23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Divê em xwedî li nivîskarên girtî derkevin

Beriya çend rojan li Amedê bi malovaniya pirtûkxaneya Payîzê û bi pêşengiya Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Nivîskarên Mezopotamya û PENa Kurd çalakiyeke watedar hat lidarxistin. Di wê çalakiyê de çend nivîskarên kurd pirtûkên nivîskarên di zindanan de imze kirin. Der barê vê çalakiyê de me hevpeyvînek bi sekreterê giştî yê Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê Ahmet Çelîk re kir.

Ji kerema xwe re tu dikarî behsa armanca vê çalakiya ji bo firotina pirtûkên nivîskarên di zindanan de bikî, çima û çawa dest pê kir?

Di 24’ê cotmehê de li Amedê li pirtûkxaneya Payîzê ji hêla Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Nivîskarên Mezopotamya û PEN a Kurd ve ji bo alîkariya girtiyên di zîndanan de çalakiyek hat lidarxistin. Pirtûkên; Menaf Osman, Medya Yaklav, Mizgîn Ronak, Ehmedê Bilokî û Ahmed Huseyîn ji hêla nivîskarên saziyên me ve hat îmzekirin. Ji van pirtûkan hinek jê evin. Pirtûka herî navdar a ku ji aliyê Menaf Osman ve hatiye wergerandin ‘Hezar û Yek Şev’ e. Ev pirtûk heta niha bi dehan zimanê cîhanê wergerên wê hatine kirin. Wergerek pir xweş û balkêş e, ji devê jinê, ji devê Şehrazadê ye. Pirtûka wî ya duyemîn jî ‘Sînor’ bû. Pirtûka Ehmedê Bilokî ‘Kezîreşkê’ (helbest), Ahmed Huseyîn ‘Zayîna bi Amûra Sertûj’ (helbest), Mizgîn Ronak ‘Sêv jî me dikujin’, ‘Rojhat’, ‘Gorçiya ne em’ (helbest), Medya Yaklav ‘Welatê min’ (helbest) û hwd. Armanc piştgiriya girtiyên di zindanan de ne û firotina pirtûkên wan bû. Bi vê çalakiyê me xwest ku em girtiyên nivîskar têxin rojeva gelê xwe û em balê bikîşinin ser wan. Ev zêdeyî mehekê bû ku me (her sê sazî) amadekariyên xwe dikirin. Bi vê minasebetê me bi malbatên nivîskaran re hevdîtin û bi nivîskarên çalakger re civîn çêkirin. Em bi weşanxanan re peyivîn. Li ser medyaya dijîtal ji bo ku em bigihêjin gelê xwe me gav avêtin. Hevalên me yên wêjekar û nivîskar gelek kar û xebat kirin. Keda kê ketibe vî karî em spasiya xwe ji wan re dikin. Ger di kar û xebatê de kêmasiyek çêbûbe jî ji ber ku gava yekemîn bû, lê pir girîng bû.

Ev çalakî ji aliyê gelê Amedê ve rastî eleqeyeke çawa hat?

Çalakiya ku me lidarxist ji hêla gelê Amedê ve nîşanî elqeyek baş hat. Eleqeya gel ne xerab bû lê bi rastî ne qasî ku dihat xwastin bû. Di vî warî de gelek kêmasî û sedem hene, yek jê dibe ku em bi tevahî negihaştibin gel û me armanca xwe bi wan nedabe fêmkirin û gel bi pirayî nebihîstibin. Ev ji me re dibe mînak ku di çalakiyên bajarên din de em nekevin van kêmasiyan.

Ma ev çalakî dê li bajarin din jî were lidarxistin ji bo wan bajaran, amadekarî û bernameyeke we ya çawa heye ?

Belê dê ev çalakî li gelek bajarên dinê jî bên lidarxistin. Wek mînak Mêrdîn, Wan, Dîlok û li gorî derfetan li hinek bajarên Anatolyayê jî. Me bernameya xwe û dîrok diyar nekirine, lê di nêz de em ê her sê sazî bi hev re civînên xwe çêbikin û biryara bernamê û dîrokên wan bidin.
Îhtîmaleke mezin em ê çalakiya duyemîn li Mêrdînê di navbeyna 30-40 rojan de lidar bixin. Ji niha de me dest bi kar û xebatên xwe kirine. Ji bo em cih amade bikin û ji bo ku em dengê xwe bigihînin gelê xwe ji niha de li sazî, komele û rexistinên xwe digerin. Wan agahdar dikin. Li her bajarekî em ê pirtûkên nivîskarên cuda cuda bi gel bidin danasîn. Pirtûkên li Mêrdînê di çalakiyê de dê bên nasandin ew ê ji hêla hinek nivîskarên din ve bên kirin.

Gelek nivîskarên kurd girtî ne. Bandora girtîgehan a li ser nivîskarên girtî çi ye?

Bi dehan, bi sedan nivîskarên kurd di girtîgehan de ne. Bi rastî şert û mercên ku ew tê de ne gelekî xerabin. Di zindanan de bandorek pir zor û zehmet li ser girtiyan heye. Bi awayekî azad nikarin binivîsin û berhemên ku dinivîsin jî gelek caran ji aliyê rêvebiriya girtîgehan ve rastî êrîşan tê. Di van êrîşan de carnan tiştên ku amade dikin tên îmhakirin.
Ji bilî van astengiyan jî di warê aboriyê de gelek pirsgirêk ji wan re derdikevin. Nivîsên ku dinivîsin bi destan dinivîsînin, ji ber vî awayî ew nivîsên wan ku ji zindanên dertên û digihêjin destên me û pê ve ji hêla me ve derbasî ser compûterê tên kirin. Ev bi xwe jî pirsgirêke.

Rola nivîskarên girtî li ser wêjeya kurdî çi ye? Heta niha nivîskarên girtî bandoreke çawa li ser wêjeya kurdî kirine?

Bandora nivîskarên kurd ên di zîndanan de mirov dikare bi rihetî bibêje li ser wêjeya kurdî bi awayekî erênî ye. Tevî zor û zehmetiyan şert û mercên ku ew tê de ne jî berhemên bi wate û giranbiha anîne holê. Weke ew pirtûkên ku me qala wan kiribûn. Ji bo vê keda wan em çiqas ji wan re spas bikin jî kêm e. Di warê wêje, dîrok, mîtolojî, helbest, çîrok û romanê de gelek berhemên wan ên ku heta niha çapbûne hene. Lê mixabin pirtûkên wan ên ku amade ne ji ber sedemên ku me gotin nehatine çapkirin ji yên çapkirî gelekî bêhtir in. Ew pirtûkên ku wan nivîsandine ji bo gelek nivîskarên ku nû dest bi nivîsê dikin dibe îlham. Nivîskarên nû ji xwe re sûdê ji wan û nivîsên wan digirin.

Astengiyên li pêş nivîskarên girtî çi ne?

Li pêş nivîskarên girtî gelek astengî hene. A yekem ev e ku ne azad in, ma gelo ji vê mezintir tiştek heye. Ku bixwazin li ser tiştînan lêkolînê bikin, belge di dest wan de tune ne yan jî pir kêm in. Rêvebirên girtîgehan kovar, rojname û pirtûkên kurdî yên ku ji nivîskaran re tên şandin dest datînin ser. Mafên wan ên mirovahiyê tên binpêkirin.
Ji bo nivîs û xwendina wan şert û merc ne li cî ne. Bûyera dawî ku qewimiye di çapemeniyê de jî cih girt, pirtûka hevalê me Bahadîn Robar “Antolojiya Dengbêjên Botanê” li girtîgeha Bandirma ku girêdayî Balikesirê ye, hat qedexekirin û nedan girtiyan.

Sazî û rêxistinên nivîskaran çiqas li mafê nivîskarên girtî xwedî derdikevin. Ji bo mafê nivîskarên girtî bêne parastin, hûn jî wekî komele di nav de, divê ew sazî çi bikin?

Bi rastî di vî warî de em bi tevahî nivîskar, wêjekar, rewşenbîr, sazî, komele, rêxistin û gel li miqabilî nivîskarên girtî wezîfeyên xwe bikarnaynin. An em li wan xwedî dernakevin an jî bi qasî ku pêwîst e em li wan xwedî derdikevin. Wek mînak; bi sedan berhemên wan amade ne û ji ber ku derfetên saziyên me tune ne ku wan bidin çapkirin, weşanxane jî hin jê pirsgirêkên wan ên aborî pir zêde ne û hin jê jî ji bo ku bi awayekî bazirganî difikirin di çapkirina pirtûkan de pir nabin alîkar. Pirtûkên kurdî yên ku tên çapkirin jî ji ber ku nayên firotin û gelek jê jî mesrefa xwe jî dernaxin dibin pirsgirêkek mezin. Ji ber van sedemên ku me anîne ziman nahilên qasî ku em dixwazin piştgiriyê bidin wan. Ev tiştê ku ez dibêjim wek xwe rexnekirinekê jî ez tînim ziman. Lazim e ku em temamê rê û rêbazan biceribînin û vê pirsgirêkê çareser bikin. Lewra ew ji bo me tevan rûmet in.
Li miqabilî fedakariya ku ew dikin û tengasiyên ku ew tê de ne tiştên ku em ji xwe re dikin sedem bi rastî jî şerm e ji bo me. Gava derfet pir bin her kes dikare alîkariyê bike ya muhîm ew e ku mirov di tengasiyan de bikaribe gavên mezin bavê je.

Divê ku em kesayet, sazî, rêxistin û gel bi awayekî kurdîhez, pirtûkhez û bi dilsoziya zimanê kurdî li pirtûkên kurdî xwedî derbikevin, bixwînin, bikirin, diyariyê hev bikin û bi taybet jî yên girtiyan. Divê ku bi tevahî em li wan xwedî derkevin, piştgiriyê bidin wan û ji bo ku azad bijîn û binivîsin çi têkeve ser milên me em bikin. Bi vê mebestê belkî ev çalakiya ku em pêk tînin bibe gava yekemîn.

Bi van hestan ez ji bo komele, sazî û gelê me dixwazim ku çalakî li kîjan bajarî çêbibe bila bibe li nivîskarên kurd û kurdî yên li girtîgehan xwedî derkevin, piştgiriyê bidin wan û pirtûkên wan bikirin. Eger di destên wan de ew pirtûk hebin jî bila bikirin û diyarî dost û hevalên xwe bikin.

Ahmet Çelîk kîye?

Di sala 1965’an de li bajarê Mêrdînê li navçeya Qoserê hatiye dinê. Li zanîngeha Dîcleyê Fakulteya Endezyariyê beşa (Elektrîkê) û li Zanîngeha Anadolûyê jî Fakulteya Rêvebiriya Gelemperî kuta kiriye. Di sala 2016’an de bi awayekî bêhiqûqî bi KHK’ê ji karmendiyê hat avêtin. Di sala 2019’an de ji bo damezrandina Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê kar û xebat kir û niha jî wek sekreterê giştî di komelê de cî digire.