfedar in, daxwaza malbatê bi cih neanîn. Êdî bes e ji vê bêedaletî û bêhiqûqiyê re. Divê daxwaza malbatê bi cih binîn. Daxwaza malbatê daxwaza me ye. Em dixwazin edalet bi cih bê anîn.”

Heyetê demekê bi malbatê re nobed girt.