Rojnameya Heftane

Jina pêşeng a dema xwe; Hypatia

Navenda Nûçeyan

‘Dema mêrek xweşikiya laşê jinan dibîne divê bi şehwet nekeve dû lêgerîna fetihkirina wê. Şûna vê, divê fêm bike ku xweşikbûna wê, rûyê xweşikiya…

Karapêtê Xaço û Yêvaya Hagop

Salihê Kevirbirî

Karapêt wiha digot:”Xwezî min mirina Yêvayê nedîta, xwezî nebûma şahidê mirina wê. Xwezî Xwedê pêşî canê min bistanda. Wê jî zehf kişand. Êşên wê, di…

Divê em bibin xwe

Bîlal Guldem

Niha kesên ku li ser zimannasiyê dixebitin, gava pênaseya yekitiya neteweyan dikin yek ji wan hêmanan a sereke jî ziman e. Em vê jî baş dizanin, her çiqas ziman hêmanek girîng a çandê be jî ya ku çandê vediguhêze nifşan û mohra xwe lê dixe ziman e.

Me vê hefteyê ji bo xwendevanên Xwebûnê hevpeyvîn bi nivîskar û zimannasê kurd Zana Farqînî re kir. Kerem bikin em bi hev re, li bersivên Farqînî binihêrin.

Em dixwazin di destpêkê de armanca avakirina Tora Ziman û Çanda Kurdî ji we hîn bibin, we çima pêdivî bi avakirina toreke wiha dît?

Dema me dest bi xebatên torê kir me got, derdek me û xemek me heye ku em hemû jê bi gazin in; ew jî ziman û çanda kurdî ye. Heke em bi awayek din bi nav bikin ew jî asîmîlasyon e, em dihelin. Sedema vê diyar e; polîtîkayên dewletên yekperest. Ji ber ku dewletê xwe li ser yekperestiyê ava kiriye, çand û zimanên din qedexe û înkar kirine. Her kes bi tena serê xwe nikare zêde tiştan bike. Belkî tenê behsa rewşê û tespîtan dike. Lê em êdî ketine qonaxeke wisa ku dem li me teng bûye û êdî em dema xwe nikarin bi tespîtan derbas bikin. Dema gavavêtinên pratîk e. Ji bo avêtina van gavan hewcehî bi sîwanekê hebû. Ji ber ku gelek sazî û dezgehên xebatên ziman û çandê dikin hene. Her kes bi serê xwe kar û baran dike. Belkî hin ji wan tên cem hev, lê me got hemû pêkhateyên çand û zimanê kurdî dikarin di bin navê tor an jî platformekê de bên cem hev û gavên pratîk bavêjin. Ji ber vê yekê ewilî bangawazî hat kirin, paşê civîna avakirina Tora Ziman û Çandan hat lidarxistin û daxwaza berfirehkirina torê hat rojevê û ev jî hat pejirandin. Sekreteryayek hat hilbijartin û xebata vê Komxebata Yekemîn a Tora Ziman û Çanda Kurdî kir û komxebat du rojan pêk hat.

Xal an jî ruhê ku van sazî û dezgehên sivîl anîn ba hev çi bûn?

Rêxistinên çandê, zimanî, hunerî, ragihandin, odeyên pîşeyî, rêxistinên zarok û jinan hene. Ji ber ku mijara ziman û çandê mijarek giştî ye û hemû endamên civakê eleqedar dike. Ev derd û kul tenê ne yê partiyek û rêxistinekê ye. Nexwe hewcedarî bi pêngavek sivîl a di ser siyasetê re ku bandora xwe li siyasetê jî bike hebû da ku siyaset jî van tiştan bike rojeva xwe û gav biavêje. Ji ber ku bîrdoziyên partiyan cuda ne, me xwest wek saziyên sivîl li hev kom bibin. Piraniya sazî û dezgehên sivîl beşdarî komxebatê bûn. Fikir û ramanên me çi dibin bila bibin, ya me hemûyan dike yek ziman û çanda me ye.

Çima navê tora we bû Tora Ziman û Çanda Kurdî?

Di civîna ewil a torê de li ser navê torê gelek nîqaş û gengeşe hatin kirin. Ji ber ku felsefe ev bû, hemû zimanên ku ketine ber pêla asîmîlasyonê yan jî hemû çand û zimanên ji ber polîtîkayên asîmîlasyonîst îro di xetereyê de ne, bi wê felsefeyê hat xwestin ku navek berfirehtir bê tercîhkirin. Ji ber ku em tenê li vê erdnîgariyê najîn. Her çiqas ên sereke em bin jî lê yên di nav me de jî dijîn û ji çand û zimanên cuda ne ji bo ew jî di nav de cih bigirin an jî çand û zimanên wan jî bên parastin felsefeyek wisa derket pêş. Tevî hemû nîqaş û pêşniyaran jî navê berê hat pejirandin. Lê piştî ragihandina torê ji bo berfirehkirina tora xwe ku em çûn derdorên cuda jî, yek ji mijarên gengeşiyê nav bû. Hat gotin ku em nikarin li ser navê ziman û çandên din biryaran bidin. Ew maf, ne mafê me ye. Eger ew nexwazin em nikarin li şûna wan daxwaza van tiştan bikin. Lê me ev felsefeya xwe parast. Wek prensîb em ne li dijî ziman û çandên din in. Em hemû ziman û çandên din di astekê de dibînin û hiyerarşiyê naxin navberê. Mafê her ziman û çandê heye ku bi awayekî azad li pêş bikeve û dikaribe çand û zimanê xwe veguhêzê nifşên nû. Ev prensîba me neguheriye. Her wiha di encamnameya komxebatê de jî hat aşkerakirin ku ziman û çandên din dîsa dikarin beşdarî torê bibin. Derî ji wan re vekiriye. Dikarin bi awayekî xweser di torê de xwe bi rêxistin bikin.

Ya girîng ev hat dîtin ku ji sedî sed beşdarên komxebatê kurd bûn. Giranî hat ser wê ku em pêşî ji xwe dest pê bikin. Ew kesên ku nikaribin derdên xwe çareser bikin, nikarên derdên kesên din çareser bike. Ji ber vê yekê divê em pêşî navê xwe deynin, em kî ne em çi kes in.

Dê statûya torê çi be û bernameya we çawa bi rê ve biçe?

Ji bo statûyê ango navê fermî hêj biryar nehatiye dayîn. Em ê dîsa xebatên xwe birêve bibin. Desteya rêveber ango meclîsa ji 27 kesan hat hilbijartin û dê xebatê bi rê ve bibe. Helbet wê bi piştevaniya pêkhateyan bê birêvebirin. Dê tor nexşerê û rêziknameya xwe diyar bike. Ev jî ew ê hinek bi demdirêjî be. Ew ê ev xebat tenê bi bajarekî nemîne. Dê xebatek bi giştî bê birêvebirin. Lê biryar hat dayîn ku navenda xebatê Amed be.

Di komxebatê de, ji siyasetê çi hat xwestin an jî siyaseta kurd di mijara zimên de hat rexnekirin?

A rast derd û xemên kurdan ne derd û xemên roj û salekê ne. Ji avakarina komara TC’ê heta îro ne. Pirs û pirsgirêk, gelş û gelemşe û daxwazî gelek in. Li gorî xwe, pirsgirêkên sazî û dezgehên kurdî hemûyan hene. Me di komcivînê de dît ku êşên ku bi van salên dûr û dirêj pêk hatine, daxwazên kom bûne hemû hatin li stûyê me bar bûn. Hemû pêkhateyan rexne, gazin, daxwaz û pêşniyarên xwe kirin. Pêkhate dibêjin ku siyaseta kurd ango HDP ya îro wek temsîla siyasî ye, bi me re bi tirkî dide û distîne. Yan jî zêdetir problemên me yên lezgîn û rojane naxe rojeva xwe. Dibêjin ew bêhtir bi yên gelemperî re mijûl e. Lê divê ez wiha bibêjim; mirov ji kê hez bike gazin jê dike û kî xurt be daxwaz jê tê kirin. Kî xwediyê wê hêzê be gazin û rexne li wî/ê tên kirin û hêvî jî ji wî/ê tê kirin. Ji siyasetmedar ango pêşengên civakî gazin tê kirin.

Bi kurt û kurmancî divê ziman û çand çawa bigihîje gel?

Ez wek kesek li ser zimên dixebitim, di van xebatan de dertê holê ku em ziman û çanda xwe venaguhezînin nifşên nû. Em nikarin emanetê me ji dê û bavê wergirtiye bidin zarokên xwe. Zarokên me bi zimanê xwe mezin nabin û ranabin. Problemên me yên bi vî rengî hene. Dema em civaka xwende û nexwende didin ber hev, ên ku nexwende ne bêhtir bi çand û zimanê xwe kurdî dijîn. Lê em ên xwende wek kurd najîn. Belkî di serê me de nasname û fikrên me yên neteweyî hene lê em bi çand û zimanê xwe najîn. Êdî zimanê me yê girseya xwende yê nav malê jî bûye bi tirkî. Ev xetereyên gelek mezin in.

Piştî ku medyaya zimanê serdest û dibistanên tirkî ketin her malek û gundekî kurdan bandorek pir negatîf li ser xelkê kir. Her wiha ew kesên ku bi zimanê tirkî perwerde bûn û bûn xwedî ‘statû’ karên bi ‘prestîj’, ji kurdî dûr ketin. Yanî tirkî bû zimanê rewacê, kurdî bû zimanê gundiyan û nexwendeyan.

Wek kesek rexneyek min li qenalên kurdan heye. Naveroka televîzyonên kurdan zêdetir nûçe û polîtîka ye. Televîzyonên xîtabî tevahiya civakê dikin kêm in. Di her cihî de siyaset û bîrdozî mirovan dikerixîne. Divê bi awayekî derûnî li vê meseleyê were nihêrîn. Civak dixwaze li rêzefîlman, kêf û henekan, li pêşbaziyên zanyarî û stranan guhdarî û wan temaşe bike.

Di nav kurdan de demek Bavê Teyar populer bû, bila bê pirsîn çima lê dihat temaşekirin û jê dihat hezkirin? Niha tu ji hin sînemager û şanogerên me bipirsî ew ê bêjin, ji aliyê hunerî ve asta wê gelek kêm e. Lê tu yên asta wan bilind çêdikî, çiqas li wan tê temaşekirin? Heke em bixwazin zimanê xwe zindî bihêlin divê em xwe bigihînin ferdên civaka xwe. Bêyî ez bîr û baweriya wan û siyaseta wan ji hev cuda bikim. Ji bo rê li ber asîmîlasyona dewletê were girtin em çi pêşkêşî civakê dikin? Yanî ev bername û rêzefîlm hene lê kêm in, têr nakin.

Tora we dê ji bo xebatên hevpar ên alfabe û edebiyatê çi bike?

Halê hazir kurd, alfabeya latînî û aramî/erebî bikar tînin. Ev rê li ber me digire ku em ji berhemên hev sûdê werbigirin. Dîwarek e di navbera me de. Beriya her tiştî divê kurd bibin xwedî alfabeyek hevpar. Meseleya zaravayan tiştek din e. Di vê mijarê de jî divê polîtîkayek me kurdan a hevpar hebe. Meseleya rastnivîsê du alî ye. Rastnivîsa alfabeya aramî/erebî cuda ye û ya latînî cuda ye. Di komxebatê de mijarên pirsgirêkên zimanî jî hatin nirxandin. Dê helbet tor li ser meseleyên zimanî û edebiyatek hevpar jî xebatan birêve bibe.

Mirov dikare bêje ku dê îsal bibe sala ziman û çanda kurdî?

21’ê Sibatê û 15 Gulanê rojên zimanî ne. 8’ê Adarê Roja Jinan û 21’ê Adarê jî cejnek neteweyî ya kurdan e. Di encamnameyê de behsa van rojan hat kirin ku ziman û çand derkeve pêş. Lê em ê li ser van rojan hin biryaran werbigirin. Wek ku di encamnameyê de jî hat diyarkirin pêwîst e îsal bibe sala seferberiya kurdî û Baba Tahirê Hemedanî û ji bo vê seferberiyê gavên şênber werin avêtin.

We derketina rojnameya me Xwebûnê çawa dît?

Dirûşma komxebata me “Em bi ziman û çanda xwe bijîn” bû jixwe Xwebûn jî ev dirûşm e. Divê em bibin xwe. Navek xweş û di cih de ye. Divê em li xwebûna xwe vegerin. Lazim e hemû xwendayên kurd xwedî li Xwebûnê derkevin û ji bo pêşxistina zimanê kurdî Xwebûn biçe her malê.

Li gor we ziman nasname ye?

Dema nasnameya te ji te bê pirsîn, tu yê berî her tiştî karta nasnameya xwe derxî nîşanî min bidî û ez nasnameya te bi zimanê te nas bikim. Divê ez gotina helbestvanê me Rojen Barnas bînim bîra xwe dibêje, “Zimanê min pasaporta min e, di devê min de.”

Rêjeya jinan a di Tora Ziman û Çanda Kurdî de çima kêm e?

Rêjeya jinan a di torê de gelek kêm e. Mixabin ev jî ne tercîha me ye. Me dixwest rêjeyek wekhev hebe. Ev jî ji ber rewşa civaka me ye.

Beriya vê komxebatê sazî û dezgehên kurdan ên sivîl û yên siyasî gelek caran xebatên bi vî rengî kirin, lê heta niha encameke berbiçav xuya nabe. Gelê kurd ji vê xebata we bi hêvî ye?

Ji bo vê xebata torê ez wek kes naxwazim bibim sedema hêvîşikestinê. Ji ber ku em jî di vê torê de ne. Berê gelek car soz, bext û qerarên gelek giran ji bo gelê kurd ji aliyên dezge û rêxistinan ve hatin dayîn. Lê di dawiyê de di dest de tiştek nîne. Mirov hêvîşikestî dibin. Her çiqas niyet pak be jî lê êdî tesîr li civakê nake. Ji bo ku ev tişt pêk neyên divê em bi awayekî pir cidî li ser vê mijarê bisekinin. Û em sozê ku nikaribin bînin cih nedin kesî. Çi ji destê me tê em soza wan bidin. An na wê hêvîşikestinek çêbibe û em ê jî bişkên û baweriya gel ji me namîne. Divê mirov baweriya gelê xwe îstîsmar neke. Dema hêviya gel carek jî ji yekê an jî saziyekê bişkê, tamîra wê gelek zor e. Ev mesele jî wek biwêja me ya kurmancî ye “Gava ku şûşa dil bişkê êdî nacebire.” Divê mirov tu car hêviya xwe qut neke. Yên me li ser piyan digirin hêvî û xeyalên me ne.

Zana Farqînî di sala 1967’an de li Farqîna Amedê hatiye dinyayê. Farqînî wek xemxurekî zimanê kurdî di nav gelek xebatên zimên de cih girtiye û demekê serokatiya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê kiriye. Zana Farqînî bi ferhenga xwe ya tirkî-kurdî ya di bin banê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de hatiye çapkirin tê nasîn.