spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Divê tecrîd û neheqî bi dawî bibin’

Çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li Îmraliyê û neheqî û binpêkirinên mafên girtiyan a 27’ê Mijdara 2020’an dest pê kir, di roja 160’î de didome. Her wiha grevên birçîbûnê yên li Kampa Penabera a Mexmûrê (Rûstem Cûdî) di roja 139’emîn de û li Kampa Lavrîo ya Penaberan a Yewnanistanê jî di roja 122’yemîn de ne.

Endamê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Ji Bo Malbatên Girtiyan (TÛHAY-DER) a Wanê Kenan Kara û Anargul Albak ku hevjînê wê Cevdet Albak 3 sal in girtî ye, têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê axivîn.

‘Bertek neyên nîşandan, dê neheqî bidomin’

Kara destnîşan ki ku dengê girtiyan baş nayê bihîstin û armanca wan ew e ku ew dengê girtiyan ragihînin. Kara anî ziman ku di vê pêvajoyê de têkiliya bi girtiyan re dijwar bûye û wiha got: “Bi rêya malbat û parêzeran bi girtiya re têkiliyê datînin. Serlêdanên me yên ji bo hevdîtinê tên redkirin. Ji ber vê em nikarin bi girtiyan re hevdîtinan bikin. Haya me ji îşkence û tahdeya li girtîgehan heye. Heger bertekên xurt neyên nîşandan, dê tecrîd û neheqiyên li girtîgehan bidomin. Me mînaka vê di sala 2018’an de di çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guvenê de dît.”

Kara diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê bandorê li tevahiya civakê dike loma jî divê civak li ber van pêkanînan rabe. Kara destnîşan kir ku wan bi awayekî fermî serî li saziyên eleqedar daye, lê belê bi hinceta pandemiyê pêşî li ber xebatên wan hatiye girtin. Kara harî dawî got divê her kes bibe dengê girtiyan.

‘Piştgiriya malbatan têr nake’

Anargul Albak ya hevjînê wê Cevdet Albak 3 sal in di Girtîgeha Wanê de ye, anî ziman ku hevjînê wê di sala 2018’an de 90 roj in di greva birçîbûnê de maye û piştî çalakiyê nexweşîna tansiyonê li hevjînê wê peyda bûye. Albak diyar kir ku piştgiriya malbatan tenê têr nake û wiha got: “Heya tecrîd hebe dê çalakiyên greva birçîbûnê jî bidomin. Em dixwazin polîtîkayên neheqî û tecrîdê bi dawî bibin.”

WAN