25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Divê navbeynkar bêalî bin

Seroka desteya rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed, derengxistina navbeynkariya di navbera rêveberiya xweser û rejîma Sûriyeyê de rexne kir û bang li Rûsyayê kir ku helwesteke bêalî nîşan bide

Ligel geşedanên Rojhilata Navîn ên demên dawiyê, mijara Rojava dîsa cihê xwe yê sereke girt. Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) hewl dide ku aloziya li Sûriyeyê bi diyalogan çareser bike, ji ber ku rejîma Sûriyeyê û dewleta navbeynkar Rûsya bi nêzîkatiyên xwe çareseriyê bi derengî dixînin.

Ligel hewldanên derengxistina diyalog û çareseriyê dîsa jî pêkhateyên Rojava, MSD’ê, sazî û dezgehên sivîl xebatên xwe didomînin. Seroka desteya rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed bi giştî rewşa Rojava û Sûriyeyê nirxand û bal kişand ser polîtîkayên rêjima Sûriye û Rûsyayê.

Ehmed di destpêka axaftina xwe de li ser Rûsyayê rawestiya û diyar kir ku Rûsya ji bo pêkanîna diyalogên di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rejîma Sûriyê di nav hewldanan de ye. Ehmed da zanîn ku car caran Rûsya mijara Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî zext li hemberî Tirkiyeyê bi kar tîne ku hin tiştan bidest bixe.

Helwest girîng in

 Ehmed di axaftina xwe de behsa belgeyên ku di demên dawiyê de di çapemeniyê de hatin belavkirin jî kir û got: “Ev belge ji gelek xalan pêk tên. Li gorî raporê dê rêveberiya xweser û rejîma Sûriyeyê li hev bikin. Lê ev belge di esasê xwe de tune ye û ji rastiyê dûr e. Tu xalên ku em bi rêjîma Sûriyeyê re li hev bikin tune ne. Gelek caran hikûmeta Rûsyayê mijarên bi vî rengî belav dike.”

Ehmed, da zanîn ku ji bo lihevkirina bi rêjîma Sûriyeyê re bê kirin xebat didomin û wiha axivî: “Em ji bo diyalogan kedeke mezin didin lê di diyalogan de qutbûnek heye û car caran jî diyalog disekinin. Helwest, armanc, hişmendî û rêbazên danûstandina rejîma Sûriyeyê diyalogan bi derengî dixe. Li vir helwesta Rûsyayê jî girîng e û heta astek hewl dide ku diyalogan bi derengî bixîne.”

Îlham Ehmed, destnîşan kir ku tevî rêzecivîn û hevdîtinên li herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê hatin lidarxistin jî heta niha tu encamên ber bi çav derneketin pêş û wiha dom kir: “Heke Rûsya rola navbeynkariyê bilîze divê bêalî û cidî be û pişta aliyekî li ser hesabê aliyê din negire. Lê tê zanîn ku hikûmeta Rûsyayê di tevahiya qadên navneteweyî û hundirîn de piştgiriyeke mezin dide rejîma Sûriyeyê. Hevalbendiya hikûmeta Rûsya ya bi rejîma Sûriyeyê re ji xwe diyar e. Ev jî rê li ber diyalog û çareseriya siyasî digire. Rûsya heta niha pêşniyarên ku tên kirin paşguh dike û piştgiriyê dide aliyên leşkerî.”

Îlham Ehmed bang li Rûsyayê kir û got: “Divê hikûmeta Rûsyayê rêbaz û xeta xwe biguherîne. Bila guh bide mijarên wekî siyasî, çandî, sivîl, civakî û aboriyê. Pêwîst e  guhertin li ser tevahiya van mijaran hebin. Divê Rûsya ji bo çareseriya aloziya li Sûriyeyê bi awayekî cidî û bi bandor nêzî aliyan bibe.”

Îlham Ehmed di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser daxwazên rejima Sûriyeyê yên ji rêveberiya xweser a bi rêya navbeynkariya Rûsyayê tê kirin û wiha bi lêv kir: “Daxwaza rejîmê tevahî axa di nav sînorên Sûriyeyê de vegere bin desthilatdariya wê. Gotinên rejîma Sûriyeyê der barê rêveberiyên herêmî de ne zelal in û aloziyan çareser nakin. Bi milyonan penaber hene, sed hezar sivîl bûne qurbanî û bi hezaran kes winda û girtî ne. Em derengxistina çareseriyê red dikin.”

Ji bo diyalogê kongre

Seroka desteya rêveber a MSD’ê Ehmed da zanîn ku derfetên gihîştina lihevkirinê hene û ne zehmet in, bi lihevkirinê re dikarin pirsgirêkên heyî çareser bikin. Kongreya ku dê li Kahîreyê jî bê lidarxistin bû mijara nirxandina Ehmed û wiha axivî: “Kongre ji bo diyalogan e. Em wekî rêxistineke amade ne ji bo kongreyê. Em bi hêvî ne ku encamên erênî dê di kongreyê de derkevin.”

Her wiha Ehmed tevlînekirina komîteya MSD’ê ya nav komîteya qanûnê jî nirxand û wiha got: “Em beşdarî komîteya qanûnê nekirin. Lê der barê aliyên ku beşdar bûne de jî tu agahî nedan me. Di heman demê de jî têkilî û hevdîtinên me bi şandeya diyalogan re berdewam in û wê encamên wê di warê neteweyî de erênî bin. Divê tevahiya pêkhateyên Sûriyeyê li ber çav bên girtin û li gorî wê çareseriyek bê dîtin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê