19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dixwazin destdirêjiya li Kercewsê veşêrin

Li gorî nûçeya Jinnewsê li gundekî navçeya Kercewsê ya Êlihê zarokeke 15 salî ji ber nexweşiyê çû nexweşxaneyê û piştre derket holê ku zarok ducanî ye. Ji ber gilîkirina zarokê ji heman gundî kesên bi navê M.A. û V.A hatin girtin. Hat diyarkirin ku polîs, çawişên pispor û cerdevan jî bi giştî 27 mêr eleqeya wan bi vê bûyera tecawizê heye.

Piştî ku ajansa jinan Jinnewsê nûçe belav kir bûyer di medyaya civakî de bû rojev. Ji bo nûçeyê biryara astengkirinê hat dayîn û her wiha polîsan gef li nûçegihana ajansê xwarin. Baroya Êlihê ragihand ku dê bûyerê bişopînin.

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran têkildarî mijarê ji MA’yê re axivî û diyar kir ku hikûmeta tirk dixwaze ser bûyera Kercewsê bigire û wiha got: “Polîtîkaya li Kurdistanê tê birêvebirin divê cuda were nirxandin. Çimkî destdirêjî paryeçek ji şer e. Dixwazin destdirêjiyê li ser axa Kurdistanê asayî bikin. Dixwazin bi vî awayî feraseta rejîma yekperest li ser me ferz bikin. Sûcên ku ji aliyê hêzên dewletê ve pêk tê ne tesadufî e. Mînak windakirina Gulistan Doku ne tesadufî ye. Weqayên li Mêrdîn, Şirnex, Wanê ne tesadûfî ne. Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû çawa ku di bûyera Îpek Er de xwedî li tecawizkar derketiye û jinan hedef nîşan daye di vê bûyera Kercewsê de jî Soylû xwedî li tecawizkaran derket û jinan û kesên bertek nîşanî bûyerê dane hedef nîşan daye. ”

Başaran destnîşan kir ku çawa ku wan dest ji bûyera Îpek Er bernedaye wê dest ji bûyera Kercewsê jî bernedin û got: “Em ê serî ji tehdîtan re netewînin. Em ê dev ji agahdarkirina raya giştî bernedin. Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.” ÊLIH