19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Divê ev roj bibe her roj

Di her çîrokeke jinekê de, hem serkeftin hene hem jî êş, tunehesibandin, hepiskirina di malê de û kolekirin hene ku ji aliyê hişmendiya serdest ve bi dîrokeke qerase hatiye avakirin. Em tev dizanin ku bi hezaran sal in, jin di her qadê de tê eciqandin û keda wan tê binaxkirin.

Bi munesebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, me berê xwe da hin jinên di qadên cuda de dixebitin.

Li Rojava barê du qat

Nûrşan Hisên

Nûrşan Hisên a ji bajarê Efrînê ye, ji sala 2012’an ve li Rojava di nav xebatên civakî de cih girtiye û niha di xebatên

dîplomasiyê de wek nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li başûrê Kurdistanê de cih digire.
Hisên têkildarî zehmetiyên ku di qada siyasetê de jiyane wiha got: “Li aliyekî diviyabû em xebatên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi rê ve bibin û li hember zihniyeta rêjîma Baasê têbikoşin, li aliyê din jî diviyabû em li hember kevneşopiyên civaka xwe ya ku bi hêsanî hezim nake jin bikeve qada siyasetê, têbikoşin. Ji bo wê jî barê li ser milê me jinan du qat giran bû. Yek ji prensîbên Rêveberiya Xweser a Rojava pergala hevserokatiyê bû, lê belê gelek astengî û zehmetî hatin beramberî me. Ji ber ku zihniyeta zilamperestî ya bi salan e xwe berdaye nav rehên civakê, konsepta parvekirinê napejirîne. Parvekirin jî yek ji bingeha demokrasiyê ye.”

Nûrşan Hisên diyar kir ku Roja Jinên Kedkar a Cîhanê sembola nirxdayîna keda jinan e û ev tişt anî ziman: “Êdî tê zanîn ku cîhan bi hezaran salan wekî cîhana zilaman hatiye birêvebirin. Nijadperestî, olperestî, zayendperestî û gelek pirsgirêkên binyadî yên civakê weke encamên vê zihniyetê derketine û bûne sedema şeran û kuştinan. Li milekî din gelek pirsgirêkên xeternak di xwezayê de derketine, em wekî mirov di roja me ya îro de li hember hawirdorê bûne sûcdarên nayên efûkirin û jiyana zindiyan ketiye metirsiyeke cidî û nexweşiyên biyolojîk her diçin zêde dibin. Ev hemû encamên jirêderketina nirxên civakê yên exlaqî ne.”

Hisên ragihand ku nivîsandina dîroka azadiya jinan li ser milê civaka kurd berpirsyariyeke exlaqî, bi taybetî berpirsyariya jin û ciwanan e û wiha domand: “Ne tenê ne 8’ê Adarê, divê hemû roj ji bo me bibin rojên têkoşîn û xebatê, divê em weke jin di vê prensîbê de gavan bi paş de navêjin û rojane di avakirina dadweriya civakî de afirîner û xwedî raman bin. Birêz Abdullah Ocalan nexşerêya azadiya jinan bi kûrahî daniye û weke fîlozofê azadiya jinan di nav gelan de hatiye naskirin. Ji bo wê jî, ramanên wî ji bo me jinên kurd bûye weke xeteke jêneveger.”

Emîne Şîlan Yuksekkaya

Jin di qada hunerê de…

Hunermend Emîne Şîlan Yuksekkaya jî bi salan di nav Koma Azad de cih girtiye. Wê kedeke mezin daye muzîka kurdî û hê jî wek hunermendekê karê xwe didomîne. Şîlan Yûksekkaya der barê zehmetiyên dijîn de wiha got: “Tê zanîn ku bi hezaran sal in, jin di her qadê de hatiye tunekirin. Yek ji van qadan jî qada hunerê ye ku zihniyeta mêran xwe wek pêşengê hunerê dibîne û hemû amûrên hunerî li gorî xwe bi kar tîne. Huner li ser axa Mezopotamyayê bi giştî bi destê jinan hatiye afirandin. Ligel hemû zehmetiyên ku hişmendiya serdest li hember hunera me, zimanê me ava dike wek her jineke kurd ez jî li ber xwe didim. Ya rast dema min nû dest bi muzîkê kir di serî de li dijî hişmendiya baviksalariyê min li ber xwe da. Nêzîkatiyên ‘dê jin çawa derkevin ser dikê’ jî hebûn, helbet min ev zehmetî tev dan pêşiya xwe û dest bi hunerê kir. Nêzî 25-30 sal in li dijî hişmendiya baviksalar bi stran û sekna xwe têdikoşim.”

Yuksekkaya têkildarî wateya 8’ê Adarê got ku diyarkirina tenê rojekê ji bo jinên cîhanê ne di cih de ye û ev tişt anî ziman: “Îro jin di her qadê de xwedî kedeke giranbuha ne, her roj li ber xwe didin, geh li malê, geh li derve, geh di nav hunerê de yanî roja jinên kedkar tenê ne rojek e her roj e.”

Esen Saçik

Mêr xwe xwedayê malê dihesibinîn

Esen Saçik jineke ciwan û dayika 4 zarokan e. Ew di temenekî biçûk de zewiciye û berpirsiyariyên kar û barên malê yên giran girtiye ser milê xwe. Ew jî yek ji wan jinan e ku bi darê zorê hatiye zewicandin. Saçik der barê jiyana xwe ya rojane û kar û barê malê de wiha axivî: “Em di malê de ji aliyekî ve karên malê yên rojane dikin, ji aliyekî ve berpirsiyariyên zarokan dişopînin û ji aliyekî din ve jî gotinên rojane yên dema bavê zarokan dibihîzin. Bi rastî jî karên rojane ji bo mêran pir hêsan xuya dibe û jixwe mêr wek ku ‘jin di malê de tu karî nake, jin ji bo karê malê hatine afirandin’ mêze dikin. Ji bo çi? Ji bo ku ew bixwe çend quriş pere tînin malê xwe wek xwedanê malê dihesibînin. Em tim di nav derûniyeke bi vî rengî de û rastî muameleyên xirab tên. Ji bo vê yekê jî hewce ye jin serî li ber mêran netewînin. Em jin in, bila mêr bi çavên xizmekaran li me nenêrin. Ev pirsgirêka herî mezin a jinan e.”

Saçik di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser zehmetiyan û wiha got: “Derketina derve wekî diyariyek e ji bo min. Em jî carna bi hêrs dibin û dixwazin bi tena serê xwe bimeşin ji karê malê û ji derdê zarokan hinekî dûr bikevin lê mixabin ev jî ji aliyê civakê ve dibe pirsgirêk. Ji ber tirs û xofa mêrên qirêj em newêrin bi tena serê xwe derkevin. Pirsgirêk ne derketina min a derve ye, pirsgirêk hişmendiya mêran e. Mêr ji aqilê jinan ditirsin û dixwazin bi hêza xwe ya fizîkî jinan têk bibin. Siyaseteke qirêj di jiyana jinan de didin meşandin. Em ê vê nêrînê bişkînin û nêrîna civakê ya negatîf a li ser jinan biguherînin.”

Her wiha Esen Saçik ji bo roja 8’ê Adarê jî dest nîşan kir ku di her şahî û çalakiyên 8’ê Adarê de ruh û berxwedana jinan a kolektîf heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “8’ê Adarê avakirina têkoşînê ye, nirx û keda jinan e. Di bingeha têkoşîna 8’ê Adarê de ruhê wan jinên ku ji aliyê mêran ve hatine şewitandin heye, ji ber wê 8’ê Adarê ji bo min gelekî bi wate ye. Ez bi rêzdarî wan jinan bi bîr tînim.”

Cîhan Bîlgîn

Divê ev roj bibe her roja jinan

Cîhan Bîlgîn nêzî 5 sal in li Rojava rojnamegeriyê dike û şahidiya şoreşa jinan dike. Cîhan di axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana jinên li Rovaja û ev tişt anî ziman: “Tişta herî balkêş li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rojane 8’ê Adarê ye. Ji ber li gor wateya wê rojê jin di nav têkoşîn û berxwedanê de ne. Her çiqas êrîş û gef li ser herêmê berdewam bikin jî sekna şêniyan zelal e. Her wiha vê têkoşînê bandoreke mezin li hişmendiya mêran jî kiriye. Ev têkoşîn bi salan e berdewam dike û ne bi hêsanî hatiye vê astê. Gelek berdêl hatin dayîn û hêj tên dayîn lê hatiye wê astê ku êdî her kes berê xwe dide herêmê û li ser berxwedana jinan û şoreşê filman û stranan çêdikin, pirtûkan dinivîsin.”

Bîlgîn diyar kir ku ji bo jinan 8’ê Adarê girîng e lê tişta herî girîng jî her roj bi ruhê 8’ê Adarê xwe tevlîkirina berxwedana gelan e û wiha domand: “Ne tenê rojek her roj roja jinan e. Bi berxwedanên gelek mezin ev roj hat ragihandin. Rojeke dîrokî ye lê sînordarkiria wateya azadî, têkoşîn, berxwedana jinan a tenê di vê rojê de, armanca dewletan e ku bi hişmendiya zilam tevdigerin. Li dijî hişmendiya zilamperest, bidestxistina rojekê bo jinan serkeftinek e lê wateya wê rojê di hemû rojan de belavkirin esas e.”

Cîhan Bîlgîn têkildarî zehmetiyên ku wek jinek rojnamger rû bi rû dimîne jî ev tişt anî ziman: “Di êrîşên dewleta tirk a li ser herêmê de, zehmetiyên herî mezin rojnamegerên vir dijîn. Li herêmê di dema şopandina şer de, rojnameger yekser hatin hedefgirtin. Di êrîşan de gelek hevalên me yên rojnameger jî şehîd bûn. Ez wan bi bîr tînim. Her wiha di dema êrîşan de şebekeyên telefonan hemû tên sekinandin ku ji bo heqîqet neyê ragihandin. Ev jî ji wan zehmetiyan e. Lê erka sereke bi rêya wêne, foto yan jî nûçeyan ragihandina van hovîtiyan e. Ev armanc nahelê ku ez winda bibin.”

Hediye Guneş

Di sendîkayê de jin

Hediye Guneş sosyolog e û li TUM-BELSEN’a KESK’ê ya şaxa Mêrdînê sekretera jin e. Guneş ragihand ku rêxistinbûna sendîkayî ya jinan ji bo tevlîbûna wan û wekheviyê girîng e û wiha got: “Tê zanîn ku qada sendîkayê wek qada mêran tê pênasekirin. Bi vê yekê ve girêdayî, jin di vê qadê de jî tune tên hesibandin û hejmara jinan di vê qadê de kêm e. Yên heyî jî bi meaşekî pir kêm dixebitin, di karên bêkêr de di bin şert û mercên zor de dişixulin. Ji bo vê yekê jî di qada sendîkayê de jin xuya nabin. Tevlîbûna karên sendîkayê tê zanîn ku piştî mesayiya kar dest pê dike lê ji ber ku kar û barên malê jî wek ‘karên jinan a yekemîn’ tê hesibandin mêr xwe wek hakimê vê qadê dibînin. Ji bo vê jî jinên ku di vê qadê de xwe bi rêxistin kirine zêde nayên hezkirin.”

Her wiha Guneş diyar kir ku hem li qada sendikayê hem jî li her qadên jiyanê jin li her deverê cîhanê li ber xwe didin û 8’ê Adarê li hemû jinên kedkar pîroz kir.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê