25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dixwazin kurdan bê mejî bihêlin

Polîtîkayên qeyûman ên înkar, bişaftin, qedexe, talankirin û nelirêtiyê didomin.  Li aliyekî li ser navê xizmetê talan û wêrankariyê dikin, li aliyê din nav, reng û nasnameya kurdan înkar û tune dihesibînin.

Qeyûmê Şaredariya Bismilê di 29’ê kanûnê de navê Parka Vedat Aydin rakir û li şûna wê navê “Millet Bahçesî” lê danî.

Di sala 2014’an de li tenişta Çemê Dîcleyê park hatibû avakirin. Şaredariya wê demê navê Serokê HEP’ê ya Amedê Vedat Aydin ê di sala 1991’ê de hatibû qetilkirin, li parkê kiribû. Qeyûmê Şaredariya Bismilê navê Vedat Aydin rakir û navê “Mîllet Bahçesî” li parkê kir.

Piştî desthilata AKP-MHP’ê qeyûm tayînî şaredariyên bajarên Kurdistanê kir, qeyûman dest bi polîtîkayên înkar û qedexeyan kirin. Di  destpêka sala 2021’ê de mudaxaleyî rengê jinê kir. Qeyûmê Qersê navê Mor Cafe guhert. Li Bêgiriyê, zilam tayînî Miduriyeta Xizmeta Jinan û Malbatê kir. Li Farqînê li şûna tabeleya bi kurdî, tirkî û îngilîzî tabeleya bi tenê tirkî li ketin û derketina navçeya Farqînê çikand. Li Peyasa Amedê navê kolana Sîpan guhert û navê wezîrê berê yê AKP’î Abdûlkadîr Aksû lê kir. Li Erdîşê, sîwanên rengîn ên ku esnafan bi Kolana Hunerê vekirin, rakir. Li navçeya Rezan tabelaya Qreşa Zarokîstan guhert û bi tirkî nav lê kir. Li Qoserê tenûrên ku welatiyan li pêş hewşên xwe ava kiribûn rakirin.

Dixwazin kurdan bê hafize bihêlin

Têkildarî polîtîkaya qeyûm birayê Vedat Aydin û parêzvanê mafê mirovan Veysî Aydin anî ziman ku ev polîtîka û pratîk hişmendiya wan a li dijî gelê kurd nîşan dide û wiha got: “Hişmendiya qeyûm nişan dide. Kesên ku bêyî vîna gel hatine ser kar dixwazin gel ji hafize û bîra wî dûr bixe. Dixwazin miletê kurd bê hafize û bê bîr bihêlin. Êrîşa li vîna gel e. Nirxên gel daxwaz û ruhê neteweyî yên gel derdixin holê. Hebûn û nêrîna gel girêdayî nirxên hevpar in. Dixwazin kesên dibin vîn û modela gelê kurd ji holê rakin. Dixwazin gel bê vîn bihêlin. Ev xezpa vîna gelê kurd e. “

Aydin anî ziman ku ev polîtîka pirsgirêkê mezintir û kûrtir dike û wiha axivî: “Ev polîtîka pirsgirêkê çareser nake. Êş û jana gelan zêdetir dike. Hemû gelê li vî welatî dijîn jê bandor dibin. Ev polîtîka ne rast e. Ev polîtîka li ser tunekirin û bişaftina miletekî pêş dikeve. Ji ber vê yekê kesên ji bo gel dibin moral û hêz, kesên dibin pêşeroj, bi vê rêbazê dixwazin wan  şexsiyetan bidin jibîrkirin.”

Li ser înkarê siyasetê dikin  

Aydin destnîşan kir ku ev polîtîka heta niha bi ser neketiye û wiha lê zêde kir: “Ji avakirina komarê heta niha didome, lê bi ser neketiye û bi ser nakeve. Ji ber heta niha rêyên din nedîtine, tenê li ser tunekirinê hebûna xwe didomînin. Li ser bişaftin û înkarê siyaset kirine. Lê gelê kurd her tim li ber xwe da û ev polîtîka vala derxist. Çaresî rêya demokrasiyê û aqil e.”

Divê kurt têkoşîn û tifaqa xwe xurt bikin

Aydin da zanîn ku nûner û rêveberên kurdan heta niha li dijî tunebûnê li ber xwe dan û wiha berdewam kir: “Vîna xwe diparêzin. Divê vê têkoşînê mezintir bikin. Divê parastina mafê xwe xurtir bikin. Divê tifaqa xwe xurtir bikin. Nakokiyên nava xwe ji holê rakin. Di aliyê hiqûqê de êdî rewşa hiqûqê diyar e. Tu hêvî û bawerî ji hiqûqê tune. Ji ber vê yekê di aliyê hiqûqê de tu hewldanên me çênebûne. Di halê hazir de hêvî û bawerî ji hiqûqê tune ye.”