spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Divê di dilê mirovan de pêta agir hebe û venemire

M.Alî Ertaş

Li Tirkiyeyê 384 girtîgeh hene. 297 hezar girtî di girtîgehan de ne. Li van girtîgehan zêdeyî 1600 girtî nexweş in. Bi sadan girtiyên nexweşiya wan giran hene û nayên berdan. Di sala dawî de gelek girtiyên ku 30 salan li girtîgehan derbas kirin hatin berdan. Yek ji van girtiyên 30 salan girtî ma û serbest hat berdan Huseyîn Bîlge bû. Huseyîn Belge yê 30 salan girtî ma, têkildarî berxwedana xwe ya 30 salan a li girtîgehê anî ziman ku yê doz û armanceke wan hebe dikarin li zindanan li ber xwe bidin. Belge der barê rewşa zindanan û polîtikayên hikûmetê yên li ser zindanan ji rojnameya Xwebûnê re axivî.

*Tu dikarî hinek qala pêvajoya girtina xwe bike. Tu kengî li ku, çima û çawa hatî girtin?

Dema ez hatim girtin ez xwendekarê zanîngehê bûm. Xwendekar wê demê bi agirê li welat pêt bi pêt bilind dibûn, bi bandor dibûn. Tîna agir li wan jî dixist. Wî agirî tesîr li me jî dikir û em jî hişyar dikirin. Li zanîngehê bêtir derfet hebû ku em bi bandora wî agirî ronî bibin. Wê demê gundê me dihat valakirin. Îşkence hebû, gundê me dihatin şewitandin û valankirin. Tundiyek bêhed û bêhidûd hebû. Me xwendekaran jî ev yek şermezar dikir. Me jî dixwest bi rengekî bibin dengê hawara ji welêt bilind dibû. Ez şeva sersala 1991-1992’an hatim bigirtin. Em ji 91’ê derbasî 92’yan dibûn. Şeva sersalê ez di bin çavan de bûm. Ez li wargeha zanîngehê hatim girtin. Ez xwendekar bûm tu sûcê me tune bû. Em kesên sempatîzan bûn.

*Te çawa û bi çi awayî binçav kirin?

Min li Fakulteya Agahiyên Siyasî ya Zanîngeha Stenbolê dixwend. Ez derbasî pola duyemîn dibûm. Me hêdî hêdî derdor nas dikir. Derdorê jî em nas dikirin. Em hêdî hêdî komî hev dibûn. Em kesên bi derdê welat dilê wan diêşiyan dihatin cem hev. Ez li wargeha Xwendekaran a Anadoluyê bûm. Wê demê wargeh li Zeytînbûrnû bû. Beriya ku em bên binçavkirin me xwest biçin welat heta ku hinek rewş asayî bibe. Min fêm kir ku li min digerin. Beriya ku ez xwe biparêzim ew ji min leztir derketin û ez binçav kirim.

*Tu çend rojan di bin çavan de mayî? Îşkence hebû ya na?

Ez hefteyekê piştî hevalên ku em ji heman dozê dihatin darizandin hatim girtin. 15 rojan di nezaretxaneyê de mam. Di bin çavdêriya polîsan de mam. Ez li Gayrettepe mam. Bi rastî Gayrettepe jî cihê îşkenceyê bû. Her cureyê îşkenceyê hebû. Wê demê şêwazê îşkenceyê li pêş bûn.

*Dema tu hatî girtin rewş û şertên girtîgehan çawa bûn?

Dema ez hatim girtin min şandin Girtîgeha Bayrampaşa. Dema ez çûm 20 girtiyên siyasî hebûn. Dema em hatin girtin em nêzî 20 xwendekar bûn. Em ji heman dosyayê hatin girtin. Em kesên hatin girtin ji kesên berê girtî zêdetir bûn. Bi rastî piştî di bin çavan de ew îşkence dihat kirin û mirov diçû girtîgehê pir cuda bû. Li girtîgehê girtiyên siyasî pergalek ava kirine. Girtîgeh bêtir mirov hembêz dike. Mirov wan hevalan dibîne, germahî û psîkolojiya hevalên girtî dibîne, bandora wê îşkenceyê namîne. Heval tev bi rêxistinkirîbûn. Em 40 kes bûn. Di nava salekê de bûn 500 kes. Wê demê girtîgeha Sagmacilarê bû.

*Hûn çend kes di qawîşekê de diman?

Girtîgeha Bayrampaya girtîgehek kevn e. Girtîgeha Tîpa E’yê ye. 44-50 kes li aliyekî, 44-50 kes li aliyê din bûn. Du qawîş bûn. Deriyê wan li hev dinerî. Hawadarka wan hevpar bû. 44 li aliyekî 44 li aliyê din em di hawadarkê de dihatin cem hev em dibûn 88 însan. Di nava rojê de me her roj hev didît. Piştî êvarî derî dihat girtin. Me bi şev hev neditît. Wê demê şertê girtîgehê xweştir bûn. Ev sîstema niha anîne her tişt xera kirine. Pergala berê li holê nemaye.

*Di 30 salan de tu li çend girtîgehan mayî?

Ez ewil li girtîgeha Bayrampaşa mam. Heta min ceza nexwar ez li wir girtî bûm. Ez piştî 3 salan li wir mam ceza li min birîn. Piştî girtî ceza dixwin êdî wan ji wê girtîgehê dişînin girtîgehek din. Ez ji Bayrampaşa şandim Girtîgeha Yozgatê. Ez nêzî 10 salan li Girtîgeha Yozgatê mam. Ji Yozgatê ez sirgûnî Girtîgeha Sîncan a Enqereyê kirim. Wê demê ji bo girtiyên PKK’ê tîpa F nû vedikirin. Li Sîncanê nû girtîgeh vekiribû em çûn wir. Ez nêzî 4 salan li wir girtî mam, ez ji wir jî sirgûnî Girtîgeha Kirikkaleyê kirim. Ez li Kirikkaleye zêdeyî 6 salan girtî mam. Wê demê me gelek caran xwest em bên girtîgehên nezî welatê xwe. Lê ev daxwaza me pêk nedihat. Carekê min xwest û ev xwesteka me qebûl kirin. Min heqê rêya xwe jî da û ez şandim Girtîgeha Sîweregê. Lê mixabin ez zêde li girtîgeha Sîweregê nehiştim. Me heqê rêya xwe jî da, lê rojekê gotin ‘Vaye girtîgehek nû li Hîlwan a Rihayê vebûye û ez ji Sîweregê sirgûnî Girtîgeha Hîlwanê ya Rihayê kirim. Ez li Hîlwanê jî nêzî 2 mehan mam. Vê carê ez dîsa sirgûn kirim. Ez ji Hîlwanê sirgûnî Xarpêtê kirim. Li Xarpêtê jî girtîgeh nû vedibû. Li girtîgeha Xarpêtê pergala leşkerî li ser me ferz dikir. Me jî ev yek qebûl nedikir. Ji ber me jî ev daxwaza wan qebûl nedikir her tim xir û cir (alozî) bû. Vê carê ji Xarpêtê jî em nêzî 20 girtîyan sirgûn kirin. Ez jî sirgûnî Girtîgeha Tekîrdagê kirim. Herî dawî ez li Girtîgeha Tekîrdagê jî nêzî 4.5 salan girtî mam û ez hatim berdan. Ez li girtîgehên welêt zêde nemam.

*Berê tîpa E bû piştre kirin tîpa F. Niha dixwazin girtîgehên nû ava bikin. Ferqa van girtîgehan çi ye?

Girtîgehên tîpa F hemû bi armanca îzolasyon û tecrîdê hatine avakirin. Îzole û tecrîd çiye? Piştgirî û hevaltiya ku girtî di nava xwe de ava dikin, dixwazin vê yekê bişkînin. Hin girtî hene dibe ku malbata wan tune be. Dibe ku ji Rojhilat û Rojava hatibe. Em ji çar parçeyê Kurdistanê girtî ne. Em ji cihê cuda hatine girtin. Em heman dozê didin meşandin. Ew mirovên ji derve hatine li Tirkiye hatine girtin. Ev girtî ne malbatê wan û ne jî kesên din nayên wan ziyaret nakin. Nikarin bên. Dîsa hinek însanên me hene, bi rastî gepek nan tune li malê bixwin. Ji ber vê yekê gepek nanê me hebûya me dixwest wê gepa nanê xwe bi hevre parve bikin. Dema li dijî me neheqiyek hebe ji bo em bi hevre milê xwe bidin hev û li dijî wê neheqiyê têbikoşin. Lê ev rêxistina me nayê hesabê wan. Ji ber ku me tu carî serî li ber wan netewandiye. Ev yek jî bi zora wan diçe. Bi vê yekê dixwaze rêxistina me, yekîtî û parvekirina me qût bike. Bi van girtîgehan dixwazin me her yekî-ê têxin qulikekê da ku em xwe negîhin hev. Ji ber em serî li hemberî wan natewînin û li gorî wan terbiye nabin ev yek bi zora wan diçe. Dixwazin em xwe negîhin hev û bi me karibin. Dixwazin bi Tîpa F bigêjin armanca xwe. Ji bo me ferqa wê tune ye. Ev ji bo wan wiha ye. Girtiyên vê rastiya wan dizanin, her tim armanc dikin ku vî hesabê wan û plana wan ters vegerînin. Yên ku rastiya wan dizanin xwe diparêzin. Lê yên ku vê rastiya wan nizanin ber bi bayê wan dikevin û diçin.

*Hesabê wan ê malê û sûkê li hev tê ya na?

11 sal û nîvan ez di girtîgehên Tîpa F’yê de mam. Hinek hevalan digot Tîpa F cihê tenêtiyê û bêdengiyê ye. Li girtîgehên Tîpa F, hin hevalan digot ‘Heval dengê piyê te tê, ez bêzar dibim. Ev jî derûniya ku dewletê ava kiriye ye. Mirovên ne xwedî dîsîplîn, bîrdozî be, ne xwedî bawerî û vînek xurt be, ne xwedî fikr û zanebûnek kûr be, bi doz, ax û gelê xwe ve bi kurahî ne girêdayî be, zahmetî derdikeve.

Lê mirovên xwe zanibe, çand, ziman û nasnameya xwe zanibe, ji vê tevgerê çandek girtibe, di qulilek tarî de jî dikare bijî. Wî-ê bavêjin bîrek bêbinî jî wê dîsa li ber xwe bide. Wê dîsa bi dîsîplîn û bi armanc bijî. Wê bi raman û bername bijî. Ev yek li gorî mirovan tê guhertin. Bê guman tesîrê wan heye.

*Her tim girtiyan sirgûn dikin. Di demên dawî de sirgûn zêde bûne. Bi van sirgûnan dixwazin çi bikin?

Sirgûn her tim hene. Li gorî demê cihê sirgûnan tê guhertin. Li aliyê welêt, girtiyek têkeve çalakiyekê, teqez li pêş wî-ê sirgûn heye. Wê te bişînin girtîgehek ku ji malbat û welatê te dûr. Ya wê bişînin Derya Reş, Anatoliya Navîn û an jî Girtîgeha Egeyê û Tekîrdagê. Yanî çi cihê ew qas dûr û mirov nikare biçe serdana girtiyan. Çiqas cihê dûr hebe girtiyan dişinin wir. Çima dixwazin bi sirgûnan te bitirsînin. Dixwazin bi van sirgûnan peyaman bidin girtiyên din. Bi vê yekê peyama “Binere yên têkevin çalakiyê dê sirgûn bibin. Eger hûn jî têkevin van çalakiyan hûn jî dê sirgûn bibin. Ji ber vê yekê nekevin çalakiyê. Ji ber vê yekê dengê xwe nekin.”

Niha dixwazin her yek bi serê xwe dengek bin. Bi vê pergala nû dixwazin ji hev qut bikin. Em jî dibêjin em 100 kes nikarin yek bi yek bi were biaxivin. Daxwazên me tevan yek e. Em dixwazin li ser navê hemû hevalan yek tenê bi axive. Em dixwazin di nava xwe de kesekî/ê diyar bikin. Hûn ji vî-ê kesî-ê re bêjin odacî, meydancî, temîzlîkçî çi dibêjin bibêjin. Bila li ser navê me kesek were bi were biaxive. Em bi vî awayî bi wan re diaxivin. Lê li şûna vê daxwaza me qebûl bikin, ew hevalê me yên ku van daxwazan dide pêş sirgûn dikin. Serdema sirgûnan ewe ku rêxistin û dîsîplînan belav bikin.

Kesên tecrîd, îhya û pergala wan red dikin tên sirgûn kirin. Dixwazin tifaq û dîsîplinê parçe bikin. Dixwazin wekî nanekî parî parî, gep bi gep perçe bikin û bixwin. Armanc perçekirin û îlhakirin e.

*Di van 30 salan de çi hat guhertin?

Li girtîgehan gelek tişt hat guhertin. Berê li girtîgehan pergala qawişan hebû. Berê 50-100 kes bi hevre di nava hevde bûn. Her çend em bibêjin girtîgeh cihê tenêtiyê ye jî wê demê ruhek û parvekirinek hebû. Lê bi vê pergala nû xwestin wî ruhî parçe bikin. Dema mirov bi wî 50 kesî govend digirt, ew eşq û kêfa wê govendê li bajarekî nedibû. Ew eşq û hêz her yekî ji yê din digirt. Lê bi pergala nû ji ber şertên fîzîkî tu bixwaze nexwaze ev yek tev ji holê rakirin. Cihê 50-100 kes lê be çawa ye. Cihê 3 kes lê hebe çawa ye. Li cihê 3 kesan kî dê li saz bide, kî dê bistrê û kî dê govendê bigerîne. Berê cihê 50 kesî lê dîlan digirt em dibin xwîdanê de dihiştin. Newroza me bi şewq û şemal dihat pîrozkirin. Lê piştî em hatin Tîpa F, me nizanibû kî dê govendê bigire û kî dê bibêje. Ji her aliyê de wisa bû. Êrîş bi her awayî zêde bûn.

*Ya ku hişt 30 salan tu li ber xwe bide çibû?

Dibe ku her însan nerîna wî-ê cihê be. Lê ya ku mirovan bi hêz dike doz û baweriya însan e. Armanca însan û girêdana însan e. Eger hebe sedemek ji bo jiyana wî-ê dê sema bike bi her awayî. Yê me ji eger sedemek me ji bo jiyanê hebe em bi her awayî sema dikin. Em li ber xwe didin. Me ji vê jiyanê hez dikir. Mêşiyên me jî ev yek digotin. Eger em jî bibin şopdarê wan çi xweşhal e ji bo me. Me jî ji vê jiyanê hez dikir. Divê di dilê mirov de ew agir hebe. Ew pêt hebe û venemire. Divê dilê mirov serhildêr be. Divê reh û rîcê mirov tim û dayîm bi axa welêt ve girêdayî be. Eger reh û rijê me bi wê axê ve negirêdayî be nabe.

Heta me ji wê axê û avê bi reh û hişê xwe av vexwar û çandek girt, wê demê em ê li ser piyan bimînin. Eger ku em jî li ser piyan mabin hinek ji ber vê yekê ye. Em tenê bi awayekî biyolojîk nagirin dest. Divê mirov bi aliyê ruh û birdozî li ser piyan bimîne. Me gelek egît û bedelên giran da. Me gelek însanên xweşik û lewend da. Her yek armanc û dozek bû. Em hevalên hev û hogirên hev in. Me gelek gelek ji hev hez dikir. Îro em li pey wan man. Dema em derketin hizûra wan jî divê em ne situxwar bin. Ji bo min serbilindî ev e.