19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Divê Amerîka Rêveberiya Xweser nas bike’

Komîsera Desteya Azadiya Olan a Navneteweyî ya Amerîkayê Nadine Maenza ya çend roj berê hatibû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi rayedarên Rêveberiya Xweser, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî yên li herêmê rêzehevdîtinan dike.

Nadine Maenza bang li hikûmeta Amerîkayê kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas bike û diyar kir ku ev gaveke baş e ji bo çareseriya li Sûriyeyê.

Maenza ya hevdîtinên xwe yên li herêmê didomîne, têkildarî encamên rapora Desteya Azadiya Olan a Navneteweyî ya Amerîkayê ya der barê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ku piştî hevdîtinên xwe yên yekemîn radestî hikûmeta Amerîkayê kiribû û pêşeroja têkiliyên her du aliyan pirsên Ajansaya Nûçeyan a Hawarê (ANHA) bersivandin.

Pêşniyarên desteyê

Komîser Nadine Maenza destnîşan kir ku dema wê di mijdara 2019’an de serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye, li azadiya olî, wekheviya di navbera her du zayendan de û projeya Rêveberiya Xweser matmayî maye û wiha domand: “Me di rapora xwe ya nîsana par de hin pêşniyar pêşkêş kirin û di nav pêşniyaran de banga Amerîkayê ya ji bo vekişîna dewleta tirk ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên dagirkirî hebû. Li ser vê yekê me pêşniyar pêşkêşî DYA’yê kir ku bi awayê siyasî bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî hikûmeteke rewa û herêmî têkilî deyne û rêxistinbûna Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berfireh bike.”

Desteka li Whashingtonê

Maenza diyar kir ku her wiha wan pêşniyar kiriye ku Rêveberiya Xweser li gorî biryara Neteweyên Yekbûyî (YE) ya 2254’an tev li hemû nîqaş û çareseriyên siyasî yên li Cenevreyê bike û wih got: “Destekdayîneke zêde heye û me li Washingtonê bersiveke baş wergirt. Gelek kes jî tev li van pêşniyaran bûn. Gelek endamên Kongreya Amerîkayê dît ku ev rêbaz ji bo bipêşxistina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Gelê herêmê hêja ye ku bi awayê siyasî bê naskirin, hêja ye ku hikûmeteke wan hebe û ji aliyê navneteweyî bi awayê siyasî bê nasikirin.”

Maenza anî ziman ku pêşniyarên wan pêşkêş kirine encamên dan û standinên bi welatiyên li herêmê re ne û welatyan diyar kiriye ku ev pêşniyar ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê çareseriya herî baş e, ji lewra wan jî ev pêşniyar pêşkêş kirin ku hem ji bo Deweletên Yebûyî yên Amerîkayê (DYA) û hem ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê baş û bi sûd in.

‘Rêveberiya nû têkiliyan berfireh dike’

Komîser Maenza bi bîr xist ku beriya niha dema hikûmeta DAY’yê serdana herêmê dikir Rêveberiya Xweser paşguh dikir û xebata wê tenê bi HSD’ê û rêxistinên din re bû û wiha pê de çû: “Yek ji pêşniyarên sereke yên ku Desteya Azadiya Olan a Navneteweyî ya Amerîkayê pêşkêş kirine, ew bû ku hikûmeta DAY’yê têkiliyên xwe yên bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojilatê Sûriyê re berfireh bike. Niha em dibînin ku rêveberiya nû têkiliyên xwe bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê berfireh dike û rasterast pê re kar dike. Jixwe ev bû ya ku me hêvî dikir.”

‘Çîn, Rûsya, Tirkiye û Îran ji projeyê bi fikar in’

Meanza têkildarî polîtîka û helwesta dewletên Çîn, Rûsya, Tirkiye û Îranê jî nêrînên xwe anîn ziman. Maenza diyar kir ku ev dewlet wek wan nafirikin, li nav sînorên xwe azadiyê naxwazin û wiha bi lêv kir: “Di rastiyê de ew azadiyê wekî gefekê ji bo xwe dibînin. Ew ji projeya li Rojhilata Navîn û projeya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi fikar in ku li ser bingeha azadî, wekheviya di navbera her du zayendan de ye, azadiya olî heye.”

‘Sûcên dewleta tirk hatine belgekirin’

Maenza destnîşan kir ku dewleta tirk Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kiriye û li dijî kêmneteweyên olî, etnîkî, kurd, şûnarên dîrokî û jinan sûcên hovane dike û wiha dawî li axaftin xwe anî: “Gelek aliyan ev kiryarên hovane belge kirin. Ev sûc li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hatin kirin. Li Washingotinê gelek guhartin çêbûn û dewelta tirk nikare beriya du salan piştgiriyê bigire. Ez bawer im ku rewş hêdî hêdî diguhere. Helbet wê ev guhertin bandorê li dan û standinên hikûmeta Amerîkayê û herêmê bike.”