25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Divê huner pirsan li hiş zêde bike

Der barê rewşa şanoya kurdî de, me vê carê hevpeyvîna xwe bi şanoger Peyman Îhsan re kir. Îhsan jî di bersivên xwe de hem behsa rewşa şanoyê ya giştî û hem jî behsa kar û xebatên xwe yên di warên cuda ên şanoyê de kir. Ji leystikvaniyê ta bi nivîskariya şanoyê, ji derhêneriyê ta bi mamostetiya di warê şanoyê de, şanoger Peyman Îhsan bersiva pirsên me dan.

Di pirtûka te ya şanoyê ya bi navê Şîzo de min rêbazeke cuda dît, yanî em hîn bûne ku di şanoyê de piranî nameyên siyasî yan jî çîrokên qerfî bibînin, lê te ew rêbaz tercih nekirin û te şanoya xwe bi rêbazeke cuda û felsefî nivisandiye, sedem çi ye?

Di hunerê de dema tiştek tê afirandin, piraniyê dixin çavên temaşevan de. Şîzo li himberî vê rêbazê ye, hin kodê şîzo hene, deşîfrasyona wan ji temaşevanan tê xwestin, şîzo li hemberî şanoya klasîk e, temaşevanên pasîf naxweze, dixweze temaşavan pirsan bike û bersivê bibîne, pirs û bersivê li jiyana xwe zêde bike.

Ne şaş bim te li Stenbolê dest bi karê şanogeriyê kiriye û paşê tu hatiyî Êlihê û te li wir xebatên xwe berdewam kiriye, çima û çi cudahî di navbera xebatên te yên li herdû cihan heye?

Stenbol di hêla hunerê de pir têr e, tiştên tu dizanî pir kes jî dizane . Stenbol ji bo şagirtiyê ji bo min rawestgeha yekem e . Yek jî bajar û civak tesîr dide reng û çiroka şanoyê, şanoya modern ya kurdî her çiqas li metrepolê ji dayik bûbe jî, deh panzdeh sal beriya vê jî di rihê şanoya kurdî de sebebê guhertinekê jî çêbûye. Ji aliyekî din ve jî li Stenbolê leystikvan hebe, dik hertim heye.

Êlih ji aliyê dîroka xwe de bajarekî nû ye, ji ber vê yekê pir tişt nû ne, şano jî . Deh donzdeh sal berê her çiqasî lîstikvan hebin jî lê kêm hebûn, dikê azad, qet tune bûn, yanê her tişt girêdayî me bû, hewce bû her tişt ji serî ve bê afrandin. Ev jî dibû sebebê heyecana me. Xebatên min ên di her du bajaran de jî giş dişibiyan hev. Ji ber ku her atolyeyek armancake xwe heye, şagirt jî çiqasî lêkolinê bike xebat jî di wê astê de berfireh dibe.
Ji bo Êlihê dibêjin: bajarê hunerê, her çiqasî vî bajarî ji bo hunerê tûrê xwe tije kiribe jî ji sala 2019’an ve ew tûr hêdî hêdî vala dibe. Dik heye êdî, lê çîroka şanoyê sist dibe.

We kedek mezin daye da ku şanoyeke we ya serbixwe hebe, dawî jî we dikeke şanoyê li Êlihê peyda kir, çima we xwestiye ku şanoya we serbixwe be?

Ji bo hunereke azad; a yekem mêjîyek azad hewce ye. Derûniya bindestiyê pir giran e. Di her sazî û civakê de kêm-zêde tu vê dibinî. Bindestiya mirov, bindestiya malbatê, bindestiya civak û bindestiya miletekî bandorê dide ser hunerê. Ji bo ku çiroka vê bandorê bi hunerî bînî ziman xweserîbûn ferz e.

Te çima ji lîstikvaniyê berê xwe da nivîskarî û derhêneriyê û niha rewşa dika we ya şanoyê ya bi navê Tov çi ye?

Min dev ji şanoyê bernedaye, wek listikvan an jî derhêner min niha li Êlihê navber daye şanoyê. Ji ber ku programa min a Êlihê heya vir bû. Dema ez hatim Êlihê, gel ji bo şanoyê cih nedida tu kesî, di çavên wan de şano wek tiştekî xetere bû an ji tiştek çewt. Komeleyên ku hebûn jî du mehan carekê derdiketin ser dikê. Ew ên ku cih nedidan şanogeran, îro dema avahiyan çêdikin hesabê şanogeran jî dikin û li jêr avahiyên nû jêrzemînên bilind çêdikin. Roja îro; sê çar dikê serbixwe û sê çar komeleyên serbixwe hene. Dema ez hatim Êlihê programa min ser van mijaran bû. Sebebê vê zêdahiyê ne ez tenê me, pir kes jî hene . Ez piranî gihiştim armanca xwe, ji ber vê yeke, ji Êlihê re mola ango bêhnvedan. Ev çend sale dinivisîm, vêga dixwazim berhemê xwe bidim hev. Ên ku hatibin asta têrbûnê, ez dê wan bişînim ber çapê, ên nehatine wê merhelê, ji bo hêjayî çapkirinê bin ez ê hêza xwe bidim ser û têr bikim. Ji bo nivîsê jî programek balkêş hewce ye. Tovê jî navber da ye, Ji ber ku ji Tovê çend komel bi naveke din ava bûn, yanî li xwe zêde kir. Tovê di xebatên xwe de girseya temaşevanên ku bi çalak lêpirsînê bike ji xwe re kir armanc. Leystikvanên wê jî têde peywira rawestgehê girtin ser xwe, listîkvan wexta ku hizreke nû peyda kir û fêhm kir divê biçe dereke din, Tov jî piştgiriya rêwîtiya leystikvanê xwe dike. Navê Tov û felsefeya wê ji bo zextê li ser leystikvan neafirîne, pêşniyarê dike ku leystikvan di bin navê ku xwe têde rihet hîs bike de bimeşe. Li Êlîhê ji Tovê re mola-navber. Belkî dem dema çûnê ye; an bajarek din an jî welatek din.

Şanoya kurdî çawa dikare bipêş bikeve û xwe bigihîne asta şanoyên bi zimanên din ên welatê Rojhilata Navîn?

Yekem plan û program, dûra di vê çerçoveyê de xwendin hewce ye. Di xwendina van çil salê borî de, serhildana çandê çawa bû, destpêka şanoyê bi çi rengî bû , heya meşa îro bi çi rengî guherî û sebebê guhertinê çi bû. Hewce ye ev bê femkirin.
Ewropa xwe bi yûwnana antîk ve gire dide. Em ne mecbûr in xwe bi vê ve gire bidin. Yek jî destpêka şano ya cîhan nêr e. Di dîroka me de Mîtra heye . Em mitrayî ne. Divê çand jî , şano jî, ji wê bê zêdekirin.

Di sed sala borî de , di şanoya netewî de ên ku bi nav û deng in . Hin kod ji xwe re wekî hêz girtin; bindestîya gel , bindestîya karker, bandora li ser kesan û hwd.
Kurd, bindest e, li gor min koda yekem ev e , ya duyem xweza ye . Hin deng û hareket bi me ve zeliqi ne. Xwe xilaskirin , azadiya laş û hiş, bi xwezayê dibe.
Kurd li himberî desthilatdar berxwedanekî bê hempa dike. Di hêla çand û hunerê de divê li bin sîwanekê bicivin. Hewce ye tu kes xwe li ser kesê din re nebîne, herkes, her komel, her sazî wekhev be, her fikir, her meş bê qebulkirin. Ne kurd, ne jî huner desthilatdarîyê qebûl dike.

Şanoyeke çawa dê bala temaşevanên kurd bikişîne ser xwe, yan jî bi gotineke din divê çawa şano bi rengekî rast xwe bigihîne gelê xwe?

Sed sala borî, desthilatdariyê, di hunera xwe de, kurda esmer, zeif, nezan anîn himberî me û wan an nebaş, an jî komîk nîşan dan. Gelek havalên me yên ku bi şanoyê ve eleqeder in, piranî bê zanîn li ser navê komediyê dibin alîkarê desthilatdariyê.
Komedî, drama, an jî terzek din, her kom, an her kes ji bo terza xwe , di tercîha xwe de azad e. Lê nikare temaşevanan bixapîne. Derhêner, nivîskar, lîstikvan hewce ye di vê hişmendîyê de be
Divê, huner hişyar bike, pirsa zêde bike. An jî huner ji bo hunerê be.
Di dixwazim dîsa bi bîr bixim, li gor min kodên şanoya kurdan; bindestî, xweza, çanda mîtrayî ye. Di vê çarçoweyê de terz çi be ne muhime.

Mirov dikare bêje ku şano li ba kurdan bi qerf û henekên qirdikên sersalê re dest pê kir, paşê jî bi dikên şanoyê yên di Newrozan de û paşê bi avakirina hin navendên çand û hunerê li ba kurdan hatibû naskirin. An jî mirov çawa dikare behsa dîroka destpêka şanoya kurdî bike?

Di baweriya min de li bakur jî wekî Rojava di salên 1990’î de bi avakirina Navenda Çanda Mezopotamyayê re dika şanoyê dest pê kiriye. Lê di dîrokê de mirov dikare bêje ku şanoya Dayika Niştiman di salên 1944-1945 wan deman de bû, beriya avakirina Komara Mehabadê. Ez texmîn dikin ku wekî şanoya pêşî ya li ser dikê hatiye lîstin ev şano ye. Lê mirov dikare ew tiştê ku di sersalan de jî wekî te got ‘Qirdikê Sersalê’ hebû û ew yek jî wekî remgekî şanogeriyê dihate lîstin û mirov dikare wê wekî destpêka şanoya kurdî binav bike.
Yanî heke em behsa dika şanoyê bikin gerek em behsa şanoya Dayika Niştiman bikin. Şanoya Dayika Niştiman wekî danasîna fikra komarxwaziyê ji aliyê xebatkarên J. Kaf (Komeley Jiyannewey Kurd) ve di sala 1944’an 1945’an de hatiye lîstin û wekî şanoya kurdî ya herî zêde çûye ser dike jî bi navdeng bûye. Nivîskar Muhsin Ozdemir di pirtûka xwe ya bi navê (Dayika Niştiman û Koşka Miradan/Muhsîn Ozdemîr/Weşanên Na/2015/Şano), behsa wê şanoyê dike.

Peyam Îhsan kî ye? 

Şanoger Peyam Îhsan di sala 1979’an de li navçeya Hawêl a Sêrtê ji dayik bû. Ji sala 2000’î ve xebatên şanoyê dike. Wekî lîstikvan, derhinêr û mamosteyê atolyaya şanoyê di nava xebatên cuda de cih girtiye. Îhsan, lîstika şano ya Şîzo di sala 2012’an de wekî pirtûk çap kiriye. Pêşî li Stenbolê û paşê jî li bajarê Êlihê gelek xebatên şanoyê kiriye. Di sala 2008’an dikekî şanoyê bi navê Tov hatiye damezrandin û li wir tevî komeke şanoger gelek xebatên şanoyê kirine.