19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Divê derziya Kovîd-19’ê bêpere be’

Bi belavbûna şewba Kovîd-19’ê ya li ser rûyê cîhanê ku ev nêzî salekê ye berdewam e, gelek caran ceribandinên aşiyê ji Çînê heta DYA, Îngilistan û gelek welatên din, hatibûn kirin. Herî dawî du şîrketên bi navê BioNTech ve Pfizerê di meha mijdarê de dest bi ceribandina testan kiribûn û li gorî analîzên wan ên dawiyê aşiya wan çêkiriye nexweşiya Kovîd-19’ê ji sedî 90 zêdetir encam dabû. Li ser vê yekê gelek dewletên wek DYA û welatên YE’yê bi wan her du şîrketan re peymana doza aşiyê îmze kirin.

Heta niha Pfizer ve BioNTechê bi tevahî ji bo doza aşiyê cara yekem bi DYA’yê re 100 milyon do, bi Yekitiya Ereban re 30 milyon, bi Japonyayê re 120 milyon, bi Kanadayê 20 milyon, Zelandaya Nû re 1,5 milyon û YE’yê re 200 milyon doz, peyman îmze kirin. Şirketê dê piştî vê peymanê ji bo DYA’yê 500 milyon û ji YE’yê jî 100 milyon dozên aşiyê çêbike.

Li Ewropayê çalakî

Li cîhanê heta niha bi milyonan mirov bi vê nexweşiyê ketine û ji roja nexweşî belav bûye heta îro, dezenfektan û maske dihatin firotin û vê yekê bi xwe re rewşên aborî yên giran dianîn û hê jî tîne. Niha jî mijara kirînûfirotina aşiyê di rojeva cîhanê de ye. Hefteya borî li Ewropayê ji bo ku derziya dijî Kovîd-19’ê ‘bêpere be û her kes bikaribe xwe bigihînê’ 10 tevgerên cuda kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin. Heta dawiya sala 2021’ê hedef milyonek îmze ye.

‘Derzî, malê hevpar e’

Li Fransayê komîteyeke ku  ji dehan komele, sendîka, partiyan pêk tê piştgirî da kampanyayê. Di nav kesên piştgirî dane de People Health Movement, Oxfam, Partiya Komunîst a Fransa û çepgirên radîkal LFI jî hene. Komîteya pêşeng a kampanyayê daxuyaniyeke nivîskî da û ev tişt anî ziman: “Divê ev derzî bibe malê hevpar ê mirovahiyê. Bi berfirehî bi pereyê cameweriyê hate fînansekirin. Naxwe divê bêpere bikeve xizmeta welatiyan.”

Her wiha organîzatoran xwest mafê xwegihandina teşhîs û tedawiyê jî were misogerkirin. PARÎS