19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Divê Rêveberiya Xweser bê naskirin’

Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhîlatê Sûrîyeyê ku ji bo çareserkirina pirskirêk û aloziya Sûriyeyê rola sereke dilîze û yekane rêya çareseriyê ye,  heta niha jî wekî fermî nehatiye naskirin.

Têkildarê mijarê şêxê eşîra El-Elî Remedan El-Rehal diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê hêza herî berbiçav e û rola wê di parastina destkefiyên ku HSD`ê, pêkhateyên Ereb, Kurd û pêkhateyên din ava kir, mezin e û wiha axivî: “Rêveberiya Xweser hevgirtineke civakî a mezin bi rêya beşdarbûna hemû pêkhateyên herêmê û eşîrên wê di rêveberirina herêmê de bi dest xist û hemû saziyên xizmetî, ewlehî û leşkerî ava kir.”

El-Rehal destnîşan kir ku li herêmên Rêveberiya Xweser nêzî 6 milyon kes dijî, hemû xwedî nasnameya Sûriyeyê ne û wiha domand: “Hemû banga itîrafa bi vê rêveberiyê dikin ku nûnertiya hemû pêkhate û eşîrên herêmê dike. Mafê pêkhateyan e ku xwe bi xwe bi rê ve bibin û armancên xwe dûrî desthilatdariyê pêk bînin.”

El-Rehal da zanîn ku dema ew behsa Rêveberiya Xweser dike, ev nayê wateya parçekirina Sûriyeyê, lê belê ew nûnertiya piraniya gelê Sûriyeyê bi pêkhateyên wê yên cuda dike.

Remedan El-Rehal wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê Rêveberiya Xweser li herêmê were naskirin ku karibe zêdetir bide gelên herêmê û nûnerên wê li civakên navneteweyî hebe da ku karibe rewşa gelê me binirxînin û peyama aştiyê û biratiya gelan ku hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, bigihîne.”