spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Divê hêzên biyanî ji Lîbyayê derkevin

Yek ji mijarên sereke yên hevdîtina doh li Berlînê pêk hat ew bû ku hêzên biyanî û komên çete ji Lîbayayê werin derxistin.  Welatên têkildarî Lîbyayê an jî welatên ku destwerdana kar û barê vê welatî kirin, tev li paytexta Almanya Berlînê li hev civiyan. Di serî DYA, Tirkiye, Rûsya gelek welatên din jî tevli vê civînê bûn. Civîn di asta wezîrên karê derve yên van welatan de pêk hat.

Beriya civînê hikûmeta tirk bi riya alîgirên xwe yên di nava hikûmeta demikî ya Lîbyayê xwest ku were daxwaz kirin ku leşkerên tirk li wir bimînin heta ku hilbijartin pêk werin.

Lê di dawiya civînê de behsa tiştekî wiha nehate kirin. Di dawiya vê civînê de hate gotin ku ji bo hilbijartin bi rengekî demokratîk werin lidarxistin divê ku hemû hêzên biyanî û komên çete ji wî welatî derkevin.

Ji aliyekî din ve ji ber ku Tirkiye û Rûsyayê gelek çekdar ji Sûriyeyê şandibûn Lîbyayê di navbera van herdu welatan de  lihevkirinek çêbû ku derdora 300 çekdarên endamên komên çete ji Lîbyayê vekişînin. Wekî tê zanîn Rûsyayê ji bo piştgiriya artêşa Lîbyayê ya bi serokatiya Xelîfe Hefter gelek çekdar ji Sûriyeyê şandibûn jê re, her wiha hikûmeta tirk jî gelek endamên komên çete şandibûn bi hewara hikûmeta demikî a Ixwanan a bi serokatiya Fayiz El Serac .

Lewre jî her çendî li Sûriyeyê gelek bazar di navbera Rûsya û hikûmeta tirk de çêbûn û di encamê de li ser gelek tiştan li hev kirin, li Lîbayayê rewş hinekî cuda bû û nakokiya di navbera herdu aliyan de zêdetir bû.

Lê her çendî ku ne bi dilê wan welatan be jî piştî vê civînê dê her yek ji wan çekdarên girêdayî xwe ji Lîbyayê vekişînin, her wiha DYA’yê jî dê alîkariya wan bike. Lê nayê zanîn gelo dê wan çekdaran bibin li ku derê bicih bike.

Ji aliyekî din ve nûnera DYA’yê ya li Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas-Greenfield îro daxwaz kir ku hemû hêzêzn biyanî û komên çekdar ji Lîbayayê derkevin û got ku ev yek gava herî sereke ye ji bo çareserkirina aloziya Lîbyayê.

Tevî nerazîbûna Tirkiyeyê li ser vê xalê dîsa jî amadekariyên civîna Berlîn 2 di dawiya civîna xwe de gotin ku divê hemû hêzên biyanî û komên çete ji Lîbyayê derkevin da ku hilbijatinên xwe bikin û hikûmeteke nû ji xwe ava bikin.