19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Divê sozên dane pêk bînin’

Şandeya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ya di 16’ê tebaxê de ji bo rakirina ambargoya ev nêzî salek û du meh in li ser Mexmûrê didome, rêzehevdîtin li Silêmaniyê pêk anîbûn. Endamê şandeyê û hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Hecî Kaçan bal kişand ser rêzehevdîtinên li Silêmaniyê hatin kirin. Kaçan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser ambargoya ku ji 17’ê tîrmehê ve ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve li ser wargeha Mexmûr hat danîn.

Kaçan hewldanên heta niha wiha vegot: “Di vê pêvajoya ambargoyê de me bi şêwazên curbicur rewşa xwe ya tendûristî, aborî û perwerdeyê ji raya giştî re bi rêya ragihandinê aşkera kir. Di vê pêvajoyê de her roja derbasûyî şert û merc hîn girantir bûne. Ger em vê nexweşiya vîrûsa koronayê jî tev lê bikin, em dikarin bêjin herî zêde di aliyê neyînî de li me bador kiriye. Ji ber ku ji aliyekî hikûmeta herêmê ve rê li me girtiye, rê nayê dayîn ku em nexweşek xwe jî derbasî nexweşxaneyan bikin.”

Kaçan rewşa wargehê wekî girtîgeheke servekirî pênase kir û hevdîtinên pêk anîne jî wiha şîrove kir: “Me berê jî gelek hevdîtin kirin. Li Mûsilê bi Neteweyên Yekbûyî (NY) û li Hewlêrê bi waliyê Hewlêrê re du caran hevdîtin kirin. Herî dawî şandeya ku hat avakirin berê xwe da Silêmaniyê. Me xwest em biçin Hewlêrê lê belê ev pêk nehat. Gelek nûnerên hemû partî, rêxistinên mafên mirovan û kesayetên navdar li Silêmaniyê  hene, me jî berê xwe da Silêmaniyê. Bi taybetî me bi partiyên kurdî yên li wir, ên weke YNK, Tevgera Goran, Hizbên Îslamî, Partiyên Komunîstan, Zehmetkêşan û her wiha bi waliyê Silêmaniyê re hevdîtin kirin. Di asteke jor de bi erênî em pêşwazî kirin. Me jî ji wan re got, îro berpirsyariya wan partiyan hemûyan ji bo gelê Mexmûrê heye û divê hûn van nêzikatiyên PDK’ê qebûl nekin û bertek nîşan bidin, heke hûn wisa nekin hûn şirîk in.”

Gelek mijar nîqaş kirin

Kaçan di axaftina xwe de bal kişand ser sozên hatin dayîn û wiha got: “Hemû saziyan soz da ku dê hewl bidin. Wê bi taybetî bi PDK’ê û aliyên din ên siyasî re kom bibin û rewşa me wê bigirin dest. Her wiha soz hat dayîn ku dê bên serdana wargehê û çavderiyên xwe ji parlamentoyê re ragihînin. Ji bo parastina destkeftiyên gelê kurd çi bikeve ser milê me em ê bikin.”  MEXMÛR