spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Divê ji 7 salî heta 70 salî civak li ziman xwedî derkeve

Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) bi minasebeta  ‘Roja Mamosteyên Cîhanê’ li avahiya xwe şahiyek li dar xist. Mamosteyên MED-DER’ê, Komeleya Çandê, Komeleya Wêjekarên Kurd beşdarî  şahiyê bûn.

Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî ewilî bal kişand li ser giringiya ziman û got: “Em dizanin ku bi salan e têkoşîna ji bo zimanê dayikê tê dayin. Lê ew têkoşîn tenê bi sazî û dezgehên ziman nayê meşandin. Ji bo ku zimanê me bigihêje nifşên nû divê em zarokên xwe bi zimanê kurdî mezin bikin. Ew peywira me ya hemûyan e. Divê ew civak ji 7’ê salî heya 70’ê salî xwedî lê derkevin. Heya ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê. Ev di heman demê de peywira siyasetmedaran e jî. Divê siyasetmedarên me gava siyasete dikin çand û zimanê xwe ji bîr nekin. Heke niha ku zimanê kurdî nebûye zimanê perwerdehiyê ew pirsgirêka dewleta tirk e. Em roja hemû mamosteyên ku di warê zimanê de ked û hewil dane pîroz dikin.”

Piştî axaftina Rifat Ronî, ji bo mamosteyan re qunefîl  hat belavkirin.

Bername bi şahiyê berdewam kir.