spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Divê bi lezgînî kongre çêbibe’

Komxebata ku ji aliyê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-Rojava ve hate birêxistinkirin, piraniya partiyên kurdî yên li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rêxistinên civakî, sivîl, rêxistinên jinan û rêxistinên ciwanan beşdar bûn.

Komxebata ku bi dirûşmeya ‘Bi yekitiya neteweyî em ê dagirkeriyê têk bibin û rê li şerê navxweyî bigirin’ dest pê kir ji du beşên sereke hat birêxistinkirin. A yekemîn xeteriyên Tirkiyeyê ya li ser Kurdistanê bû. Sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (PDKS) Cemal Şêx Baqî û endama rêveberiya desteya rêveber a KNK-Rojava Ebîr Hesab di vê beşê de pêşkeşî kirin. Di beşa duyemîn de jî helwesta kurdî ya di vê qonaxê nîqaş kirin. Endama Desteya Hevserokatiyê ya PYD`ê Foza Yûsif û parêzer Fadil Mûsa axivîn. Em li ser Komxebata KNK-Rojava bi rojnamgerê Rojava Ekrem Berekat re axivîn.

ENKS beşdarî komxebatê nebû

Rojnameger Ekrem Berekat destnîşan kir ku komxebat ji aliyê komiteya KNK’ê ya Rojava ve li bajarê Qamişlo yê girêdayî herêma Cizîrê hat lidarxistin û wiha axivî: “Armanca sereka ya vê xebatê ew bû ku helwesteke giştî li beramberî dewleta tirk a dagirker bê pêkanîn û di heman demê de ji bo ku şerekî navxweyî di navbera gelê kurd de neyê qewimandin. Di çarçoveya li beramberî vê çawa bê sekinandin de xebat hatin meşandin.”

Ekrem Berekat da zanîn ku vexwendname ji hemû partî, rêxistin û saziyên li rojavayê Kurdistanê re hat şandin û wiha got: “Lê weke her carê dîsa partiya ENKS’ê beşdarî vê komxebatê nebû. Jixwe ev jî ji aliyê kesên ku beşdarbûyîn ve hat rexnekirin û diyar kirin ku ji vê helwestê tê xuyakirin ku heta niha Encûmena Niştimanî ya Kurdî helwesta xwe li beramberî dewleta tirk a dagirker diyar nekiriye. Di heman demê de beramberî ku şerekî navxweyî derkeve jî bê biryar e. Ev yek jî xizmeta dewleta tirk ya dagirker dike.”

Berekat di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku êrîş û xeteriyek pir mezin a Tirkiyeyê li ser gelê kurd heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Armanca Tirkiyeyê ew e ku gelê kurd tune bike, hebûna gelê kurd û destkeftiyên gelê kurd ên di van salên dawiyê de hatin qezenckirin tune bike û ji holê rabike. Tişta ku di vê de hate xuyakirin dewleta tirk çi destkeftiyên gelê kurd li ku hebe wê derê hedef digire û niha şerê dewleta tirk ê ku li başûrê Kurdistanê dimeşîne şerekî ji bo dagirkeriyê ye. Bahaneyên dewleta tirk ku divê ev şer li diji PKK’ê ye ne rast in. Dewleta tirk hebûna gelê kurd giştî hedef digire û pêwîst e gelê kurd li dijî vê bê helwest nemîne. Ji ber ku dewleta tirk dixwaze başûrê Kurdistanê dagir bike û berê xwe bide herêmên din ên weke rojavayê Kurdistanê û wir jî dagir bike. Armanca Tirkiyeyê tenê ne partiyek e, ne hêzek e armanca wê tevahî gelê kurd e û destkeftiyên gelê kurd e.”

Dê biryar bê nîqaşkirin

Ekrem Berekat der barê nîqaş û nirxandinên ku di komxebatê de hatine kirin jî ev agahî dan: “Di komxebatê de mijara herî sereke ew bû ku pêwîst e di vê demê de çi bê kirin. Bi giştî nirxandinên ku hatin kirin, nêrîn û pêşniyarên hatin dayin ew bû ku divê gelê kurd helwesta xwe diyar bike. Hemû hêzên kurdî divê li beramberî êrîş û dagirkeriya dewleta tirk bê helwest nemînin û sekna xwe diyar bikin. Pêwîst e bi rengekî lezgîn jî kongreyeke neteweyî bê lidarxistin. Ji bo ku stratejiya gelê kurd bê diyarkirin û di heman demê de hebûna gelê kurd, çand û zimanê gelê kurd bê parastin. Ew hêzên ku ji yekitiyê direvin werin dawetkirin ku ji bo gelê kurd helwesta wan jî bê aşkerakirin.”

Berekat, da zanîn ku piştî komxebatê wê hinek pêşniyaran bigirin û li gorî wan pêşniyaran jî komîteyekê ava bikin. Ev komîte dê der barê helwest û biryarên ji komxebatê derketin, bi hêzên başûrê Kurdistanê re nîqaş bikin.

‘Hinek ji yekitiyê direvin’

Ekrem Berekat herî dawî li ser girîngiya komxebatê ev tişt got: “Xebateke di vê astê de pir girîng e ku di vê demê de hat lidarxistin. Demeke dirêj e ku herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastî êrîşan tê. Tirkiye 70 roj in êrîşî qadên başûrê Kurdistanê dike. Xebateke bi vî rengî wê girîngiya xwe ne tenê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dê li ser Kurdistanê giştî jî bike. Ji ber ku di vê komxebatê de pêwîst e hinek biryar û encamname derkevin. Van xalan jî wê bi hêzên kurdistanî re bên nîqaşkirin û helwesteke tund li dijî hêzên ku ji yekitiya neteweyî direvin û li dijî Tirkiyeyê bê helwest dimînin re bê nîşandan.”