25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Divê parêzer biçin Îmraliyê

Di 27’ê sibatê de li grava Îmraliyê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê girtî ye, şewat derket. Şewat li qada bi darên çamê û zeytûnan lê hebûne bi bandor bibû. Ligel Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim jî li girtîgeha Îmraliyê girtî ne.

Piştî agahiya şewatê Buroya Hiqûqê ya Asrînê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew bi fikar in û wiha hat gotin: “Di 27’ê sibatê de wezîrê karên hundir di weşana zindî ya TV’an de bi raya giştî re parve kir ku li girava Îmraliyê şewat derketiye. Weke ku tê zanîn, girava Îmraliyê di sala 1999’an de li dijî muwekîlê me birêz Ocalan weke girtîgeheke şexsekî hatiye dîzaynkirin, piştre di sala 2015’an de jî muwekîlên me yên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş veguhastine giravê. Muwekîlên me li giraveke li bicihbûnê girtî, li serdanan girtî û herêmeke leşkerî ya qedexekirî ne. Aşkere ye ku ev şewat wê yekser bandorê li birêz Ocalan û muwekîlên me yên din bike. Di rewşeke wiha de ku di nav şert û mercên heyî yên giravê de rîskeke jiyanî û lezgîn e, destwerdana di cih de ya li şewatê cihê nîqaşê ye. Ev jî sedema tirs û fikarên mafdar in.”

Her wiha li başûr, bakur û rojavayê Kurdistanê sazî û dezgehên sivîl, partiyên siyasî der barê şewatê de daxuyanî dan. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) der barê şewatê de daxuyanî dan û da zanîn ku divê demildest malbat û parêzer biçin Îmraliyê hevdîtinê bikin. Li rojavayê Kurdistanê gel bertek û fikarên xwe bi çalakiyan anîn ziman. Her wiha li Kerkûk, Hewlêr, Kelar û navçeya Seyidsadiq a Silêmaniyê ji bo agahiyê ji rewşa Abdullah Ocalan werbigirin çalakiyên girseyî hatin lidarxistin. Li gelek bajarên Ewropayê jî gel daketin qadan û xwestin parêzer biçin Îmraliyê. AMED