spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Divê mirov mafên xwe biparêzin

Bi  minasebeta Hefteya Mafên Mirovan, Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê Abdullah Zeytûn li ser binpêkirina mafan axivî. Zeytûn, anî ziman ku pêwîste mirov mafên xwe biparêze û Neteweyên Yekbûyî jî xwedî li danezana xwe derbikeve

Piştî şerê cîhanê yê duyemîn ji bo maf û azadiya mirovan têkeve bin ewlehiyê, dewletên cîhanê bûn yek. Di meha hezîrana 1948’an de ji aliyê Komisyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Danezan Mafên Mirovan hat amadekirin. Ev “Danezana Mafên Mirovan”  di rûniştina lijneya giştî a NY’yê ya 10’ê Kanûnê ku li Parîsê pêk hat de  hat pejirandin.  Lê 6 welatên Sosyalîst bi hinceta ev danezan “Berjewendiyên çîna bûrjûvazî diparêz e û neçar dihêle ku çîna karkeran bi çîna bûrjûvazî re li hev bên” nepejirandin.

Li gorî hin ramyarên marksîst xala 1’emîn a Danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî ku dibêje ““Hemû mirov di warê nirx, azadî û mafan de wekhev tê dine”  û xala 17’emîn a ku dibêje; “Nabe ku kes bi awayekî kêfî ji mulkên xwe bêbar bê hiştin” wekî xapandinekê dibînin, rexne dikin û dibêjin; Mirov di warê aborî de wekhev nayê dinyayê û di rewşeke ji vê wekheviyê bêpar nabe ku wekî maf û azadî bê nirxandin. Lewre jî ev xapandineke parastina çîna bûrjûvazî ye.  Li ser vê mijarê Serokê Şoreşa Kubayê Fîdel Castro ev tişt anîbû ziman: “Em gelek caran li ser mafên mirov diaxivin. Lê di heman demê de divê em li ser mafên mirovan jî biaxivin. Ji bo hin mirov li wesayîtên luks siwar bibin çima hin mirov neçarin ku pêxwas bimeşin? Ji bo hin mirov 70 salî bijîn çima hin mirov tenê 35 salan dijîn? Ji bo hin kes heta ku bêjin zengîn bibin çima hin mirov neçarî xizaniyê tê hiştin û di rewşeke xirab de dijîn? Ez li ser  navê zarokên cîhanê yên ku nikarin parçeyeke nan bi dest bixin diaxivim.”

Bi nisabeta Hefteya Mafên Mirovan Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê Abdullah Zeytûn ji bernameya Podcesta Xwebûnê re axivî. Zeytûn binpêkirinên mafan nirxand û destnîşan kir ku pêwîste mirov mafên xwe biparêzin û Neteweyên Yekbûyî jî li peyman û danazanên xwe xwedî derbikeve.

* Li ser vê Danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî ku ji aliyê NY’yê ve hat pejirandin û rewşa heyî mirov li ber çavan bigire tê çi bibêje?

Neteweyên Yekbûyî ji bo aştiyê, ji bo mafên mirovan û demokrasiyê ev danezana amade kirin. Nêzîkî 73 sal derbas bû. Lê îro em dinêrin negihiştiye armanca xwe. Roj bi roj tiştên ku diparêzin jî bi xwe binpê dikin. Lê belê ji bo parêzvanên mafên mirovan, ev berxwedaniya mafên mirovan didome. Ev danezan piştî herba 2’yemîn derket û ev herb jî texrîbateke mezin da dinyayê. Ev danezan çiqas kêm be, bersivê nede daxwazên mirovan jî, baş bû. Yanî rêgezên danezanê ji mirovahiyê û ji bo gelan baş bûn. Lê îro em dinêrin ev danezan hatiye binpêkirin.

* Wekî Komeleya Mafên Mirovan hûn şahidiyê ji binpêkirinên mafan re dikin. Gelo mirov çiqasî hay ji mafên xwe heye?

Hûn jî dizanin ev nêzî 40 sal in, şer û kuştin li vî welatî heye. Di rewşeke wiha de jî gel mafên xwe dizane. Dewletê ev danezan qebûl kiriye û îmze kiriye. Gelê kurd jî mafên xwe dizanin û dixwaze. Lê ji ber ku mafên xwe dixwazin tên kuştin, surgunkirin û girtin. Gel ziman, çand û nasnameya xwe dixwaze û diparêze. Ev di danezanê de hebe û tunebe jî mafên gerdûnî yên mirovî ye û rewa ye.

* Neteweyên Yekbûyî van binpêkirinên mafan ên li ser kurdan çima nabîne? Çima nakeve nav hewildanekê? Çima ji dewleta tirk re nabêje tu mafên kurdan binpê dike?

Ev danezan ji bo hemû mirovan hatiye amadekirin. Ji bo mirovan çi tê parastin lazima ji bo kurdan jî heman tiştî bê parastin. Neteweyên Yekbûyî jî lazime ji bo mafên kurdan têkeve nav hewildanê. Niha komîseriya mafên mirovan jî heye. Ji bo pêşîgirtina îşkenceyê jî heye û ji bo çand û hunerê jî heye. Ev mekanîzmayana tev di destên dewletan de ye. Gelên ku bê statu di Neteweyên Yekbûyî de xwe nabînin, di wê danezanê de jî xwe nabînin.

*  Li gorî xala 1’emîn a danezana mafên mirovan a gerdûnî, dibêj e; “Hemû mirov di warê nirx, azadî û mafan de wekhev tê dine”  Ku şert û mercên heyî bê nirxandin ev çiqasî rast û pêkan e?

Ez li ser Tirkiyeyê mînakê bidim. Îro 80 milyon mirov li Tirkiyeyê dijîn. Lê ji perwerdeya zimanê dayikê bigire heta xwerêvebirinê ji hin mirovan re qedexe ye. Ev bi serê xwe li dijî vê danezanê ye. Di vir de mirov dê li kîjan Tirkiyeyê binêr e? Li derve heta dawî van mafan diparêze. Lê di hundir de her tiştî qedexe ye û van mafana pinpê dike. Her kî van mafan bixwaze jî sûcdar tên dîtin, tên cezakirin û girtin. Ev hemû jî ji ber pirsgirêka kurd e. Ji nebûna demokrasiyê. Binpêkirina hiqûqê û encam ku qeyrana aborî rûdaye hemû jî ji ber Tirkiye pirsgirêka kurd qebûl nake. Tirkiyeyê ligel ku ev danezana mafên mirovan jî îmze kiriye jî kurdan înkar dike. Tirkiyeyê Peymana Yekitiya Ewropa jî îmze kiriye, peymana zarokan jî îmze kiriye lê pêk nîne. Ev tev vê dide xuyakirin; Tirkiye xwe ji dewletên cîhanê qut nake lê tiştên pêwîst jî pêk nîne. Heke îdayeke Tirkiyeyê ya damokrasî û parastina mafên mirovan hebe gerek hemû xalên vê danezanê nas bike û bi cih bîne. Lewma jî civaka kurd ji mafên xwe yên perwerdeyê, ji mafên xwe yê xwe rêvebirinê, ji mafên xwe yên zimanê zikmakî bêpar hatine hiştin zarokên ku were dinyayê jî dê newek hev be. Li gorî vê peymanê divê Tirkiye ji bo hemû hemwelatiyên xwe wekhev be. Yên ku ji van mafan mehrûm mane, mafên wan hatiye binpêkirin. Ev rastiya ‘zarokên ku werin dinyayê  ne wekhev in’ derdixe holê. Çimkî dê û bavên wan ji hemû mavan bêpar hatine hiştin.

* Civaka kurd îro bindest e. Mafên civakên bindest ji aliyê NY’yê ve tên parastin yan na?

Ji ber ku dewletên serdest di Neteweyên Yekbûyî de cih girtin e mafên civakên bindest li wir nayên parastin. Ji ber ku polîtîkayên van dewletan rê nadin vî tiştî. Lê sed sal in ev civakên bindest têkoşîna mafên xwe didin, têkoşîna edalet û demokrasiyê didin. Wan bi xwe têkoşîna xwe aniye astekê. Ji bo mafên xwe jî hişyarin. Ji ber wê jî ev dewlet çiqas nas nekin jî di encama têkoşîna gelan dê rojekê neçar bimînin ku qebûl bikin.  Mirovên bindest ev têkoşîn anine astekê ku dewlet mecbûre nas bike.

* Binpêkirinên mafan li her derê heye, lê tu rewşa civaka kurd binirxîn e tê çi bi bêj e?

Civaka kurd, bi partiyên siyasî û saziyên xwe, bi rêveberiyên xwe yên herêmî ji bo mafê xwe têdikoşin. Tecrubeya ku bi dest xistiye gihiştiye astekê. Kurd dev ji van mafên xwe bernadin. Ji vêya şûnde gav navêje. Dewlet jî mecbûre kurdan nas bike. Em dixwazin bêyî şer ev daxwaz pêk bê. Divê dewlet bi polîtîkayên xwe yên dijwar ên otorîter kurdan ji nedîtî ve neyê. Maf maf e, bi zordariyê ev maf tune nabe.

* Wekî Komeleya Mafên Mirovan a Amedê, herî zêde hûn rastî kîjan binpêkirinên mafan tên?

Kîjan mirov, kîjan sazî, kîjan rêvebir ku mafên xwe diparêzin dadgeh dozê li wan ve dike. Ji ber vê jî mirov bi awayekî aşkera nikare fikir û ramanê xwe parve bike. Ev mafê fikir û raman bi tevahî hatiye qedexekirin. A duyemîn jî zêdetirî 30 sal in li herêma me OHAL heye. OHAL fikir û raman qedexe dike.  Kî bi çalakiyeke demokratîk mafên xwe bixweze tên bindestkirin û girtin. Di encama çalakiyeke demokratîk de, an jî di bindestiyê de mirov rastî muameleyeke xirab tên. Di 6 salên dawî de ev zêdetir pêk tên. Bi hezaran mirov ji ber ku mafên xwe dixwazin û di HDP’ê de cih digirin tên binçavkirin û tên girtin. Aktîvîstên jin tên girtin. Girtîgeh ewqas bi siyastemedar, rojnameger, parêzvanên mafên mirovan tije bûne jî dewlet polîtîkayên xwe naguherîne radibe girtîgehên nû çê dike. Bi hezaran mirov bi awayekî bêhiqûqî bêqanûnî niha di hundir de ne. Di zindanan de jî mafên wan tê binpêkirin. Her wiha girtiyên nexweş li zindanê zêdetir nexweş dikevin. Nabin nexweşxaneyan. Bi taybetî jî ev mirovên nexweş gerek neyên girin. Ku hatibin girtin jî divê bên berdan. Lê dozger ji wan re bûye asteng, saziya tiba edlî ji wan re bûye asteng. Polîtîkayên otorîter ji wan re bûye asteng, ji ber van astengiyan zêdeyi 605 girtiyên nexweş bi mirine re rûbirû mane.

Bi taybetî piştî sala 2015’an mamoste, tenduristvan, akademisyen ji ber ku mafên xwe yên sendîkayî parastine ji kar hatine avêtin, hatine îhrackirin. Ev li herêmê pir zêde ye. Li aliyê din ji ber ku perwerdeya bi zimanê dayikê qedexeye mafên zarokên ên perwerdehiya bi zimanê dayikê hatiye binpêkirin.

Dîsa di salên 90’î de mirovên ku îşkence dîtibûn, hatibûn kuştin û windakirin, xizmên wan têkoşîna edaletê didomînin. Ev rastî jî nayê dîtin. Ji ber ku dewlet xwe li ser tunebûnê ava kiriye. Mafên xizmên van mirovana heye ku ev kiryar bên dîtin, bên darizandin û bên cezakirin. Lê dewlet vê daxwaza edaletê jî nas nake û nayne cih. Ev malbat dê rojekê dewletê bi sûcê ku kiriye re rûbirû bihêle. Dewlet neçare ku ji ber sûcê ku kiriye hesab bide malbatana. Dewlet ji vî sûcî jî nikare bireve. Dewlet neçare ku vî aqilê xwe biguherîne, van polîtîkayên xwe biguherîn e.

Dewletê paymana Mavên Mirovan a Ewropayê îmze kiriye. Li gorî wê pemanê mafên ku hatine binpêkirin, kiriyarên wan lazime ku were darizandin. Raste Peyman hatine îmzekirin, dewlet dibêje ez dewleteke huqûqû, pê ve girêdayî me lê bi cih nayne.  Lazime ku civak bi hev re mafên xwe biparêz e. Her çiqas ji ber parastina van mafên xwe yên rewa mirov sûcdar bibin jî li gorî huqûqa gerdûnî ev ne sûc e. Lewma jî divê herkes mafên xwe biparêz e.