16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Divê em bedewiyê nîşan bidin

Hunermend alav û keresteyên xav û xwezayî ji civakê distîne û di raman û xeyalên xwe de, wan ji nû ve diafirîne û careke din bi şêwazeke din vedigerîne civakê. Ew çand e, huner e û ziman e, ji ber ku ev dibin gewdeyê neteweyê.

Ji aliyekî din ve divê ku em ji bin bandora siyasetê derkevin û li doza kurdan binihêrin wek dozek çandî, hunerî û mirovahî. Wê demê em ê dikaribin hemû sermiyanên wê, ji folklor û wêjeyê û hunera wê bikin berhemên modern û pêşkêşî cîhanê bikin.

Şêwekar û rojnamevanê kurd Lukman Ehmed ku salên dirêj xwe daye ser şêwekariyê û di vî warî de bûye xwedî berhemên bedew û bi xêzên xwe tu caran xwe dûrî rojeva kurdan nehiştiye. Ew her dem bi tablo û xêzên xwe li welat û derveyî welat bûye mêvanê bi dehan pêşangehan. Me xwest ku Ehmed vê hefteyê bibe mêvanê Xwebûnê û me pê re ev hevpeyvîn kir.

Lukman Ehmed kengî û çawa dest bi şêwekariyê kir?

Ji zarokiyê ve hunera şêwekariyê bala min kişand, bêyî ku ez dizanibim bê ew çi ye û çawa ye. Lê behreya min a zarokiyê bi kişandina xêzan û çêkirina wêneyan bala mamosteyên dibistana seretayî li bajarokê Dirbêsiyê kişandibû. Hinekî bala min kişandin û bawer dikim ji wê demê ve ez bûm evîndarekî neçar ji xêzkişandinê re. Ji berê ve ew pencera min a bi tenê bû ji bo derbirîniyên xwe bînim der.

Destpêkê te hunerên kîjan şêwekarên kurd nas kirin û bandoreke çawa li ser te kir?

Li bajarê Dirbêsiyê hunermend Îbrahîm Heyderî hebû (merivê bavê min bû, ew di temenê bavê min de bû). Ew kesekî taybet bû di civatê de û dema ez bi malbatê re diçûm serdana mala wan, wî bala min pir dikişand, bêhtir kesayeta wî bû di wê demê de wekî rewşenbîr û mirovekî taybet dihat naskirin.

Li rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ji salên 50’î û 60’î şêwekarên kurd ên bi nav û deng hebûn. Gelo sedemên pêşketina vê hunerê di nav kurdên Rojava de çi bûn?

Ez bawer dikim bi rewşa Sûriyeyê ya giştî ve girêdayî bû ku pêlek ji guhertinên mezin di Sûriyeyê de dibûn. Yek ji wan bandora komunîzmê bû li ser nifşên nû ji xort û keçên kurdan li hemberî gurbûna pêla neteweperestiya erebî ya bi bassî û nasiriyan. Ya din jî huner bû alavek di xebata kurdî de ji bo mafê gelê kurd ku rewşenbîrên kurdan di wê demê de li nav civata kurdî belav dikirin.

Di nav kurdan de bi giştî kîjan şêweyê hunerê li pêş e û şêwekarên kurd bêhtir nêzî kîjan dibistanên hunerî yên şêwekariyê ne?

Di nav beşên hunerê de bi giştî, hunera dengbêjî yan jî stranbêjiyê li pêş bû di nav kurdan de, lê şêwekarî yan nîgarkêşî di demên dereng de di nav civatê de belav bû. Ji bo şêwekariyê û şêwazên wê (dibistan) ya herî belav bû û cihê xwe di nav şêwekarên kurdan de girt, şêwaza derbirînî bû (expressionism ); ji ber li ser hest û helwestan tê avakirin.

Tu şêwekariya Kurdistanê çawa dibînî, heger mirov bi şêwekariya cîhanê re muqayesekê bike di çi astê de ye?

Bi rastî şêwekar û hunermendên kurd li seranserê Kurdistanê, di hunera şêwekariyê de cihên pir taybet girtine û di wan welatên ku dijîn de. Lê mixabin heta niha şêwaz an xeleka şêwkariya Kurdî ya taybet nehatiye duristkirin. Belê li ser asta kesayetî, hunermendên kurd pir serkeftî û zîrek in, navên mezin dane hunera şêwekariyê li kurdistanê û seranserî cîhanê jî. Xeyala wan a bejî û hostatiya wan di bikaranîna rengan wan ciyawaz dike û mezinayiyekê dide wan.

Rol û rista şêwekariyê di pêva  joya netewebûnê de çi ye û tu dikarî ji bo neteweya kurd vê binirxînî?

Ez her dem dibêjim ku hunermend wek fîlter e, alav û keresteyên xaf û xwezayî ji civakê distîne û di raman û xeyala xwe wan ji nû ve daifirîne û careke din bi şêwazeke din vedigerîne civakê. Netew, çand e, huner e û ziman e, ji ber ku ev dibin gewdeyê neteweyê. Ji bo kurdan û rewşa wan a siyasî ne aram e û tevlihev e, huner û çand (li gor nêrîna min) rêka herî baş e ji xebatê re. Ji berê ve dikarin pênasînê bi neteweya kurd bikin û tenê ne wek dozek siyasî lê wek dozek mirovatiyê jî bidin naskirin.

Şêwekarên kurd çawa haya wan ji hev çêdibe, gelo sazî, kovar an jî bi kêmanî malpereke ku wan li hev bicivîne heye?

Ev pirsek pir girîng e. Hunermendên kurd li Kurdistanê yan jî li diyasporayê jî ji hev dûr in û agahî û karên hevbeş di nav wan de, ne di asta ku tê xwestin de ye. Xebat û çalakiyên dibin an bi rêka yektayî ne, an jî ji aliyê partiyên siyasî ne û ew herdu jî nikarin tiştekî ava bikin; ji ber ku karê saziyan di wan de tune ye. Lê bera em geş bîn bin. Ez ji aliyê xwe ve her dem di xebatên xwe de hewil didim ku pêwendiyan bi hev re ava bikin. Em hevdu baş nasnakin, yekem gav divê haya me ji hevdu çêbibe û em xelekek hunermendî , çandî di nav rewşenbîr û hunermendan de ava bikin. Bêyî tu nav an jî rêxistinekê, tenê pêwendiyan deynin û bibin pira di nav hev de. Em hevdu bi hev bidin nasîn, ev gavek pir girîng e. Divê em ji hestên çavnebarî, an jî zikreşiyê rizgar bibin û baweriya me bi me bê.

Tu jî niha li xerîbiyê dijî, tu dikarî behsa hestên xwe yên di vî warî de bikî, xerîbî bandoreke çawa li te dike?

Xerîbî tiştekî zor e, hestên te diguherîne, êşa te zêde dike û guherînê di nêrîn û boçûnên te de jî çêdike; lê ji aliyekî din ve jî çavê mirov li gelek tiştan vedike û mirov derbasî cîhanek din dike. Êdî du rê li pêş meriv dimînin; an nasnameya xwe û koka xwe bide pêş û bi cîhanê bide naskirin, an jî xwe ji bîr bike û bê helandin di civaka nû de. Ji bo min serboriyek zengîn bû bi xweşî û nexweşiyên xwe ve, ez niha zêdetir diêşim, belê ez xwe bêhtir nas dikim û dizanim ku bêwelatî û hezkirina ji welêt çi ye.

Pirsa dawî, peyama we ji bo şêwekar û hunermendên kurd çi ye?

Peyama min, ku em serbilindiya xwe bi neteweya xwe bikin. Kurd û Kurdistan ne kêşeyek siyasî an bi kêşeyên partiyan ve girêdayî ye, ew çand û sermiyana dîroka mirovatiyê ye. Em baş xwe nas nakin û nizanin dîroka xwe bixwînin. Ka berê xwe bide stranên kurdî yên resen, ew ne bi kurdan tenê ve girêdayî ne, ew bi mirovahiyê ve girêdayî ne. Divê em wê ciwanî û xweşikbûna wê ji bin toz û gemara salan derxînin û bi awayekî nûjen û bajarî bi kar bînin û pêşkêşî cîhanê bikin. Mark Chagal karîbû çîrokên Tewrata cihûyan, bike baştirîn keval di cîhanê de. An jî Verrocchio mîtolojiya romanî yan çîrokên Incîlê kirin baştirîn berhemên hunerî di cîhanê de… Divê em ji bin bandora siyasetê derkevin û li doza kurdan binihêrin wek dozek çandî, hunerî û mirovahiyê. Wê demê em ê bikaribin hemû sermiyanên wê, ji folklor û wêjeyê û hunera wê bikin berhemên modern û pêşkêşî cîhanê bikin. Divê em ji xwe şerm nekin û dizanibin ciwaniya xwe diyar bikin.

Ji bo hevpevyînê em spas dikin.

[accordions]
[accordion title=”LUKMAN EHMED kî ye?” load=”show”]Lukman Ehmed di sala 1972’an de li bajarokê Dirbêsiyê yê rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Şêwekarê kurd heta niha tevli gelek pêşangehên tekakesî û komî bûye. Li kêleka şêwekariyê di Radyoya Dengê Amerîkayê de pêşkêşvaniya bernameyeke hunerî jî dike. Her wiha em navê wî li bin xêzên li ser bergên gelek pirtûkên kurdî dibînin.[/accordion]
[/accordions]