25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Divê her kes xwedî li girtiyan derkeve

Li gorî rapor û daneyên ÎHD’ê li girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdistanê her ku diçe hejmara girtiyên nexweş zêde dibe û rexmî vê jî girtiyên nexweş nayên berdan. Li girtîgehan girtiyên nexweş ji ber ku nayên dermankirin û serbest nayên berdan yek bi yek jiyana xwe ji dest didin. Li gorî rapora Wezareta Edaletê ku ji bo budçeyê şand meclisê, Li gorî rapora Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a meha nîsan, gulan û hezîrana 2021’ê li girtîgehên Tirkiyeyê 287 hezar 94 kes girtî ne. Li gorî dane û raporên ÎHD 604 jê giran bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş li van girtîgehan in. Herî dawî girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay ê ku ji sala 1993’yan ve girtiye û nexweşiyên giran lê peyda bûne, di hevdîtina telefonê de gotiye ‘dibe ku hûn agahiya mirina min bigirin.’ Têkildarî rewşa dawî ya Abdulhalîm Kirtay em bi keça wî Herdem Merwanî re axivîn.
Keça Abdulhalîm Kirtay Herdem Merwanî der barê rewşa girtiyên nexweş de axivî û diyar kir ku ji ber ku siyasî ne, weke dîlên şer li wan dinêrin û ku berdana wan jî nêzik dibe dixwazin weke amûreke şerê derûniyê li ser me bidin meşandin û li hemberî civakê bi kar bînin

Rewşa girtiyên nexweş demeke dirêj e di rojevê de ye. Li gorî raporên ATK’ê divê girtiyên nexweş bên berdan lê nayên berdan. Abdulhalîm Kirtay jî yek ji wan e, ango bavê te. Tu ji bo van rewşan dikarî çi bibêjî?

Bavê min 29 sal in di zindanê de ye. Jixwe pir hindik maye, salek jî nemaye. Ji ber ku siyasî ne, weke dîlên şer li wan dinêrin û ku berdana wan jî nêzik dibe dixwazin weke amûreke şerê derûniyê ser me bidin meşandin û li hemberî civakê bi kar bînin. Naxwazin ku bi saxî bikevin nava civakê. Yan dixwazin cenazeyê wan ji me re bişînin yan jî dixwazin bikin nîvmirov û wisa bişînin. Ji ber vê bedel çi dibe bila bibe em vê yekê qebûl nakin. Ev zilm tenê li girtiyan nayê kirin, li ser malbatên girtiyan jî tê kirin. Mînak tiştên ku tenê di rojekê de bi me dan jiyîn tiştên ne ji rêzê û normal in. Di rojekê de serê sibê heta êvarê di navbera nexweşxane, emniyet, cendirme û zindanê de çûyîn û hatin tiştên ne normal e, ne tiştên ku bêne qebûlkirin e. Yanî hinek tişt hene tenê hêviya malbat û çapemeniyê ve tên hiştin ez vê jî rast nabînim. Di vir de kar dikeve ser milê her kesî. Karê ku dikeve ser milê siyasetmedaran heye, dikeve ser milê hiqûqnasan û doxtoran heye. Ango li ser her saziyan heye. Mînak ez bibêjim saziyên me yên ku herî zêde xwe jê dûr digirin saziyên ziman in. Ew sazî jî wekî hemû kurdan dikarin xwedî lê derkevin. Ji ber ku zimanê kurdî jî bê kurd nabe. Ji ber vê yekê jî ger ku kurdekî di bin xetereyê de be, saziyên ku herî zêde dûrî van tiştan bê dîtin jî divê bêdeng nemînin. Ji ber vê jî banga min ji her kesî re heye, ji biçûkan bigire heya mezinan, ji saziyan heya şexsan divê dengê me bibihîsin. Ez li hemberî vê gotinê me jî; ‘Bêdengî mirov dikuje.’ Yanî em bi hezaran in, bi milyonan in çima bêdengî dikuje? Ê wisa be em tev berpirsyar in. Em bêdeng in ku bêdengî dikuje. Lê her kes ji me ku bi wijdanê xwe biaxive wê çaxê dê bêdengî me nekuje. Di dema dawî de ji ber ku cezayê wî hindik maye êdî vê tedawiyê jî wek amûreke îşkenceyê bi kar tînin.

Beriya her tiştî divê hinek tişt tenê li ser malbatê neyê hiştin. Yanî wekî malbatekê em qet tiştekî nikaribin bikin jî em ê dengê xwe li hemû cîhanê bidin bihîstin. Em nasekinin, em ê li kêleka wan bin. Ji ber ku em vê wekî rûmet û wijdan dibînin. Em ê li kêleka wan bin, wan bi tenê nehêlin. Lê raya giştî divê hestiyar be. Her kes dikare tiştekî bike. Hinek tişt hene bi hiqûqê xelas dibe, lê em wekî malbat nikarin van karan bikin. Hinek tişt jî hene bi siyasetê xelas dibin, hiqûq nikare bike. Ji ber vê tiştê ku em di vê demê de ji raya giştî dixwazin ne tenê ji bo bavê min, ji bo hemû girtiyên nexweş û temenmezin ku gelek bi nexweşiyên giran re rû bi rû mane hestiyariyek çêbibe. Vê demê em dibêjin bila her kes li kêleka me be û ez bi awayekî zelal dibêjim ên ku di vê rewşê de ne li kêleka me bin û heke tiştek qewimî, tiştek bi serê wan hat şûnve bila êdî kes neyê ser cenazeyê me û bila kes sloganan jî neavêje. Ji bo me û ji bo hinek kesan dibe ku ev rewş tiştekî pir hêsan be lê belê ev ji bo zarokên wan, malbata wan tiştekî ne hêsan e. Mînak ez difikirim ku bavê min li nexweşxaneyê di bin siya leşkeran de, kelepçe di destên wî de tedawî dibine, ev jixwe ji bo me qiyamet e. Ji bo vê jî divê hinekî ji me fêm bikin. Ne ku em vala ne û em dixwazin ji xwe re rojevekê ava bikin, rastiyek heye û em dixwazin li pey vê rastiyê herin, em li ser vê rastiyê bisekinin û bila raya giştî jî dengê wijdanê xwe guhdar bikin û li kêleka me bin. Bi rastî jî yên ku îro ne li kêleka me bin sibê em wan li kêleka xwe qebûl nakin. Ez vê jî wekî bertekeke malbatê û ser navê hemû malbatên girtiyan dibêjim. Kî li ba me be bila îro li ba me be.
Abdulhalîm Kirtay di hevdîtina telefonê de gotiye ku ‘dibe ku hûn agahiya mirina min bibihîzin.’ Rewşa tendirustiya wî çi ye, çi nexweşiyên wî hene?

Ji bo niha ez di der barê tenduristiya bavê xwe de, di her milî de biguman nêz dibim. Ez tenê dikarim bibêjim ku rewşa bavê min ne baş e û heta niha me tu agahiyeke zelal bi dest nexistiye. Ji wan agahî girtin jî weke amûreke îşkenceyê li hember me tê bikaranîn. Hefteyek e tu agahiyên zelal bi me re parve nekirine. Ez tenê dizanim ku rewşa bavê min pir xerab e û bi rastî jî ew dixwazin zêdetir xerab bibe.

Mînak vê hefteya ku derbas bû ji xwe roja telefona bavê min bû. Di telefonê de ji me re ev tişt got: “Rewşa min nebaş e, ev du roj in ez di hucreyê de me, li ser min tundî heye, dibe ku hûn agahiya mirina min bigirin û ji bo her tiştî amade bin.” Piştî vê gotinê wisa dengê reqîna telefonê û dengê wî hat, kir axînî û pê re telefon hat girtin. Piştî vê em tim li zindanê geriyan, tu tiştek ji me re negotin. Tenê gotin ku tiştek wî tune ye. Jixwe beriya ku were ser telefonê jî geh digotin ne li vir e geh digotin nikare were û her carê tiştekî digotin. Êdî bi zorê, ku em pir li ser hev geriyan neçar man ku wî bînin ser telefonê. Piştî ev telefon ji destê wî ket êdî wî neanîn. Êdî ku em li zindanê digeriyan digotin li nexweşxaneyê ye, em li nexweşxaneyê digeriyan digotin ne li vir e. Welhasil piştre me parlementer û parêzeran kir navberê tu agahî nedan wan jî. Ji bo wan jî pirsgirêk derxistin. Bi hinceta pandemî heye nedihiştin hevdîtin pêk werin.

Hevdîtinên te û parêzeran pê re çêdibe an na? Agahiyên nû li ber destê te hebin tu dikarî bi me re parve bikî?

Jixwe li girtîgehên ji me dûr tên girtin. Em nikarin herin. Malbatên ku nêzî wan hebin ew diçin. Ji ber ku nexweş in jî dibêjin li nexweşxaneyan in û em nikarin hevdîtinan pêk bînin. Parêzer diçin ew jî ji ber vîrusa Covit-19 nikarin hevdîtin bikin. Vaye hefteyek e em li ser disekinin tenê bi qasî pênc deqîqeyan hevdîtin pêk hat. Ew jî ji dûr ve wî dîtiye, pê re axiviye. Ji vê şûn ve jî heta niha tu hevdîtineke me pê re çênebûye. Yanî ev korona jî bi serê xwe bû amûreke îşkenceyê.

Herî dawiyê soz dan gotin roja duşemê wê hevdîtinekê rû bi rû çêbibe. Em tev roja duşemê li benda hevdîtinê bûn. Em çûn zindanê, gotin li nexweşxaneyê ye. Li nexweşxaneyê jî gotin li emniyetê ye, li emniyetê jî gotin herin cem cendirmeyê. Yanî girtiyekî ku tu eleqeya wî bi emniyet û cendirmeyê tune ye. Dema ku ev tişt hatin kirin êdî em gihîştin wê fikrê ku me got bavê min şehîd ketiye û ew dixwazin me hêdî hêdî hîn bikin û dê dû re agahî bidin me. Herî dawî ji me re gotin tiştekî em bikin tune ye, rewş ev e, ji her tiştî re amade bin. Dû re saet di pêncan de parêzer diçe bi qasî pênc deqîqeyan hevdîtin pêk tîne û em pê hesiyan ku bi roj li nexweşxaneyê dimîne, bi şev jî dibin li revîrê digirin. Parêzer got ku rewşa wî nebaş e, bi zorê diaxivî, ji ber wê me zêde pirs jê nekirin, tenê îşkence lê bûye nebûye me jê pirsiye, wî gotiye ku îşkence nehatiye kirin.

Nexweşiyên wî yên kronîk û giran hene û demeke dirêj e girtiye. Divê li gorî van şertan di girtîgehê de nemîne. Çima nayê berdan û ji bo ku bê berdan heta niha te û parêzerên wî çi kir û ji bo berdana wî pêwist e çi bê kirin?

Xebatkarên nexweşxaneyê jî li gorî ku dibêjin nexweşekî giran e, divê yek rojekê jî di girtîgehê de nemine. Divê rojek beriya rojekê ev nexweş derkeve û li derve tedawiya wî bê kirin. Li hemberî vê rewşê divê rapor di destê me de hebin. Lê heta niha me tu rapor negirtiye. Îro du roj in dibêjin hûn ê rapor bigirin lê heta niha tu rapor negihiştine ber destên me. Nexweşiya şekir û tansiyonê bi bavê min re heye lê li gor vê rewşa dawiyê em dizanin tenê ev nexweşî nînin nexweşiyên cuda jî lê peyda bûne. Bavê min bi xwe jî digot ku ewqasî girtiyên nexweş ên giran hene, wî bi xwe jî nedixwest ku em wî bikin rojevê. Bi rastî em weke malbat jî di heman fikrê de ne. Ger ku bikevin rojevê bila tev bi hev re bikevin rojevê. Yanî di vê demê ez jî naxwazim tenê bavê min bikin rojevê. Ji ber ku bi hezaran kesên wekî bavê min hene û bi vê jî wijdanê me rehet nabe. Ji ber vê jî bila hemû girtiyên nexweş bibin rojev. Ez îro tenê ji bo bavê xwe bang nakim, nabêjim tenê bavê min berdin an jî bikin rojevê. Ger ku rojevek hebe bila tev bi hev re di rojevê de bin. Em cudatiyê naxwazin, yanî em weke malbatekî cudatiyê naxin navbera girtiyên nexweş. Nizanim nexweşiya filankes hindik e zêde ye, nexweşî nexweşî ye. Êdî ku giran bû pêve wateya berdanê namîne, wateya wê tedawiyê namîne. Me bi xwe dît yanî, berdan û şûnve hefteyek neqediya şehîd ketin. Ji ber vê yekê em bikin em tev bi hev re bikin rojevê. Bi rastî bi tenê, weke mirovekê wijdanê min jî qebûl nake. Tiştê ku ez dixwazim bila herkes li peywirên xwe xwedî derkevin. Ez vê gotinê jî dubare dikim, em ne mirovên vala ne û li cihê xwe rûnanên û ji xwe re jî rojevan ava nakin. Ji bo vê jî divê ev mijar di rojeva her kurdî de be û her yek ji me karê ku dikeve ser milên me heye. Hiqûq e, siyaset e, malbat in, mirovên demokrat in yanî mirovên xwedî wijdan divê xwedî li girtiyên nexweş derkevin.