Rojnameya Heftane

Divê kurd xwe ji mêtingêriyê rizgar bikin

Di dîroka tevger û têkoşînên şoreşger û her weha yên neteweyî de yên paradigmaya  xwe di asta destpêkê de li ser bingeha azadiya jinê sazî kirine, ez bawer im ne zêde ne. Dîtina azadiya jinê wek temînata azadiya civakê û vê yekê him di asta teorîk û him jî di asta pratîk de xistina meriyetê yek ji serketiyên tevgera azadiya kurd e. Ev tespît, bi gotineke din ev rêbaz (lewre ev ji analîzekê wêdetir, wek peywir derdikeve pêş) bû sedema hin encamên dîrokî. Bi taybetî di mijarên “netewe-dewlet”, “desthilatdarî”, “serdestî”yê de, ku di heman demê de sedemên tekçûnên şoreşên sedsala 20’emîn bûn, şîroveya li ser bingeha nakokiya zayendên “jin û mêr” xeta esasî ya vê paradîgmayê binxêz dike.

Bêguman rexneya li “desthilatdariyê û têkiliya wê ya yekser a bi zayenda mêr re” ne kişfeke nû ye. Bi taybetî rêxistinên femînîst û jinan der barê vê têkiliyê de û encamên wê yên civakî, polîtîk, aborî û hwd. de gelek lêkolîn kirine û nivîs nivîsandine. Lê ev mijar di nav rêxistinên jinan de jî bi heman awayî nayê destgirtin. Li gorî tecrûbeyên  wan ên tepisandinê/bindestiyê helwestên cuda jî derdikevin holê. Wek mînak dema femînîstên bakurê cîhanê “desthilatdariyê” bi giştî bi “mêr/zilamtî” re pênase dikirin û hemî jinan wek bindestê vê yekê didîtin, jinên başûrê cîhanê balê kişandin ser “desthilatdariya jinên bakurî/spî” ku ew jî wek mêrên serdest/spî serdestî li ser jinên bindest dikirin. Li gorî wan mêrê bindest ê başûrê cîhanê her çiqas li dijî wan (jina başûr) serdestiyê bike jî di radeya yekemîn de hevalê wan ê têkoşînê bû. Di vir de liserhevbandorkirina kategoriyên cuda (yên wek çîn, race/nijad, zayend, etnîsîte û hwd.) derketin pêş. Nakokî ne tenê bi zayendên “jin û mêr” ve girêdayî bû; di heman demê de rewş, şert û mercên wan ên civakî, aborî, çînî, perwerdehiyê bandoreke mezin li ser rastiya wan a -zayenda civakî- dikir.

Di çarçoveya vê şîroveyê û tecrubeyên jinên kurd de du helwestên din derdikevin pêşberî me: tevgera jina kurd di navbera desthilatdariyên netewe-dewletê, civaka baviksalar û pergala kapîtalîst de têkiliyeke yekser, bênavber dibîne. Ev sêgoşe hevûdu xweyî dikin. Lewma jî ji bo wê di navbera desthilatdaran de tu ferq tune ye. Helwesta duyemîn jî li dijî desthilatdarên kurd derdikeve pêş. Wek helwesteke dekolonyal ne tenê li dijî mêtingeriya netewe-dewletan, li dijî mêtingeriya navxweyî jî disekine. Ev mêtingerî him di talankirina axa Kurdistanê de, him jî di pêşkêşkirina aqilê spî/serdest de derdikeve der.

Tevgerên dekolonyal di serî de ji bo mafê axaftinê/gotinê têdikoşin (Spîvak). Lewre zimanê wan, hebûna wan ji wan tên girtin, lal dimînin. Û ji wan re tê gotin “hûn wek bindest nikarin biaxivin.” Hemî têkoşîn li ser daxwaza bidestxistina mafê axaftinê dimeşe. Di vê çarçoveyê de pirsa “kî dikare li ser navê kê, çi bibêje?” wek pirsa li muxatabê xwe digere derdikeve pêş. Mohanty wek mînak axaftina “serdestên (spiyên) gelên bindest” jî red dike. Li gorî wê kesên bijarte (privileged) ji netewe/zayend/etnîsîteyên bindest bin jî nikarin li ser navê bindestan biaxivin.  Piştî têkoşîna bi dehan salan kurdên bindest bûn xwedî ziman. Jin bûn xwedî ziman. Xwe û xwebûna xwe pênase dikin. Paradîgmaya xwe li ser vî esasî, li gorî hebûna xwe, sazî dikin. Bi taybetî rexneya li “desthilatdarî” û “netew-dewlet”ê wek teşeya axaftina vê tevgerê derdikeve pêş. Ev axaftin nema bêdeng dibe û şûn de vedigere.