Rojnameya Heftane

Divê ev çand wenda nebe

Heta niha kilamên ku me gotine, me ne ji dengbêjan lê ji nav gel bihîstine. Jixwe stranbêj çawa tê hesabê wan bi ekîba xwe ya mûzîkê re kilamên kurdî yên berê hatine gotin tevî bi şaşî dibêjin, lê yên me giş kilamên me yên gelêrî yên kevn in; me ne tişt pê ve kirine me ne lê zêde kirine

Zeynel Bulut

Demek e li ser torên medyaya civakî du dengbêjên bi navên Xelîl Bayindir û Şefîq Yilmaz, kilamên kevin dibêjin û belav dikin. Diyar dikin ku ew dixwazin çanda berê ya kilamên kurdan biparêzin û şêweyên dawetên berê zindî bikin. Me jî xwest ku em ji nêz ve van her du xemxur û dilsozên çanda kurdî nas bikin û xebata wan bi xwînerên xwe re parve bikin.

Birayên hêja Şefîq û Xelîl, destpêkê em dixwazin we nas bikin.

Şefîq: Ez bi eslê xwe ji Kanîreşa Çewlîgê me, ji gundê Tuxlanê. Li vî gundî 40-45 sal in dijîm. Min jiyana xwe tev li wir derbas kiriye. Halê hazir em hîna li wir dijîn.

Xelîl: Ez û hevalê Şefîq, em ji gundekî ne, gundê Tuxlanê. Em hevalên hev ên zarokatiyê ne û niha jî li Kanîreşê, li gundê Tuxlanê dijîn. Dikaneke min a biçûk heye, esnafiyê jî dikin.

We kengî û çawa dest bi dengbêjiyê kir?

Xelîl: Ez diçûm dawetan, min mêze dikir orkestra filan û hema hema kurdên welatê me tenê dilîstin. Zimanê kevin û kilamên kevin giş ji holê radibûn. Ji lîstikên me ber bi mîsketê ve çûn. Min jî got, em xebateke çer bikin. Ez û hevalê Şefîq em bi hev re li ser vê meselê fikirîn. Me yekcaran kilamên ji holê rabûne bi hev re digotin, dû ra me li ser malperên civakî belav kir. Sedema vê yekê ew bû; me got ev kultura ku ji nav miletê rabûye dîsa bînin pêş gel. Em van kilamên ku dibêjin giş ên kevnare ne, yên ji holê rabûne.

Tu li ser vê meseleyê çi dibêjî, birayê Şefîq?

Şefîq: Eynî wekî kek Xelîl got wiha ye. Xelîl ji min re got lazim e em vî karî baş bikin û bila zimanê kurdî, zimanê me, kultura me winda nebe. Min jî got kekê Xelîl em bi hev re çi şixul dikin bi hev re bikin qet pirsgirêk nîn e, me dest pê kir. Û pir însan, pir mirov ji kilamên me yên kevn hez kirin; kilamên me pir hatin hezkirin. Em berdewam dikin. Înşellah Xwedê li hev bîne, em ê ji bo kurdan ji bo xelkê xwe hewl bidin da ku zimanê me yê kevn wenda nebe. Em karê xwe wiha berdewam dikin.

Siheta we xweş be. Ev demeke kurt e me we li ser medyaya civakî nas kirin, lê belê hûn bi salan e dengbêjiyê dikin û vê kevneşopiyê didomînin. Îro di civakê de hûn tên nasîn û hatine asta fenomeniyê. Li ser vê yekê hûn çi dibêjin?

Şefîq: Fenomenî, belê mirov bi giştî ji me re dibêjin hûn fenomen in. Em fenomenên gelê xwe ne. Miletê kurd ê li kultura xwe xwedî derketin wan em kirin fenomen. Kesên li Ewropayê dijîn, ên li metrepolan dijîn giş peyamên pir xweş ji me re dişînin. Dibêjin em xebata we pîroz dikin. Va xebateke herî mezin e, hûn tînin pêş me. Dibêjin we em teze birin welat; we em teze birin zaroktiya me; we em birin evîna me, yanî kêfa wan pir ji me re tê. Li ser malperên civakî li her derê jî me dişopînin. Ji me re alîkariyê dikin, peyamên xweş dişînin. Ez ji birayê xwe re awa bêjim; di dilê însanan de ew kilamên kevn pir mane, yanî giş kêfa wan jê re tînin. Dibêjin em çawa ji we re alîkariyê bikin; em çer bikin hûn vî tiştî pêş ve bibin. We teze van tiştan anî pêş gel, ew ji holê rabûbû. Mesela li welatên me bi kom û ekîbên mûzîkê dawet û kilam dihatin gotin; vaye dora çar pênc meh in me dest bi vî karî kiriye. Tu bawer bike ev çend dawet in ez derim wek zemanên berê, salên  90’î diketin destên hev, yekî kilam digot yekî lê vedigerand. Niha jî hêdî hêdî vaye em dest pê dikin ku wê çanda xwe vegerînin şahiyên xwe. Ev yek jî ji bo me kêfxweşî û serbilindî ye.

Ev tişteke xwezayî bû yan fikrek bû ku hûn pê de çûn?

Şefîq: Di ruhê min de ev yek hebû. Min pir kilam digotin. Ji zarokatiyê heta niha min di dawetan de pir digotin; tim di qelbê min de kilam û gotin hebûn li dawetan be, li her derê min kilam digotin. Yanî pê sebra me tê, pê dilê me xweş dibe.

Yanî tora civakî ji we re bû amûrek?

Şefîq: Eynî wiha ye. Ew bû amûrek. Rast e dirust e wek mîna ku karek pir qedîm bû bi me xweş bû yanî. Pir tişteke xweş e û gelekî kêfa me jê re tê.

Niha şêwaza hûn distrên, şêwazeke kevnare ye. Bi salan e ev şêwaz hatiye bikaranîn, lê bi derketina enstrûmanên muzîkê re, bi taybetî piştî salên 90’î dawet veguherîn muzîkê. Piştî ewqas sal, we careke din ev yek zindî kir, di hişê mirovan û civakê de. Yanî we dawetên berê xist bîra civakê. Gelo niha civak li vê şêwaza hatiye jibîrkirin çawa dinêre?

Xelîl: Ez dikarim bêjim ji sedî nodê civakê pir bi vî karî kêfxweş e. Te aniha got kilamên kevn, îro ez lê dinêrim kurdên li metrepolan, dawetan bide aliyekî, bi zarokên xwe re bi kurdî naaxivin. Ê li dû vê xebata me, mesela em rojên pêşiyê çûn Stenbolê pir heval hatin hinda me. Ji me re gotin mala we ava be; gotin zarokên me jî we guhdarî dikin, kilamên we bala gelek zarokan jî dikişînin. Gotin em xebata we pîroz dikin. Heta niha kilamên me gotine, tu stranbêjekî negotiye. Jixwe stranbêj çer tê hesabê wan bi ekîba xwe ya mûzîkê re kilamên kurdî yên berê hatine gotin wisa dibêjin. Giş bi şaşî û hema çer hat kêfa wan wer dibêjin, lê yê me giş kilamên me yên gelêrî yên kevn in. Me ne tişt pê ve kirine, me ne kêm kirine. Em ê wiha jî berdewam bikin; em ê xebata xwe jî bêtir mezin bikin. Li welatê Serhedê, berê mesela kal hebûn; diketin dawetan heta sibê kilamên wan nediqediyan. Em aniha gund bi gund derin cem wan; em dibêjin kilamaan ji me re bêjin û wiha em sûdê ji wan digirin.

Hûn dibîhîzin, li ser dixebitin û dibêjin. Li gorî we, muzîka nûjen a niha di civakê de bêtir li pêş e, çi bandora wê li dengbêjî/stranbêjiya gelêrî heye? An jî zirar daye vê çandê?

Xelîl: Pir zirar daye vê çanda kevnar. Mesela ez lê dinêrim, ew kilamên kevn ên dawetên berê, em zarok bûn însanên me yên mezin welatiyan digotin. Ez lê mêze dikim, giş şaş kirine. Yanî dengbêjî jî kuştine; kilamên dawetên berê kuştine; dîroka kevnar jî kuştine, wan giş bi şaşî dixwînin. Lewre em xebata xwe wekî tekoşînekê dibînin, li hemberî xirakirina van stranên me yên kevnar. Em tişta rast a berê li gorî çanda xwe ya kevnar bi pêş dixin. Ez û hevalê xwe Şefîq bi hev re.

Birayê Şefîq lazim e ku ev şêwaza muzîka kurdî , dengbêjiya kurdî bê parastin, lê wê çawa bê parastin li gorî we? Çimkî îro civak bi rastî jî bi hesreta parastina dengbêjiya kurdî ye ya hûn pê distrên.

Şefîq: Lazim e ku miletê kurd her demê kilamên kevn ê berê bibêje. Li dawetan bibêje, li şînan bibêje da ku wenda nebe. Ev pir tiştekî muhîm e. Heke bi zimanê kurdî, kilamên kevn her mirov li dawet û şînên xwe bibêje, dê zimanê kurdî klamên kevn neyên jibîrkirin; dê zindî bimînin. Kurd li her derê bibêjin heke van kilamên xwe dewam bikin dê neyên wendakirin. Înşela wê gelê kurd dewam jî bike. Heya ku ji me were em ê bibêjin. Înşela wê piştî me jî gelek kes ji gelê me vê yekê berdewam bikin.

Em lê dinêrin, li ser torên medyaya civakî hûn baş tên şopandin û kilamên we pir belav dibin. Niha eleqeya gel ji bo xebatên we çawa ye?

Şefîq: Eleqeyeke gelekî baş û xurt heye. Xelkê ji me hez kiriye. Yanî ji vê şêweya me ya resen hez dikin. Yên li me dinêrin, kêfa wan ji me re tê. Dilê wan pir xweş dibe. Dibêjin we tiştekî pir xweş kiriye; kilamên we  pir xweş in.

Bi qasî em dişopînin û dibînin, hûn kilamên xwe li derve, li nav dar û daristanan û li ber çem û golan dibêjin? Cihekî we yê hûn lê kilaman dibêjin heye yan jî hûn tim li derve, li nav gel in?

Şefîq: Na, mekanekî me tune ye. Ez û kekê Xelîl em li cem hev rûdinin, tê bîra me hema em di cih de dibêjin. Kameraya me jî tune ye. Hema tê aqilê me, em telefona xwe vedikin û em jê re dibêjin û paşê em li ser înternetê belav dikin.

Kekê Xelîl, hûn xebateke giranbiha dikin; hûn dengbêjiyê ji nû ve zindî dikin. Ji bo ev kar bi awayekî baş were kirin, ji bo siberojê çi plan û projeyên we hene?

Xelîl: Plan û projeyên me ji bo siberojê pir zêde hene. Em dixwazin vî tiştî pir pir pêş ve bibin. Însanên me yên bêtir xwe di vî karî de bi pêş ve birine dikarin alîkariya me bikin. Rê li pêşiya me vekin da ku em vê xebatê pir zêde mezintir bikin û  li her derê belav bikin. Em ji bo vê xebateke xweş dixwazin bikin. Ha ji me çi hatiye? Em dixebitin, kilaman ezber dikin. Ez û hevalê Şefîq em dibêjin û li ser 3-4 çar malperên civakî parve dikin. Em wisa digihînin gel. Înşela ji bo pêşerojê jî ji destê me çi xebat hatibe, di serê me de mejiyê me de çi geriyabe, înşela em ê bigihînin ber destê gelê xwe. Em dixwazin ku vê çanda wenda bûye, di nav gelê xwe de belav bikin. Em dixwazin xwe bigihînin gelê xwe yên li metrepolan û li welatên cîhanê belav bûne. Înşela ew ê berdewam bike.

Alîkariyek an jî derfetek ji we re tê veqetandin heye yan na? Yanî dema ku em lê dinêrin ji bo vê yekê kulfetek lazim e, mesrefek lazim e; ji bo ku ev li ser piyan bimîne, ji bo ku hûn jî kar û xebata xwe bi pêş bixin.

Xelîl: Hin heval li ser malperên civakî dinivîsin, dibêjin hûn bûne fenomen û pere qezenc dikin. Bi Xwedê me ne pere qezenc kiriye ne jî me ji bo pere vî  karî kiriye. Xebateke wisa di hişê me de jî derbas nebûye. Xebata me ji bo çanda me, ev a ji holê rabûye însanan ji bîr kiriye; ji orf û adetê xwe derketine. Em li dijî van tevan têdikoşin û dixwazin wê çandê dîsa bidin jiyîn. Tu alîkariyek me negirtiye. Em her du jî li gund dijîn. Em xebatên xwe bi qasî îmkanên ku di destê me de hene, li gundan û li kolanan bigerin û vî karî pêş ve bibin.  Em ji bo vê xebatê dikin. Alîkariya ku em dixwazin ew ên ku li ser vê çandê nivîsandinên wan hebin, kesên xwe pêş ve birine dikarin rê li ber me vekin, ev tişt ji bo me dewlemendî ye.

Dawî jî em silavên xwe yên germ ji wan re dişînin. Daxwazên wan hebin dikarin ji me re peyaman bişînin. Kêmasiyên me hebin dikarin bêjin. Rexneyên xwe dikarin binivîsin. Li ser medyaya civakî jî dikarin binivîsin. Înşela em ê xebatên xwe mezintir bikin.

Ez xebata Xwebûnê jî pîroz dikim. Serkeftinê dixwazim ji bo we.

Şefîq Yilmaz û Xelîl Bayindir kî ne?

Şefîq Yilmaz (45) û Xelîl Bayindir (41) du dengbêj in. Ew ji gundê Tuxlanê yê navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê ne. Xelîl li Kanîreşê esnaf e û Şefîq jî bi karê ceyranê re mijûl dibe. Bi mebesta lêvegera li çanda kurdan a kevnare ku wenda dibe, wan dest bi projeyekê kiriye. Kilaman bi şêweya ku berê çawa li şahiyan dihatin gotin, bêyî amûrên mûzîkê dibêjin û li hev vedigerînin. Demek e li ser medyaya civakî bala gelek kesan dikişînên ser xwe.