Yekşem, Hezîran 13, 2021

Divê kurd xwedî li hebûna xwe derkevin

Felemez Ulug
Xweşkanî

Di van çend salên dawî de dewleta tirk ji bo di şerê li dijî kurdan de encam bigire û polîtîkaya xwe ya dagirkeriyê li herêmê bi cih bîne, di nav êrîşeke berfireh de ye.

Ev êrîşên piralî bi qada leşkerî tenê ve ne sînordar in. Di qada siyasî, çandî û civakî de jî ji bo îradeya kurdan neyê temsîlkirin çi ji dest tê dike. Di bin navê cuda de li ser kurdan êrîşên qirkirinê tên meşandin. Li dijî van êrîşan heya niha asta berxwedana ku derketiye holê jî sînordar e.

Ji bo vê berxwedanê bişkîne û di siyaseta xwe ya qirkirinê de bi ser bikeve gelek sûcên mezin tê kirin. Jê cuda, li hemberî van heya niha ji derveyî raya giştî ya kurd û Çapemeniya Azad tu kesî dengê xwe nekir. Lewre ev siyaseta qirêj a li ser civaka kurd tê ferzkirin jî ji nedîtinê ve hatin. Tevî li herêmê sûcên di qada navnetewî de wekî sûcên mirovahiyê tên pênasekirin û jiyîn jî bêdengiyeke mezin heye. Bê guman ev bêdengî tê wateya erêkirina êrîşan.

Li bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê dewleta tirk ji bo di vê polîtîkaya xwe ya antî-kurd de bi ser bikeve li gel hêza NATO û piştgiriya qada navneteweyî, ji pêkhatiyên herêmê jî alîkariyê digire. Di vê pêvajoyê de hevkariya hêzên herêmî ya bi dewleta tirk re ji her alî ve dijî hebûna gelê kurd e. Ev kesên ku berjewendiyên xwe yên şexsî ango malbatî li ser yên neteweyî dibînin dibin amûrê destê neyaran. Mixabin di nav civaka kurd de jî li dijî van kesan ango li dijî van pêkhateyan bêdengiyek heye. Ew jî ji vê bêdengiyê hêz digirin û di êrişên xwe de hîn çavsortir dibin.

Bi vê hevkariyê Tirkiye li nav sînorê başûr li dijî kurdan êrîşan pêk tîne. Tevî ku hemû kurd dizanin ev êrîş li dijî tevahiya kurdan e û bi van êrîşan dixwazin destkeftiyên kurdan ji holê rakin jî bêdengiya heyî têkoşîna li dijî van êrîşan lawaz dike.

Îro li dijî van êrîşan hêzek tenê disekine û ev hêz ji xweparastinê zêdetir ji bo hebûna kurdan ji holê neyê rakirin, îradeya wan neyê tunekirin û destkeftiyên wan yên li çar parçeyê Kurdistanê neyê talankirin têdikoşe. Ji ber vê yekê têkoşîna li dijî hewldanên dagirkeriyê tê meşandin divê bi tevlibûna hemû kurdan, di asta herî bilind de bê meşandin.

Bi van êrîşan ve girêdayî hin deverên Kurdistanê di pêşengiya hêzên navneteweyî de mijûlkirin ango xapandina kurdan heye. Di rastiyê de têkiliyên heyî hemû têkiliyên berjewendiyê ne. Divê van nêzîkatiyên ku di qada siyasî ya navneteweyî de tu giraniya xwe nîne ji bo kurdan nebin mijara bazarê. Divê neyê ji bîrkirin ku heya kurd nebin hêz û xwedî li hebûna xwe dernekevin ne gengaz e ku ji aliyê hêzên navneteweyî ve cidî bên girtin.

Lewma beriya her tiştî divê kurd ji bo hebûna xwe şer bikin û têbikoşin. Ev şerê azadiyê niha li ser milê PKK’ê tenê maye. Ev jî berfirehkirina eniya têkoşîna Azadiya Kurdistanê teng dike. Lewra divê li her çar parçeyê Kurdistanê û deverê gelê kurd bi sazî û rêxistin rabin.

Ger li dijî hewildanên dagirkeriyê helwestekî yekgirtî û xurt ji aliyê kurdan pêş bikeve wê hemû plan û polîtîkayên îmhakirina kurdan dikin hedef jî vala bên derxistin. Lewma, divê hemû kurd baş bizanibin ku ev êrîş ne êrîşên ji rêzê ne û bi van êrîşan tenê beşeke kurdan nakin hedef. Niha roj ew roj e û divê her kurd xwedî li hebûna xwe derkeve. Naxwe wê pir dereng be.