Yekşem, Hezîran 13, 2021

‘Divê kurd xetereyê bibînin û dagirkeriyê teşhîr bikin’

Artêşa dewleta Tirkiyeyê di 23’yê nîsanê de li Herêma Federal a Kurdistanê operasyoneke berfireh da destpêkirin. Ji wê rojê heta niha şer û pevçûnên dijwar ên li herêmê bê navber didomin. Li dijî operasyon û kiryarên dewleta Tirkiyeyê yên li ser qetilkirina xweza û bombardûmanên li ser cih û warê sivîlan bertekên gel her ku diçe zêde dibe. Dîsa tevgerên dawî yên xeternak ên PDK’ê qeyran û aloziya li herêmê kûrtir kir.

Parlamenterê Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Nusrettîn Maçîn Têkildarî operasyona Tirkiyeyê ya li dijî axa Başûrê Kurdistanê û piştevaniya PDK’ê ya ji bo artêşa Tirkiyeyê axivî.

Nusrettîn Maçîn bertek nîşanî piştevaniya PDK’ê ji bo operasyona Tirkiyeyê û şerê li dijî axa başurê Kurdistanê da û got: “Heke gelê kurd vê dagirkeriyê li kolanan teşhîr neke, wê hêj rojên dijwartir li benda me bin.”

Maçîn bertek nîşanî sewqiyata leşkerî ya PDK’ê da û li dijî êrîşan banga yekitiya neteweyî li gelê kurd kir.

Armanc ne PKK, dagirkirina Kurdistanê ye

Maçîn destnîşan kir ku dijmintiya îqtidara AKP-MHP’ê ya li dijî gelê kurd bedewam dike û îro ev dijminahî li ser axa başûrê Kurdistanê didome û ev tişt anî ziman: “Armanc ne PKK ye, armanc ew e ku başûr û rojavayê Kurdistanê dagir bikin. Lewma divê gelê kurd û siyaseta kurd vê dagirkeriyê teşhîr bikin.”

Maçîn daxuyaniya siyasetmedarê kurd Edhem Barzanî ku metirsiya xwe ji bo axa başûrê Kurdistanê anîbû ziman bi bîr xist û wiha got: “Tirkiye dixwaze 30-40 kîlometre axa başûr dagir bike. Baregehên leşkerî ava dikin û bi vî awayî êrîş dikin. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û hikumeta Iraqê dengê xwe dernaxin. Divê rêveberiya Herêma Kurdistanê vê ya baş bizanibe, dewleta tirk bikeve cihekî jê dernakeve. Edhem Barzanî jî bi wê qîrîna xwe xwest vê ya bîne ziman. Heke gelê kurd vê dagirkeriyê li kolanan eşkere neke, wê rojên dijwartir li benda me bin. Divê siyaseta kurd metirsiya ku dibêje ez têm bibîne. Divê bi gel re li dijî vê siyasetê bi hev re têbikoşin.”

Divê kurd bibin yekdeng

Maçîn bi lêv kir ku li dijî êrişan pêwîst e yekitiya neteweyî ya gelê kurd were avakirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hêzên siyasî yên li Başûr divê dagirkeriyê vebêjin. Heke kurd tifaqa xwe pêk bînin û bibin yek deng wê ev deng li her deverê were bihîstin. Wê dostên kurdan jî dengê xwe bilind bikin. Divê ku du hêzên dînamîk ên sereke pêşengiya yekitiyê bikin û ev hêz jî başûrê Kurdistanê û bakurê Kurdistanê ye.”