19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dixwazin jinan bêbîr bihêlin

Ji ber ku ji bo polîtîkayên komkujiyê hemû rê û rêbaz mubah in, zarokên 5 salî jî, jinên ciwan ên 15 salî jî dibin hedefa tacîzkaran

Pêvajoya xwe rêxistinkirinê ya baviksalariyê, bi tunekirin, berovajîkirin û bêqedirkirina destkeftiyên jinan re pê de çûye. Ya herî girîng jî, hewl dane jiyana ku jin afirînerên wê ne, bi jinan bidin jibîrkirin. Xwestine jinan bêbîr bihêlin. Xwestine jiyaneke ku jinan nirx û çanda xwe ji bîr kirine biafirînin û jinan di nava vê jiyana “nû” de bêbingeh û bênirx bikin û bi nirxên baviksalariyê wan tevî jiyanê bikin.

Hemû pergalên li dijî azadiyê tim û daîm, hewl didin, yên ku hêza wan a dînamîk ji wan re xetere ye  tune bikin an jî pasîfîze bikin. Her wekî îro partiya paşverû bi rê û rêbazên herî hesas şerê taybet pêk tîne. Polîtîkaya îktîdarê ya komkujiyê, tiştên ku nekariye bi rêbazên şer, tundî û zextê pêk bîne, îro dixwaze bi rêbazên qirêj pêk bîne.

Bi hemû kadroyên xwe yên pispor Kurdistan veguherandine laboratuarekê û bi rêbazên xwe yên qirêj bi hemû jiyana xwe seferberî îlan kirine. Bi gotina “Rêbazên me yên ewlehiyê têrê nakin, bi rêbazên nû em ê çareseriyên bibandortir bibînin” desthilatdar îlan kir ku dê biryarên xwe yên di wan laboratuaran de didin, bixin meriyetê.

Bi navê polîtîkayên ewlehiyê her cure wehşetê pêk tînin û dema ku serkeftî nebin jî bi polîtîkayên şerê taybet hewl didin bi bandor bikin û bi vê yekê hewl didin jiyanê dejenere bikin. Dejenerasyonê dikin polîtîkayeke bibandor a komkujiyê û dixwazin di ser jinan re (ku herî zêde nakokî û lêgerîna wan a azadiyê xurt e), civakê pasîfîze bikin. A girîngtir jî; hewl didin vê yekê di ser jinên ciwan re bikin. Jinên ciwan pêşeroja civakê, veguhêzerên çandê û avakerên jiyana nû ne. Li dijî wan gotina “dar dema ku ter be, divê were tewandin” ji xwe re esas digirin û polîtîkayên herî qirêj li ser wan pêk tînin.

Di salên dawîn de bi milyaran pere ji bo rêzefîlman xerc dikin. Dixwazin bi xeyalên senaryoyên wan rêzefîlman û heyraniya karakterên wan, ciwanan ji rastiyê dûr bixin. Li ser medyaya civakî malperên taybet çêdikin, di wan de lehengên rêzefîlman dilkêş dikin û bi navê hevaltiyê jinên ciwan ber bi wê çiravê ve dikêşin. Li paş her tiştekî li Kurdistanê, paşxaneya wan polîtîkayan heye.

Di salên dawîn de bi hezaran karmend ji pîşeyên cur bi cur li gelek saziyan hatin bicihkirin. Ma tesaduf e ku ew kesên hatine bicihkirin, bişibin kesên hilbijartî yên di wan rêzefîlm û fîlman de? Bi navendên qaşo perwerdeyê yên ku berê navendên asîmîlasyonê bûn, kesên bi taybet ji dibistanên polîsan hatine hilbijartin, di zanîngehên li Kurdistanê de bi cih dikin û ji bo ku “peywirên xwe baştir bikin”, jê re prîm tê veqetandin. Ev yek ji bo rêbazên şerê taybet girîng in û pir zêde bale dikêşe ser van rêbazan. Di serî de bûyera Gulistan Doku, bûyerên xwekuştinê û yên din ên li zanîngehan girêdayî vê yekê ne. Mamosteyên nû, li navendên  Kurdistanê yên welarparêziya wan xurt, tên tayînkirin. Di dibistanên seretayî û lîseyan de, bi bûyerên tacîz û tecawizê dikevin rojevê û ev yek bi tenê wekî tacîzkariya mêran nikare were dîtin. Ev yek encama tacîz û tecawizê wek polîtîkayeke şerê taybet bikaranînê ye.Tacîz û tecawizê wek çekeke bibandor li hember gelê kurd bi kar tînin.

Ji ber ku ji bo polîtîkayên komkujiyê hemû rê û rêbaz mubah in, zarokên 5 salî jî, jinên ciwan ên 15 salî jî dibin hedefa tacîzkaran. Ev bûyer di demên dawîn de, di dibistanan de berbelav dibin û ev yek jî girêdayî pêkanîna polîtîkayên pisporên komkujîperest ên desthilatdariyê ye. Desthilatdarî ji bo ku pêşî li destkeftiyên kurdan bigire û jiyana azad a bi pêşengiya wan li Rojhilata Navîn ava dibe asteng bike, vî şerî bênavber dimeşîne û bi rêbazên şerê taybet dixwaze berfirehtir bike. Dixwaze jinan di hemû qadên jiyanê de pasîfîze bike, şerpeze bike û ber bi lêgerîna jiyanê ya sexte ve bibe û bi vê yekê wan bê bandor bike. Ev hemû navgînên îdeolojîk ên  îktîdara paşverû ne û dijberiya îdeolojiya jina azad in. Li hemberî wê, birêxistinbûn, jiyanîkirina nirxên azadiyê, di hemû qadên jiyanê de li dijî rêbazên komkujiyê liberxwedan; dê li dijî komkujiyê bibe bingeha hebûnê.