23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Divê CPT û DMME bi erka xwe rabin

Metirsiya Kovîd-19’ê ya li girtîgehan, mafê darzandina adilane û parastinê, tecrîd û binpêkirina mafên li girtîgehan di rojevê de ne. Li aliyekî piraniya civakê li benda çareserkirina van pirsgirêkan e, li aliyê din ev pirsgirêk her diçe dijwartir dibin. Rojnameya me van mijaran bi rêveberê MED TUHAD-FED ’ê (Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hukumxwaran a Medê) û endamê komîsyona girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê parêzer Yûsûf Çaqas re gotûbêj kir

Li gor agahiyên der barê girtîgehan de, ji ber kêmasî û paşguhkirina bergiriyan, Kovîd-19 her diçe li girtîgehan belav dibe. Ji bo vê mijarê dikarî çi bêjî?

Niha beriya em vê mijarê binirxînin, divê em bi kurtî behsa pêvajoya Kovîd-19’ê ya ji meha adarê û heta roja me ya îro bikin. Despêkê dema li girtîgehan bergirî hatin wergirtin, me piştgirî da wan bergiriyên ji bo tenduristiyê. Divê li girtîgehan Kovîd-19 belav nebûya. Wek li gelek deverên cîhanê me destpêkê got divê hemû girtî û hikumxwar bêyî şert û şirût bi awayekî werin berdan. Me got ku metirsiyeke kûrewî, metirsiya şewbê heye; di van şert û mercan de mayîna girtiyan a li girtîgtehan ne rast e. Piştre ev daxwaz pêk nehat, hin tedbîr hatin wergirtin lê divê ev tedbîr veneguheziyana tecrîdê. Dema me li ser vê mijarê nîqaş dikir, helwesta giştî ya li ser mijarê ev bû; gotin ew ê tedbîran bigirin lê bi xemsarî nêzî vê mijara girîng bûn.

Destpêkê hejmara nexweşên bi şewbê aşkera dikirin. Daneyên girtî, hikumxwar û karmendên bi Kovîd-19’ê diketin digotin lê paşê me dît ku wezîr êdî dev ji van daxuyaniyan berda. Niha wezîr li ser vê mijarê daxuyanî nade lê em bixwe dizanin ku pêketiyên vîrûsê hene. Hem karmend hem jî girtî û hikumxwar bi şewbê ketine. Karmendên girtîgehan ji me re dibêjin lê der barê vê de daxuyeniyeke fermî tune ye. Em dikarin bêjin, li her derê heye. Em niha nikarin statîstîkek derxin û bêjin ku ewqas girtî û karmend bi şewbê ketine. Em dizanin ku bergiriyên heyî tevî ku vediguhezin tecrîdê jî nikarin pêşî li vê şewbê bigirin. Ev tişt li ber çavan e. Şewb gelek berbelav bûye. Êdî civak jî dizane nexweşî di çi astê de ye. Em dîsa tên serî, em dibêjin bergiriyên we pêşî li vê şewbê negirtin û nagirin. Çareseriya esas ev e ku divê girtî û hikumxwar ji ber şewba Kovîd-19’ê demildest werin berdan. Qanûna înfazê derket lê me dît ku ev negihîşt tu encamekê.

Piraniya van girtiyan, girtiyên siyasî ne yan ên edlî ne?

Piraniya wan edlî ne. Girtiyên sîyasî, pir kêm ji wan ji vê qanûnê îstîfade kirin.

Li ber destê we dane hene?

Li ber destê me hejmarek tune ye. Çawa jê îstîfade kirin?  Hin girtiyên temenê wan di navbera 15-18’an de bûn hatin berdan. Ji girtîgehên ku girtiyên siyasî li wan  in, ji her girtîgehê du-sê girtî hatin berdan û ji hin girtîgehan kesek jî nehat berdan. Çimkî li hin girtîgehan tenê hikumxwar hene, hikumxwarên kevn ên 20-25-30 sal in hatine girtin. Rewşa giştî bi vî rengî ye. Bi giştî dema em li rewşê dinêrin bandoreke erênî ya bergiriyan jî çênebû. Jixwe daxuyaniyên bi pîr û pergal jî nayên dayîn.

Di vê mijarê de pêşniyara te ji bo çareseriyê çi ye?

Pêşniyara min, çawa ku li gelek welatên din hatiye rojevê; hemû rêxistinên civakî yên sivîl pêşniyar dikin; malbatên hemû girtî û hukumuxwaran û her wiha civak dixwaze û diyar dike, divê girtîgeh ji ber Kovîd-19’ê bên valakirin.

Parêzer Ebrû Tîmtîk a bi daxwaza darazandina adilane ketibû greva birçîbûnê, canê xwe ji dest da û greva parêzer Aytaç Unsal jî hê didome. Hem wek parêzer hem jî wek sazî hûn ji bo vê rewşê çi dibêjin?

Di rewşên wiha de nêzîkatiya me ya giştî ji bo jiyandinê ye. Divê felsefeya me li ser jiyandinê be. Li hemberî hemû hişmediyên kuştin û tunekirinê helwesteke me heye. Li vê derê em behsa parêzeran dikin ku ji bo bi awayekî adilane bên darizandin xwe dane ber mirinê. Tenê ne ji bo xwe, ji bo hemû cavakê darizandina adilane dixwazin. Heger parêzer ji bo darazeke adilane bedena xwe didin ber mirinê, divê em bi rastî bizanibin ku pirsgirêka daraza adilane heye. Divê ev pirsgirêk bi lezgînî bên gotûbêjkirin û werin çareserkirin lê hevaleke me ya parêzer canê xwe ji dest da û rewşa hevalê me yê din jî ne baş e.  Divê teqez daraza adilane bê sazkirin.

Bila herin bi malbatên girtî û hukumxwaran re anketan çêbikin. Gelo wê çend kes bêjin bi adilane hatine darizandin? Bila vê pirsê ji civakê bixwe jî bikin. Dema em vana hemûyan tînin ba hev, mirov dibîne ku li holê pirsgirêkeke mezin heye. Cihê ku em ê li ser rê û rêbazên nû biaxivin û çareseriyê pêk bînin, her diçe rewşê xirabtir dikin û dixitimînin. Divê hiqûq ji bo civakê be.

Bi te vê rewşa niha û pergala hiqûqê ya heyî dikare bê domandin?

Rewşa niha nikare bê domandin. Çima? Te dî gelek darizandinên berê bi dek û dolaban, bi delîlên sexte, bi şahidên veşarî hatibûn kirin. Jixwe pergela hiqûqê nikare bi vî awayî bidome. Heger baweriya civakê ji daraz û hiqûqê nemabe ev pirsgirêka me ye. Esasên hiqûqê nayên bicihkirin. Divê herkes bi awayekî adilane bê darizandin. Mafên daraza adilane û parastinê yên herkesî ne.

Bi desthilata AKP’ê re hejmara girtîgehan zêde bû û hê jî tên çêkirin. Li gorî daneyên li ber destê we, çend girtîgeh, girtî û hukumxwar hene?

Nêzî 400 girtîgeh hene. Berî qanûna înfaza cezayan beriya pandemiyê nêzî 300 hezar girtî hebûn. 70-80 hezar kes hatin berdan. Niha zêdetirî 200 hezar mirov hê jî di girtîgehan de ne. Di 14 salên dawîn de 178 girtîgeh hatine çêkirin. Ev yek nîşan dide ku di warên darizandina adilane, mafê parastinê, azadî, ewlehiya kesan û azadiya wan de paşveçûneke berbiçav heye. Ez mînakeke şênber bidim. Di sala 2013’an de li gorî qanûna 911’an hemû xwepêşandan û meş ên bêyî tundiyê ne sûc bûn; îro jî daxuyaniyeke çapemeniyê dibe sûc û ceza tê birîn. Ji 2013’an heta 2020’an pergala hiqûqê guherî. Ji xeta azadîxwaz ber bi xeta ewlekariyê ve çû. Niha hiqûq li gorî pêvajoyê tê nirxandin. Hiqûq li gorî rewşê biguhere em nikarin behsa azadiya fikrî û nêzakatiyeke azadîxwaz bikin. Jixwe dozên li siyasetmedaran hatine vekirin sosret in. Siyasetmedar xwedî mafê rexnekirinê ye. Ev şerê di navbera xeta azadîxwaz û xeta ewlekariyê de ye. Wiha bidome wê hejmara girtî û girtîgehan hê jî zêde bibe.

Niha çend girtî û hukumxwarên bi nexweşiyên giran hene? Ji bo berdana wan xebatên we çi ne û divê ji bo vê gel, partiyên siyasî, saziyên sivîl çi bikin? 

Divê em mafên nexweşan û mafên tenduristiyê bi hev re binirxînin. Li gorî peymanên navneteweyî, destûra bingehîn û qanûnan, girtî tenê nikarin mafekî bi kar bînin; ji bilî mafê geşt û gerê xwedî hemû mafan in. Em rewşa girtîgehan û metirsiya Kovîd-19’ê bidin ber çavan, ne pêkan e girtî li girtîgehan bitendurist bimînin. Divê em qebûl bikin ku hemû kesên li girtîgehan nexweş in! Li girtîgehan şert û mercên bitendurist tune ne. Kî ne nexweşên rewşa wan giran? Ew nexweş in ku saziya tiba edlî rapora nikare di girtîgehê de bimîne daye wan. Saziya tiba edlî rapor daye gotiye ev kes nikarin li girtîgehê bimînin lê dadger dibêje ku heger ev kes derê wê bibe metirsî ji bo ewlehiya civakê. Ev jî heye, divê em bêjin gelo saziya tiba edlî raporan çiqas rast amade dike. Li gorî daneyên me nêzî 200 nexweşên nikarin li girtîgehê bimînin hene. Ji bilî van nexweşên rewşa wan giran, bi hezaran jî kesên nexweş hene. Ango bêyî gotûbêj li ser bê kirin, niha 200 kesên divê tavilê bên berdan hene. Divê êdî ev pirsgirêk bê çareserkirin. Dema nexweş diçin nexweşxaneyê û vedigerin girtîgehê, wan 15 rojan dikin karantînayê. Ji ber nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin, ji neçarî hevalek wan jî li ba wan dimîne. Nexweşên bi vî rengî hene ku saziya tiba edlî gotiye dikare li girtîgehê bimîne.

Yanî hûn dibêjin saziya tiba edlî biryarên adilane nade?  

Erê. Biryarên adilane nade. Hin hevalên van nexweşan hene, tevî ku metirsiya Kovîd-19’ê heye dîsa jî li ba van hevalên xwe dimînin.

Demeke dirêj e li ser Abdullah Ocalan tecrîd heye. Herî dawî bi telefonê bi malbata xwe re axivîbû. Gelek saziyên sivîl û partiyên siyasî dibêjin, yek ji sedemên pirsgirêkên heyî jî ev tecrîd e û heger tecrîd rabe gelek pirsgirêk dikarin bên gotûbêj û çareserkirin. Herî dawî CPT’yê jî der barê girtîgeha Îmraliyê de raporek belav kir. Tu ji bo vê mijarê çi dibêjî û divê çi bê kirin?

Divê ji aliyê hiqûqî û siyasî ve ev mesele bê gotûbêjikirin.  Girtî û hukumxwar divê hemû mafên xwe yên di çarçovaya qanûnan de bi kar bînin. Dema em birêz Abdullah Ocalan di çarçoveya hukumxwarek de binirxînin, mafê wî yê axaftina bi telefonê heye; mafê hevdîtina vekirî û girtî heye û mafê wî yê hevdîtina bi parêzeran re heye. Qanûnek taybet heye bêje birêz Abdullah Ocalan nikare van mafan bi kar bîne? Na tune ye. Yanî em bêhiqûqiyê nîqaş dikin. Nasnekirina van mafan bêhiqûqî ye. Divê em rapora CPT’ê jî di vê çarçoveyê de binirxînin. Di dawiya sala 2018’an de ji bo mafên qanûnî greva birçîbûnê hat kirin. Piştî demekê ev maf hatin dayîn lê piştre dîsa tecrîdê dest pê kir. Mafên girtî û hukumxwaran çi bin, ên birêz Ocalan jî ew in.

Dema hevdîtin pê re tên kirin, atmosferek germ û hêviyên çaresiyê çêdibin. Di 2013-2014’an de rewşeke wiha hebû. Bi her awayî bêhna hemû civakê derdikeve dema hevdîtin tên kirin. Em sazî û hiqûqnas tiştên nû nabêjin, ev hemû hatine gotin û gotûbêjkirin. Rewşa girtî û hukumxwaran ji rewşa derve ne bêrî ye. Her du bi hev ve girêdayî ne. Divê em li ser rejîma înfazaya cezayan bisekinin. Bi îzolekirin û tecrîdê nikarin tu encamê bi dest bixin. Rewşa girtî û hukumuxwaran pirsgirêka giştî ya civakê ye. Di vî warî de xwesteka civakê heye, divê ev pirsgirêk bên çareserkirin. Bi taybetî divê saziyên navneteweyî li ser van meseleyan bisekinin û bi hestiyar tevbigerin. Îro, pirsgirêkeke welatekî ya hemû cîhanê ye. Cîhan ne ya berê ye. Hemû pirsgirêk bi hev ve girêdayî ne. Li ku derê bêhiqûqiyek hebe, divê herkes dengê xwe li hemberî vê bilind bike.

Bi te saziyên navneteweyî rol û misyonên xwe tînin cih?  Bi taybetî ji bo rakirina tecrîdê û mafê darizandina adilane dikarin çi bikin?

Di demeke nêzîk de wê serokê Em hiqûqnas dibêjin ku DMME û CPT biryarên xwe naynin cih. Di rewşa heyî de helwesta saziyên navneteweyî pir qels e. Heger îro tecrîdek hebe, para CPT’ê jî heye. Dikare ji bo çareseriyê gav bavêje lê tiştek nake. Mesela heger hê jî Selahattîn Demîrtaş di girtîgehê de be, para DMME’yê jî di vê de heye. Danekirinên curbicur ên pêkneanîna biryarên DMME’yê hene lê pêk naynin.

Çima pêk naynin?

Dema hat em ê bibînin. Wê bi xwe vê meseleyê vebêjin. Heger kulîsên siyasî yên em di çapemeniyê de dibînin tune bin, wê rexneyên tund bikin; lê heger kulîsên wan hebin wê ev dîsa pêk neyê.

Amadekariya saziyên hiqûqê heye ji bo vê serdanê?

Me bi rêya çapemeniyê gelek caran bêmafî û bêhiqûqiyên heyî, lîsteyên girtiyên nexweş ragihandine. Jixwe haya van saziyan ji hemû pirsgirêkan heye. Saziyên sivîl qels be jî peywira xwe anîne cih, hemû tişt ragihandine. Êdî maye li ser van saziyan; wê peywira xwe çiqas pêk bînin em ê bibînin.

Herî dawî dixwazî çi bêjî?

Li Tirkiyêyê herkes dikare were girtin û bikeve girtîgehê. Divê em bi vê rastiyê bizanibin. Bi taybetî divê em helwest û pêkanînên dozger, dadger û polîsên demekê li ser darazê bûn, bînin ber çavan û li rewşa wan a niha binêrin. Divê em meseleya darazê, li ser bingeha hiqûqê binirxînin, ne wek meseleyeke polîtîk. Divê herkes, civak ji bo nexweşên di girtîgehê de hestiyar be; bi partiyên xwe yên siyasî û civaka xwe ya sivîl ve.