20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dixwazin bi zagonên înfazê tecrîdê rewa bikin

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha 22 sal in li Îmraliyê di tecrîdê de tê girtin. Rayedarên dewletê ji sala 1999’an ve ye, hevdîtina parêzeran a li Îmraliyê her tim bi hincetên cuda asteng dikin. Pergala tecrîdê piştî 27’ê tîrmeha 2011’ê  bêtir hat girankirin û dijwarkirin. Piştî 8 salan di encama berxwedana greva birçîbunê ya 200 rojan de parêzer di 2-22’yê gulan, 12-18’ê hezîran û 7’ê tebaxa 2019’an de cûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin. Piştî hevdîtina 7’ê tebaxa 2019’an hemû serlêdanên ji bo hevdîtinê tên astengkirin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji 1999’an heya 25’ê tebaxa 2021’an ji bo hevdîtinê bi muwekîlê xwe re bikin, bi giştî hezar û 817 serlêdan kirine. Ji van serlêdanan tenê 442 jê hatine qebûlkirin û hezar û 375 jî hatine redkirin. Li gorî daneyan sal bi sal pergala tecrîdê jî dijwartibûye.

Di sala 1999’an de 62 hevdîtin hatin kirin. Di sala 2000’an de ji 54 serlêdanan 34, di 2001’an de ji 52 serlêdanan 18, di 2002’an de ji 52 serlêdanan 18 jê hatin redkirin. Di 2003’an de ji 55 serlêdanan 35, di 2004’an de ji 53 serlêdanan 24, di 2005’an de ji 51 serlêdanan 35, di 2006’an de ji 60 serlêdanan 36, di 2007’an de ji 60 serlêdanan 30, di 2008’an de ji 56 serlêdanan 19, di 2009’an de ji 61 serlêdanan 11, di 2010’an de ji 65 serlêdanan 22, di 2011’an de ji 84 serlêdanan 23 serlêdan bi hincetên cuda hatin redkirin.

Piştî hevdîtina 27’ê Tîrmeha 2011’an, deriyên Îmraliyê 8 salan ji bo parêzeran bi temamî hatin girtin. Di 22’yê mijdara 2011’an de jî parêzerên ku hevdîtin bi Rêberê PKK’ê Ocalan re kirin hemû di bin navê “Doza KCK’ê” de hatin girtin. Ji 27’ê tîrmehê heya 31’ê kanûna 2011’an 43 serlêdan hatin kirin. Hemû jî hatin redkirin. Ji 2012’an heta dawiya 2015’an, 410 serlêdan hatin kirin û tev hatin redkirin. Di sala 2016’an, tecrîda li Îmraliyê girantir bû û dîsa 124 serlêdanên hatin kirin. Tevahiya serlêdanan bi biryarên dadgehê hatin redkirin. Di salên 2017-2018’an de bi tevahî 202 serlêdan hatin kirin û tevahî hatin redkirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di sala 2019’an de bi ser ket û parêzer piştî 8 salan çûn Îmraliyê. Parêzer ewilî di 2’yê gulanê çûn Îmraliyê hevdîtin kirin. Di 2020’an de dîsa bi tevahiya 89 serlêdanên hatin kirin û hemû hatin redkirin. 125 serlêdanên heta 25’ê tebaxa 2021’an jî heta niha bêbersiv hatine hiştin.

Parazvanên mafên mirovan serî li CPT’î dan

Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkîyeyê (TÎHV), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Civaka Sivîl a di Pergala Înfaza Ceza De (CÎSST) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bi awayekî girankirî tên tecrîdkirin serî li Komîteya Pêşîlêgirtin û Şopandina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) dan.

Di serlêdanê de hat diyarkirin ku ji 15’ê Sibata 1999’an heya niha li Girtîgeha Îmraliyê îzolasyonek taybet heye. Di serlêdanê da hat bibîrxistin ku qedexekirina hevdîtina bi parêzeran ji 27’ê tîrmeha 2011’an heya 2’yê gulana 2019’an tam 8 salan bênavber dewam kiriye û di sala 2019’an de jî tenê 5 hevdîtin pêk hatine û ji 7’ê tebaxa 2019’an heya niha jî serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtinê bênavber têne redkirin.

Hevserokê OHD’ê Bunyemîn Şeker, têkildarî tecrîdkirina li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan anî ziman ku tecrîda mutlaq piştî 2015’an dest pê kiriye û wiha got: “Lê bi taybetî piştî salên 2009-2011’ê ku operasyonên KCD’ê dest pê kir, li dijî siyaseta demokratîk a kurdan operasyona tunekirinê dest pê kir. Di sala 2011’ê de li dijî parêzerên Ocalan operasyon dan destpêkirin. Di 22’ê mijdara 2011’ê de 48 jê parêzer zêdeyî 60 kes hatin binçavkirin. 36 parezer hatin girtin. Gelek parêzer demek dirêj girtî man. Piştî vê operasyonê ji 27’ê tîrmeha 2011’ê heta 2019’an 8 salan bê navber hevdîtina parêzeran hatin qedexekirin. Her tim bi hinceta ‘muxalefeta hewayê heye’,  keştî xerabe ye’ û ‘personel tune’ nehiştin hevdîtin pêk bên.”

Piştî çalakiya greve ya 200 rojan parêzer çûn Îmraliyê

Parêzer Bunyemin Şeker anî ziman ku piştî Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di 8’ê mijdara 2018’an de ket greva birçîbûnê, çalakiyê 200 rojan berdewam kir û wiha got: “Di vê çalakiya 200 rojan de 8 girtiyan di çalakiyê de jiyana xwe ji dest dan. Girtiyan dest bi rojiya mirinê kir. Piştî çalakiya greva birçîbunê û rojiya mirinê Wezîrê Dadê got ‘Tu astengiyên hiqûqî li pêş hevdîtinê tune ye. Li ser vê yekê parêzer pişti 8 salan dîsa di 2’ê gulana 2019’an de çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin.  Parêzeran di vê pêvajoyê de 5 caran hevdîtin kirin. Herî dawî di 7’ê tebaxa 2019’an de hevditin kirin. Di 21 salan de tenê 2 caran ji mafê axaftina telefonê sûd girt. Pirtûk hatin qedexekirin. Mafê ragihandinê, hevdîtina malbatê û parêzeran hat astengkirin. Ev hemû nîşaneyên tecrîda mutlaq e.”

Îddîaya ‘Ocalan naxwaze parêzerên xwe bibîne’ derew derket

Şeker, anî ziman ku telefona dawî tenê 4 deqîqeyan dewam kir û hat qutkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî Birêz Ocalan got ‘Ez dixwazim bi parêzerên xwe re hevdîtin bikim. Çima parêzer nayên dîtina min?’ telefon hat qutkirin. Bi taybetî di salên dawî de şerekî taybet li ser Birêz Ocalan hebû. Rayedarên dewletê îddîa dikirin û digotin ‘Ocalan naxwaze bi parêzerên xwe re hevdîtin bike’. Bi taybetî piştî vê telefona dawî, derket holê ku ev îddîa derew e û perçeyek polîtîkayê şerê taybet e.”

Bersîvê nadin serlêdanên parêzeran

Hevserokê OHD’ê Şeker, bibir xist ku piştî hevdîtina telefonê disa parêzer serlêdan dikin, lê di dîsa hevdîtin nayê kirin û wiha berdewam kir: “Parêzer serî li dozgeriyê didin, lê pêdivî bi bersîva parêzeran jî nabînin. Serlêdanên parêzeran bê bersîv dihêlin. Berê sedema astengiyê cezayê disîplînê nîşan didan. Lê niha bersîvê jî nadin serlêdana parêzeran. Ev nêzîkatî li dijî zagonên navdewletî û zagonên Tirkiyeyê ne. Tu astengiyên zagonî yên li pêş hevrîtinan tune ye.

Ji bo tecrîdê rewa bike zagonên înfazê diguherîne

Dewlet ji bo tecrîdkirina Ocalan rewa bike, bê navber di zagonên înfazê de guhertinan çêdike. Dixwazin van pêkanînên keyfî û li gorî xwe, bi kirasekî zagonî veşerin. Niha cezayên hucreyê, cezayên dîsîplinê û qedexeyên li pêş hevdîtinên bi parêzeran re bi tu awayî ne zagonî ne. Bi temamî keyfî û siyasî ne. Me bi dehan caran anî ziman ku ev pêkanîn nêzîkatiyek polîtîk û keyfî ye.”

Ocalan ne girtiyekî ji rêzê ye

Şeker, destnîşan kir ku ev nêzikatî û polîtîkayên dewletê yên li dijî Ocalan nîşan dide ku Ocalan ne girtiyekî ji rêzê ye û wiha got: “Di raya gişti de û cîhan jî di ferqa nasnameya Birêz Ocalan de ye û nasnameya wî nas dikin. Ji bo girtiyên ku cezayên herî giran girtine jî mafê wan ê zagonî yek bi yek hatiye rêzkirin. Lê em dibînin ku ev maf û zagon ji bo Birêz Ocalan nayên naskirin. Em dibînin ku ajandayek taybet û polîtîkayek cûda ya dewletê li hemberî Ocalan heye. Di pêvajoya çareseriyêde hat dîtin ku li Kurdistan, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn gotinên Ocalan ên ji bo aştî û çareseriyê çiqas girîng in. Terîd nişan dide ku dewletên li Rojhilata Navîn dixwazin berjewendiyên xwe pêş bixin, şer pêş dixin. Ji bo vê yekê jî tecrîdê kûr dikin. Ji bo ku îqtîdarên xwe mayinde bikin li şûna aştiyê şer pêş dixin. Bi tecridê dixwazin pêşniyarên Ocalan ên ji bo çareseriyê ji gel veşêrin şer pêş bixin.  Mirov nikare vê tecrîdê li gorî hiqûqê binirxîne. Divê mirov aliyê civakî û siyasî yê tecrîdê jî binirxîne. Ev tenê bi hiqûqê nayê pênasekirin.”

Tecrîda Îmraliyê li girtîgehên din jî belav bûye

Şeker, bal kişand ser bandora tecrîda li Îmraliyê ya li ser girtîgehên din jî û wiha lê zêde kir: “Em dibînin ku pergala li Îmraliyê pêş xistin hêdî hêdî li girtîgehên din jî belav dikin. Dixwazin hemû hevdîtinên girtiyan ên bi parêzeran re guhdar bikin û têxin bin qeydan. Kengî bixwazin dikarin guhdar bikin û qeyd bikin. Bi taybetî ev di pêvajoya OHAL’ê de zêde pêş ket. Dixwazin pêkanîn û pergala ku li Îmraliyê pêş xistin, li gorî zagonan saz bikin û li girtîgehên din belav bikin. Bi taybetî dixwazin şert û mercên fîzîkî yên ku ji bo Ocalan xistine meriyetê li girtîgehên din jî pêş bixin. Ji bo vê yekê pêk bînin, pêvajoya pandemiyê jî ji xwe re kirine firsend. Em dibînin ku tecrîd tenê li Îmraliyê bi sînor nemaye. Ev pêkanînên li girtîgehên din pêş dikevin, nîşan didin ku tecrîda li Îmraliyê êdî li girtîgehên din jî belav bûye. Ev jî polîtîkaya dewletê ye. Ev terîd û îzolasyon tenê li girtîgehan pêş neketiye. Em dibînin ku ev tecrîd li ser civaka Tirkiyeyê jî belav bûye. Em dibînin ku daxuyaniyên çapemeniyê, çalakiyên demokratîk li gorî tê xwestin nayên kirin. Hemû têne asteng kirin. Mirov nikarin fikrên xwe bînin ziman. Ji ber vê yekê mirov nikare bêje tecrîd li ser civakê tun ye. Her çend rayedarên hikûmetê bêjin azadiya ramanê heye jî kesên fikrên xwe bêjin û ne li gorî daxwaza hikûmetê be, têne binçavkirin û girtin. Ji ber vê yekê mirov nikare bêje li ser civakê tecrîd tune ye. Ev polîtikaya tecrîdê jî dibe sedem ku em bi xwe otosansurê li ser xwe pêş bixin. Ev tecrîda li ser civakê pêş dikeve bi tecrîda li Îmraliyê ve girêdayî ye.”

Ji bo CPT hişyar bikin rapor şandin

Şeker, li ser serlêdana parêzeran a Komîteya Wezîran û CPT’î ji rawestiya û wiha axivî: “Di sala 2014’an de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryarek dabû. Diyar kiribû ku kesên cezayê muebeta giran stendine, dikarin ji guhertina înfazê sûdê bigirin û cezayê wan bêne daxistin. Ji wê demê heta niha 7 sal borîn. Lê dewletê tu gav neavêt. Ji ber ku dewletê heta niha tu gav neavêt û di zagonan de tu guhertin çênekir, bû sedem ku em serî li CPT û Komiteya Wezîran bidin. Me ji bo ku girtiyên cezayên giran stendine karibin ji vê zagona înfazê sûdê bigirin serlêdan kir. Me bi vê serlêdanê xwest ku dema Komîteya Wezîran dema civînek din li dar bixe vê mijarê jî têxe rojeva xwe û ji bo vê yekê raporek amade kir. Komîteya Wezîran dê di navbera mijdar û qanûnê de civîna xwe li dar bixe û vê yekê têxe rojeva xwe. Bi vê yekê îhtîmala ku li dijî Tirkiyeyê biryarek derkeve jî heye. Ku Komîte biryarekê bide wê bibe sedem ku dewlet pêvajoyê bi lez bike. Dîsa me wekî ÇHD, ÎHD, TÎHV,  TOHAV serî li CPT’yê da. CPT di rapora 2020’an de xwest ku ji bo parêzer û malbat karibin hevdîtinê bikin divê dewlet şert û mercan ava bike. Lê ji wê demê heta niha tişta ku CPT xwest hêj pêk nehatiye. Ji ber vê yekê me wekî OHD’ê bi van saziyên navborî re got li gel ku we di 2020’an de rapor amade kir, lê qedexeya parêzer û malbatan hêj didome. Me bi vê serlêdanê xwest CPT şopdarê rapora xwe be û Tirkiye vê hewcedariyê pêk bîne. Ji bo ku CPT biryar û raporên xwe bişopîne me nameyek ji wan re şand. Me di vê rapor û nameyê de bal kişand ser îşkence û binpêkirina mafen girtiyan jî.”

CPT’yê xwest parêzer û malbat biçin Îmraliyê 

Şeker li ser helwesta CPT’yê jî rawestiya û wiha pêde çû: “CPT ne saziyek sivîl e. CPT ji pêkhateyên saziyên dewletê pêk tê. Ji bo ku CPT têkeve nava tevgerê divê dewlet vê yekê daxwaz bikin. CPT herî dawi di 2019’an de li Îmraliyê hevdîtin kirin û di sala 2020’an de rapora xwe aşkere kirin. Xwestin ku ji bo parêzer û malbat karibin hevdîtinan pêk bînin şert û merc bêne ava kirin. Lê heta niha dewletê şert û merc ava nekirin û astengiyên li pêş hevdîtinê ranekirin. Ev ne tenê ji bo Birêz Ocalan, ji bo girtiyên din jî astengî ranekirin. Girtiyên din ên li Îmraliyê jî ji 2015’an heta niha nikarin hevdîtinan bikin. Ji bo ku CPT gavan bavêje me dîsa serlêdan kiriye.

Divê CPT li hemberî serlêdana 6 saziyan bê bersîv nemîne

Şeker, herî dawî anî ziman ku ji bo hevdîtin bên kirin û daxwaza parêzeran li ber çavan bê girtin deklerasyona bangê weşandin û wiha bilêv kir: “Herî dawî me OHD 775 parêzeran deklerasyona bangê aşkere kir. Me got ev tiştên hûn dikin li dijî zagon û hiqûqa navdewletî ye û keyfî ye. Me xwest demek berî demekê astengiyên li pêş hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re rakin. Piştî me serlêdan kir, em li benda bersîva dewletê man. Lê heta niha me tu bertek û bersîv nedît. Ji ber ku dewletê bersîv neda me pêdivî dît ku em serî li CPT’ê bidin. Ji bo ku CPT têkeve nava liv û devgerê me 6 saziyên mafên mirovan ên ji OHD, ÎHD, TÎHV, TOHAV, CÎSST û ÇHD pêk tê serlêdan kir. Ev ji bo tevgerê referansek baş e. Ji bo tecrîd bi dawî bibe serlêdan û hewldanên me de bidomin. Em wekî parazvanên mafên mirovan û hiqûqnas tiştê ji destê me tê em ê bikin. Serlêdanên me dê bidomin û em ê şopdarên wan bin.