20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dixwazin nijadperestiyê pêş bixin

Talîban di 15’ê tebaxê de ket bajarê Kabulê û bi temamî rêveberiya Afganistanê bi dest xist. Piştî Talîban ket paytextê Afganistanê, Kabulê bi deh hezaran welatiyan berê xwe dan balafirgehan û xwestin Afganistanê terk bikin. Têkildarî ketina rêveberiya Afganistanê, nivîskar û rojnameger Faîk Bûlût ji bo rojnameya Xwebûnê nirxandinên girîng kirin.
Nivîskar û Rojnameger Faîk Bûlût, bal kişand ser bidestxistina Kabulê û wiha got: “Bidestxistina Kabulê ya ji aliyê Talîbanê ve ji bo min ne surprîz e. Ji ber ku NATO û DYA’yê li wir nekarîbû artêşekê ava bike. Lê bidestxistina Kabulê a ji aliyê Talîbanê ve di hevsengiya navdewletî de guhertinên girîng ava kir.”
Bûlût da zanîn ku ji aliyê NATO û DYA’yê ve ev ne têkçûneke nû ye û wiha got: “Her kes dizane ku DYA’yê çawa xwe ji Vîetnamê vekişandiye. DYA her ku diçe xwe dikişîne nava xwe. Hêza xwe ya li Rojhilata Navîn kêm dike. Hejmara leşker û balafirên xwe kêm dike. Li Rûsya, Iraq û Yemenê têkiliyên xwe ji nû ve rast dike. Hewl dide bi Îranê re li hev bike. Li Sûriyeyê hêj çi bike tam ne diyar e.”

Xwe ji bo Rûsya û Çînê amade dike

Faîk Bûlût diyar kir ku DYA hêza xwe vedikişîne û hêza mezin ji bo têkoşîna li dijî Rûsya û Çînê amade dike. Bûlût, da zanîn ku hatina Talîbanê ji bo Rûsya û Çînê hem firsend e û hem jî qeyran e û wiha got: “Dema DYA’yê xwe ji Afganistanê vekişand, xwest vê giloka belaya Talîbanê li sere Çîn û Rûsyayê bigerîne. Dibêje ez di vê çiravê de xeniqîm, bila hinekî jî ew tê de bigevizin. Yanî mirov dikare bibêje Talîban versîyona DAIŞ’ê ya duyemîn e. Tu cudakariya Talîban ji DAIŞ û El Nûsrayê tune ye. Rûsyayê ewil got bila DYA di vê çiravê de bixeniqe, bê kutan. Bi rastî jî wisa bû. Niha jî DYA dibêje ez bi Talîbanê re derneketim serî ez vê belayê bînim serê we. DYA’yê li vir nêzî 2 trilyon dolar pere xerc kir. 20 salan bi ser neket.”
Bûlût anî ziman ku Rûsya û Çîn ji aliyekî ve dixwazin bi Talîbanê re hevkarî û diyalogê bikin, li aliyê din dixwazin belaya Talîbanê li serê DYA’yê bigerînin û wiha got: “Bi vê pêvajoyê re niha hevsengî xera bû. Dixwazin ji nû ve hevsengiyekê ava bikin.”
Bûlût bi bîr xist ku Serokkomar Tayyip Erdogan û Joe Bîden li Zîrveya NATO’yê hevdîtinekê kirin û wiha berdewam kir: “Erdogan di vê hevdîtinê de fikrekê pêşniyazî Joe Bîden kir. Got ‘Karê ewlehî û rêvebirina Kabulê em bikin. Karê îdarî û ewlehiyê bidin me.’ Em dizanin navbera Tirkiye û DYA’yê xerab bû. Tirkiyeyê xwest di navbera xwe û DYA’yê de pirekê ava bike û li hev bikin. DYA’yê jî i awayekî erênî nêzî vê pêşniyazê nêrî. Wisa difikirîn ku Kabul dê di rêveberiyê de bimîne û Talîban jî hevkarê wê yê koalîsyonê be. Lê niha Talîban bi serê xwe bû hikûmet. Ji ber vê yekê mutabaqata Tirkiye û DYA’yê ku têkildarî Kabulê li hev kiribûn pûç bû.”

Tirkiye dest jê bernade

Bûlût bal kişand ser helwest û planên Tirkiyeyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye dîsa dest ji planên xwe bernade. Dê dîsa hewl bide ku hêza xwe li wir bi cih bike. Dîsa dê hewl bide ku ewlehiya balafirgeha Kabulê bixe destê xwe. Dê bixwaze bazirganî û rêveberiya wir bi dest bixe. Dê hewl bide îhaleya rê û xizmetên din têxe destê xwe. Niha dibe ku Tirkiye ji welatên cîhanê re bibêje ‘Talîban rêxistin e. Diyar e dixwaze dewleta îslamê ava bike. Lê em hinekî wê terbiye bikin û nerm bikin. Ji ber vê yekê divê hûn piştgiriyê bidin min. Ez bibim terbiyekarê vê yekê. Ez ê rê û rêbazan bibînim. Dikare pêşniyazeke wisa bike.”
Bûlût destnîşan kir ku dema Tirkiye vê piştgiriyê ji welatên cîhanê bixwaze dê li hemberî wê tiştên şênber bixwaze û wiha axivî: “Dê bibêje tenê di gotinê de piştgiriyê nedin min. Di aliyê aborî û lojîstikê de jî divê hûn piştgiriyê bidin min. Dikare bibêje em van projeyan bi hev re pêk bînin û bi hev re şîrketan ava bikin. Hûn dizanin ku Tirkiye li Karabaglar û Azerbeycanê hin baregeh ava kirin. Dikare di navbera Asyaya Navîn, Afganistanû Kafkasya de li gorî xwe pira leşkerî û siyasî ava bike. Ev projeyên di hişê hikûmeta Tirkiyeyê de ye. Lê Çîn û Rûsya jî bi hêsanî destûr nadin vê yekê. Pirsgirêkên di nava Îran û Tirkiyeyê de pir zêde ne. Îran pir naxwaze hêza Tirkiyeyê li wir pêş bikeve. Ev nayê hesabê Îranê jî.”

Talîban dê dewleta îslamê ava bike

Bûlût bal kişand ser helwesta Talîbanê ya li hemberî cîhanê jî û ev tişt lê zêde kir: “Talîban sozek wisa dide dinyayê. Berê ji bo ku hêzên navdewletî wê qebûl bike, gotinên nerm dibêje. Dibêje ‘Em dest bawerî û nirxên kesan nadin’ Lê ez bawer dikim ev ji bo demeke kin derbasdar e. Lê piştî Talîban îqtîdara xwe mîsoger bike, dê dewleta îslamê û şerîatê ava bike. Ev pir aşkera ye. Dibêje ez mudaxaleyî karê navxweyî yên tu dewletan nakim. Dibêjê ez ê cîhadvanan neşînim welatên din. Lê nabêje ez ê cîhadvanan li axa xwe neparêzim. Heta niha beşek ji Nûsra, Çeçen, El Qaîdeyê li vir hebûn. Dê ji niha û şûnde bêhtir li vir hebin. Dê hejmara wan zêdetir bibin.”

Perwerdeya leşkerî dîtine

Bûlût bi lêv kir ku penaberên ji Afganistanê derbasî Tirkiyeyê dibin ji 3 paran parek wan kesên perwerdeya leşkerî dîtine û wiha axivî: “Em çi dizanin ku wan wekî hêza mîlîs a li dijî muxalefeta hundir bi kar nîne? Niha polîtîkaya Tirkiyeyê ya li dijî penaberan hêj tam zelal nebûye. Rojekê Erdogan dibêje ‘Kî dibêje penaber qefil bi qefil derbasî Tirkiyeyê dibin. Tiştekî wisa tune ye. 3 roj şûnde dibêje erê di sînor re derbas dibin. Em dîwar li pêş wan ava dikin.’ Lê rastiyek heye penaber derbasî Tirkiyeyê dibin. Îran jî çavê xwe ji hatina wan re digire. Îran dixwaze Tirkiye bi vê meseleye re mijûl bibe.
Divê mirov qebûl bike ku Tirkiye welatekî raqîb e. Tirkiye hem li Iraqê û hem jî li Sûriyeyê li dijî Îranê welatekî raqîb e. Lê hêj ne dijmin e. Niha Afganistan jî li vê yekê zêde bû. Îran Tirkiyeyê wekî welatekî raqîb dibîne. Ji ber vê yekê her tim dixwaze karê wê xera bike.
DYA’yê têkildarî penaberan gotin ji devê xwe derxist. Got li ser navê me bên li Tirkiyeyê bibin mêvan.
Beşek kesên derbasî Tirkiyeyê dibin şîî ne. Beşek penaberan ji herêma di bin kontrola Îranê de nin. Beşeke din jî ji herêma Îtîfaqa Bakur in. Xêncî peştûyan beşeke wan jî kesên ku xwe ji nijadeke turkî dihesibînin bi xwe ne. Ozbekên ji koka turkîyan in. Hinek jî qirxiz in. Ji berê de tê zanîn ku ev kesên derbasî vir dibin mîlîs in û perwerdeya leşkerî dîtine. Pir zelal e ku van kesan perwerdeya leşkerî û çekdarî dîtine. Beşek ji wan di sazî û rêxistinên bi dewletê ve girêdayî de perwerde dibin. Di demên dawî de gotegotên wisa jî derketin. Hat gotin ku saziyên girêdayî dewletê van kesan perwerde dikin. Yên vê yekê dizanin jixwe dizanin. “

Wê demografiyê biguherînin

Bûlût li ser bandora penaberan a guhertina demografiyê jî rawestiya û wiha pêde çû: “Wê li Tirkiyeyê di aliyê demografiyê de guhertineke mezin pêk bînin. Herî zêde berê xwe didin Anatoliya Navîn. Bi vê yekê dixwazin bingeha Îtîfaqa Cûmhûr xurt bikin. Dîsa li Wanê û Amedê belav dibin. Bi cih dibin. Dikarin li erdnîgariya kurdan di aliyê demografiyê de guhertineke mezin çêbikin. Bi her awayî xuya ye ku dê demografiyê biguherîne. Ya din jî siberojê kes û hikûmeta ku naxwaze îqtîdar bê guhertin û di hilbijartinê de naxwazin biçin, dê van kesan wekî mîlîsan li dijî kesên serî hildidin bi kar bîne. Em vê yekê ji gotinên rayedaran fam dikin. Dibêjin ev rojên we yên xweş in. Hêj rojên we yên nexweş nehatine. Yên ku naxwazin hikûmetê terk bikin ji bo siberojê tedbîrên xwe digirin. Vê hêz li Sûriyeyê bi kar anîn. Li herêmên ku li Sûriyeyê xistin kontrola xwe û li Lîbyayê ev hêz bi kar anîn.”

Aboriya Tirkiyeyê têk çûye

Bûlût bal kişand ser bandora penaberan a li ser aboriyê jî û wiha bi dawî kir: “Diyar e Tirkiye di aliyê qeyrana aborî de hilweşiya ye. Her ku qeyran mezin dibe piyaseya hêza kedê û kar erzan dibe. Rayedarên AKP’ê bi xwe gotin ‘Hûn hêj çi dixwazin. Tên li vir bi erzanî kar dikin. Ey şîrket û karsaz ha ji were ked û karên erzan. Hûn hêj ji xwedê çi dixwazin. Di heman demê de bi vê yekê wan dikin şirîkê keda mirovên ji Amed, Qers, Wan û bajarên bakurê Kurdistanê. Dîsa wan dikin şirîkê keda mirovên betal ên Rojavayê Tirkiyeyê. Ev rê li ber koletiyeke pir mezin vedike. Rê li ber kedxwariyeke pir mezin vedike. Lê vê pergalê şaş fam dikin. Nabêjin ev bi destê AKP’ê û pergala kapîtalîst tê avakirin. Nabêjin ev bi destê komên sermayedar tê kirin. Bi vê yekê mirovên betal ên li Rojava û bakurê Kurdistanê dixin qirika hev û li hev sor dikin. Bi vê yekê rê li pêş şerê nijadî vedikin. Mînaka vê yekê li Altindag a Enqereyê pêş ket. Garantiya vê yekê tune ku sibê li Amedê û bajarekî din jî pêk neyê. Ez wisa difikirim ku hêzên kûr ên girêdayî dewletê vê yekê sor dikin. Dixwazin şerê nijadperestiyê pêş bixin û îqtîdarê rehet bikin. Wekî ku dixwazin çareser bikin xwe nîşan didin.”