19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Divê em bitirsin carna

Erê delala min dizanim wê jiyan bibe jan

Bibe goristana xewnan ev bajarê bibirq

Li vî bajarî wê herkes gora xwe bikole

Û bibe fermana xwedayî xwekuştin

Dizanim ger carek din em hev bikujin

Wê êdî ti caran têr nebe ji xwînê ev xak

Miriyên me wê pirtir bibin ji saxan

Dê şevên me yên nazdar ber bavêjin

Û dilê me li kefenan bê pêçan her roj

Ka bipirse ma kurdek heye ku nezane

Ji êşa qolincan binjan dibin kenên me

Ji êşa vê birînê ye diqurçifin şadiyên me

Û xwîn digirîn kanî, çem û robarên me

Ev rêzikên li jor naveroka gotinên dayikek ji bajarê Silêmaniyê ye. Dayikeke ku kurê xwe di şerê navxweyî de ji dest dayî. Dayikek ku êş û azara şerê navxweyî ji êşa kezeba xwe dizane. Di be ku li hinek cihan bilêvkirina hinek gotin û peyvan ne ewqas giran be û wateya wan razber be. Lê li devereke wekî başûrê Kurdistanê ku di şerê navxweyî de windahiyên mezin daye, îhtîmal û gotina şerê navxweyî jî tayek giran dixe dilê mirovan. Ji ber ev gotin bîranînên bi jan tîne bîra mirovan, şênber e li ser vê xakê.

Ev demek e li herêma Zînî Wertê bûyerên diqewimin û civaka me dixin nav tirsê, hêj dewam dikin. Tevî bangên gelek rêxistin, sazî û dezgeh, rewşenbîr û hunermendên kurd jî hêj pêngavek ku tirsa xistî nav civaka me ji holê rake nehatiye avêtin. Li ser bangên hatin kirin ji Koma Civakên Kurdistanê KCK û Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê bersivên erênî hatin dayîn. Di daxuyaniyên ji aliyê KCK û PKK’ê ve hatin dayîn de daxwaza diyalogê û bangên sazkirina yekîtiya neteweyî ya kurd hatin ziman. Lê mixabin hêj bersiva van bang û daxwazan ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve nehatiye dayîn û metirsiya şer ji holê ranebûye.

Lewma bi rojane ev tirs bûye wekî badarê û xwe li dilê mirovên welatperwer, dilsoz û jiyanhez dipêçe. Lê ya rast ne şerm e mirov bitirse, bi taybetî dema mijar dibe hevkujiya kurdan, xwekujî an ku birakujî. Ji ber hêj devê birînên me yên di encama şerê xwekuştinê de vebûyîn qalik negirtine. Ji vê ye xewnên bajarên me yên bi birq, kenê li ser lêvên me, şadî û coşa jiyana me tê û li çelakê pirsek dijwar dialiqin; gelo dibe ku cardin ev jan xwe berde dilê gelê kurd û birînên nû li giyana mirovên vê xakê bên vekirin? Gelo dibe ku cardin partî û rêxistinên kurdan berê çekên xwe bidin hev û keyf û kenê neyarên vî gelî bi xwe bînin?

Erê em kurd bêtîrs û zîrek in. Di şeran de leheng û wêrek in. Ev yek ji aliyekî ve cihê şanazî û serbilindiyê ye ji bo me kurdan. Ji dîrokê heta îro tişta herî zêde pesnê kurdan pê tê dayîn ev e. An ku wêrekiya kurdan a di şer de ye. Lê divê em bitirsin carna. Em ji çi bitirsin; ji hevkuştinê, ji polîtîkayên dikevin xizmeta neyaran, ji hewlên parçekirin û dûrxistina me ya ji hev, ji neguhdarkirna hewar û gaziyên me yên yekitî û hevgirtinê, siyaset û nûneriyên şaş ên ku di vê sedsalê de ji ji bo berjewendiyên biçûk koletî, kuştin û mirinê bikin para me. Bi kurtî hemû hewldanên li dijî têkoşîn û berxwedana me ya bi sedsalan, hêvî û xeyalên me yên azadiyê û hemû polîtîkayên zerarê didin destkeftên têkoşîna gelê me yên di encama berdêlên giran de hatin bidestxistin. Lê divê tirsên me berê me nedin bêdengiyê, berê me nedin bi neçarî pejirandina hinekek sepandinan û em ji her demê zêdetir li hemberî xwediyên van kiryaran dengê xwe bilindtir bikin.

Ji ber hemû tirs ne ji tirsonekiyê û hemû wêrekî jî ne ji biaqilbûnê tên. Bêtirsbûna me ya li hemberî hevkuştinê wê bê wateya me waneyên pêwîst ji dîrokê negirtine û hevsarê hişê me hêj di destên hinek din de ye. Lê divê em ji vegotina daxwaz û ramanên xwe netirsin. Lewma divê her kurdek li cihê lê dimîne dengê xwe bilind bike, bêtirs û fikar hizrên xwe vebêje. Ji bo vê gelek înîsiyatîfên cuda dikarin bên sazkirin. Derfeteke wekî înternetê di destê me de ye. Bi riya înternetê be jî em hemû dikarin Kongreya Netewî ya Kurdistanê wekî birkekî ya kombûna hizr û ramanên xwe binirxînin, nêrîn û daxwazên xwe bi peyam, name, kampanyayên îmzeyan û curbicur rêbazên din bigihînin kongreyê. Ew jî dikarin dengê me bigihînin hemû partî û rêxistinên kurdan ên siyasî. Helwesta partî û rêxistinan ya li hember daxwaz û ramanên me, wê riya rast a têkoşînê jî nîşanî me bide. Em dikarin bi nêrîn, daxwaz û ramanên xwe, bi dengê xwe siyaseta partî û rêxistinên kurdan di referandumekê re derbas bikin. Wê helwesta rast berê dengên me diyar bike û dengê me jî bikare siyaseta kurd beralî bike. Ji ber em civak in, angaşta wan a bûyîna nûner heye. Bêguman, rola partî û rêxistinan a pêşengiyê heye. Lê di rastiyê de ti rêxistin û partî jî bêyî civakê nikarin bijîn. Wê demê di diyarkirina çarenûsa xwe de divê em xwedî gotin bin û em deng bidin ên ku rêz didin daxwaz û ramanên me.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê