Monday, September 27, 2021

Divê ne zarok, mezin bêdeng bin!

Tecawiz: Peyvek çiqas nexweş e û mirovan aciz dike ne wisa? Lê wisa xuya dike bi qasî peyv rastiya wê me (ji bilî hin aliyên civakî) aciz nake. Ji ber ku li Kurdistan û Tirkiyeyê her roj jin û zarok rastî tecawizê tên lê em dengê wan an nabihîzin an jî piştî bi salan dibihîzin!
Bêyî îstîsna her roj zarok an jî jin rastî tecawizê tên û tenê ji wan hinek dikeve rojevê. Bûyera tecawizê piştî tê asta ku nayê veşartin, derdikeve holê.
Mînak hefteyek berê derket holê ku (bûyer piştî axaftina zarokan derket holê) zarokeke 16 salî ev 8 sal in her roj rastî tecawiza bav, bira, ap û mamosteyên wê jî di nav de 20 kesan hatiye. Mînakeke din jî çend meh berê derket holê ku zarokên xwişk û birayên hev ku emrê wan di navbera 6 û 9 salî de çend salan rastî tecawizê hatine. Ev bûyer jî bi saya wêneyên zarokan ku tecawiz û tundiyê xêz kiribûn, derket holê.

Sedema necezakirinê

Lê sed mixabin kesên ku bi salan tecawizê zarokan an jî jinan dikin bi tu awayî nayên girtin an bên girtin jî piştî çend mehan bi hinceta ne delîlên têrker tên berdan. Sedema berden an jî necezakirina tecawizkaran destpêkê desthilatdar e ku bi qanûnên xwe jin û zarokan bê parastin dihêle û tecawiz û tecawizkaran rewa dike. Jixwe tê zanîn dewlet pergaleke dijcivakî ye û ji bo têkbirina civakê her xirabî û kirêtiyê dide meşandin. Lê biqasî desthilatdar civak jî sûcdar e. Hûn ê bejin çawa? Ji ber ku piranî civak exlaq û wijdan xwe bi her awayî teslîmê desthilatdar kiriye û baweriya xwe bi qanûnên desthilatdar ku ji aliyê zihniyeta mêran ve tê rêvebirin, aniye.
Ev civaka ku ji bo tiştên ne tişt qetlîaman pêk tînin, qiyametê radikin, dema mijar dibe tecawiza jin û zarokan xwe li bêdengiyê datînin (ji bilî hin deng û bertekên hin aliyan). Di bin navê namûs, şeref û exlaqê de, di serî de zarok û jinan bêdeng dikin. Wekî ku kesên rastî tecawizê hatine sûcdar bin tevdigerin û bi bêdengiya xwe tecawizkaran diparêzin. Lê divê civak di bûyerên tecawizan de erd û ezmanan bihejînin, textên desthilatdara mêr ku hebûna xwe li ser tunebûna wan ava kiriye hilweşînin.

Perwerdeya malbatê û bêdengî

Ji aliyê din ve sedema neaxaftina zarok an jî jinên rastî tecawizê tên perwerdeya dê û bavan e ku di bin navê exlaq û hurmetê de didin. Dê û bav di bin navê hurmetê de zarokan bêdeng dikin. Mînak; bersiv nede mezinên xwe, di nav civakê de neaxive, mezinên te çi bibêje wê bike û deng neke û hwd. Di bin navê perwerdeyên bi vî rengî de dê û bav, heta civak zarokan bêziman dikin. Fikra ‘mezin tu carî tiştekî şaş nakin, heke bikin jî divê di bin navê exlaq, hurmet û namusê de ez dengê xwe dernexim’ di zarokan de didin avakirin. Ev jî dibe sedem ku zarok bi salan rastî tecawizê bên û bêdeng bimînin.

Zarok vedibêjin lê…

Lê dixwazim vî tiştî jî bi bîr bixim, zarok bi her awayî, bi hal û hereketên xwe derdên xwe tînin ziman. Di mînakên jor de jî tê dîtin zarok bi xêzkirina wêneyan ku pirî carna li gel mezinan nayên tu wateyê, tiştên hatine serê wan vedibêjin. Lê yên ku dengê zarokan nabihîzin mezin û civak bi xwe ye.

Her sal nêzî du milyar zarok…

Tecawizkirina zarokan ku li Tirkiyeyê derketiye asta herî jor, li gelemperiya cîhanê jî bi heman rengî ye. Li gorî rapora Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê ku di sala 2020’î de parve kiriye, di sala 2019’an de nêzî milyarek zarok ên di navbera 2-17 saliyan de rastî tundiya zayendî, fîzîkî û hestî hatine. Her wiha li gorî daneyên saziya Wold Vision ku saziyeke xêrxwazan e, her sal li cîhanê milyar û 700 milyon zarok rastî tecawizê tên. Ev hejmar bi taybetî li welatên ku şer lê hene hin zêdetir in.
Tenê daneyên van her du saziyan asta rizîna pergalê nîşan dide. Lê sedema asta rizînê çi ye?
Sedema yekem pergala heyî ya dijcivakî ye ku xwe li ser tunebûna nirxên civakan ava kiriye. A duyem jî civak bi xwe ne ku li her derê cîhanê li dijî pergala dijcivakê rêxistinbûna xwe ava
nekirine.

Divê çi bê kirin?

Divê di destpêkê de dê û bav zarokên xwe di bin navê perwerdeyê de bêdeng nekin, her tim derfeta ku zarok biaxivin û rehetiya ku zarok bikaribin her tiştên xwe bi wan re parve bikin, bidin wan. Piştî dê û bav, kar û barê herî mezin dikeve ser milên rêxistinên jinan û saziyên sivîl ên civakî. Divê ev rêxistin jî bajar bi bajar, tax bi tax, mal bi mal rêzeperwerde bidin civakê. Her tim di nav civakê de bin, bi wan re têkiliyan daynin û baweriya ku dê bi her awayî li gel wan bin, bidin wan. Lê tişta herî girîng jî divê bi tu awayî baweriya xwe bi qanûnên ku ji aliye zihniyeta mêr ve tên çêkirin neyînin. Divê civak wijdan û siberoj xwe bi rehma desthilatdariyê re bernedin. Lewma em dizanin ku civaka wijdana xwe radestî desthilatdariyê bike mehkûmê rizîn û hizhizînê ye.

Zarokan bêdeng nekin!

Ji aliyê din ve jî divê neyê jibîrkirin ên ku qanûnan bi desthilatdariyê didin guherandin û desthilatdariyê neçar dike ku qanûnan li gorî daxwaza civakê biguherîne, civak bi xwe ye. Ger civak xwedî rêxistineke xurt be, desthilatdar li gorî xurtbûna rêxistina civakê qanûnan çêdike lê ger civak ji aliye rêxistinbûnê ve ne xurt be, piraniya civakê îrade û wijdana xwe radestî qanûnên dewletê kiribe, desthilatdar li gorî berjewendiyên xwe qanûnan çêdikin. Yanî yên ku demokrasî, edalet û azadiyê tîne civak bi xwe ye. Ji ber vê yekê divê em siberoja xwe bêdeng nekin hîn zêdetir bibin alîkar ku pêşeroja me biqîre û bi qêrîna xwe desthilatdariya dijcivakê hilweşînin. Ji vê saetê pê ve divê dirûşma civakê ev be: Divê ne zarok, mezin bêdeng bin!