25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Divê gelê Başûr xwe birêxistin bike’

Çavdêrê siyasî Nebez Xalid destnîşankir ku dewleta tirk berî li ser xaka başûrê Kurdistanê dest bi êrîşa leşkerî bike, di warê aborî, siyasî, çandî û perwerdeyê de başûrê Kurdistanê dagir kiribû. Nebez Xalid got, divê gel li benda desthilatê nemîne û li dijî dagirkeriyê xwe birêxistin bike.

‘Heftanîn ne destpêk e ’

Çavdêrê siyasî Nebez Xalid da zanîn şerê ku niha li Heftanînê heye û dagirkeriya ku dewleta tirk rojane li ser başûrê Kurdistanê dimeşîne, ne destpêka dagirkeriyê ye û wiha got: “Ji beriya destpêkirina êrîşa leşkerî, bi rêya aborî, siyasî, perwerde û bazirganiyê her wiha avakirina baregehên sîxurî û leşkerî başûrê Kurdistanê hatibû dagirkirin.”

‘Xeta pêşî parastinê dike’

Di dewamê de Xalid Nebez balkişand ser berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriya tirkan û wiha domand: “Ya ku niha li dijî dagirkeriya tirkan li ber xwe dide xeta berxwedaniyê ye. Ev xet rasterast parastina başûrê Kurdistanê dike. Dijminên vê xeta berxwedaniyê jî rasterast alîkariya dewleta tirk dikin. Metirsiya vê dagirkeriyê li pêş çavê cihanê ye lê ji vê metirsîdartir ew e ku welatên serdest û civaka navneteweyî ji vê dagirkeriyê re bêdeng dimînin.”

‘Daxwaz Misaqî Milî ye’

Nebez wiha pê de çû; “Dewleta tirk xizmetê ji projeya îxwanî re dike. Dixwaze bandora îxwantiyê li ser herêmê bide ferzkirin û împaratoriya Osmaniyan zindî bike. Dixwaze bi zindîkirina Misaqî Milî wîlayeta Mûsil bixe jêrdesthilata xwe.”

‘Avakirina parastina cewherî’

Nebez Xalid desnîşan kir ku xwe birêxistin kirin û avakirina hêza parastina cewherî dikare bibe bersiveke xurt ji bo dagirkeran û wiha got: “Mînaka vê jî rojavayê Kurdistanê ye lê mixabin gelê başûrê Kurdistanê heta radeyekê bêxem e li beramberî êrîşên li ser Heftanîn û başûrê Kurdistanê tên kirin. Sedema vê yekê jî medyaya ser bi desthilatê ye ku rastiyan weke heyî nîşanî gel nadin. Di demekê de ku dewleta tirk welatiyên me qetil dike, kerameta me dixe bin lingên xwe, gundên me wêran dike û axa me dagir dike, gelek bê şermane dibêjin sedem PKK ye.”

‘Divê gel xwe birêxistin bike’

Çavdêrê siyasî Nebez Xalid da zanîn ew ji desthilata Başûr bê hêvî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê gelê Başûr fêm bike ku desthilata li başûrê Kurdistanê heye, ne di berjewendiya gel de ye. Hikûmetek xwemalî ku di berjewendiya gel de be nîne. Ji bo wê derî vekirî maye, her roj dewletek yan jî hêzek cuda êrîşî Başûr dike. Ji bo wê divê gel xwe bi rêxistin bike, parastinê bike û daxwazê ji hikûmetê neke.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê