Saturday, Mijdar 27, 2021

‘Dixwazin peymana Bexda-Hewlêrê bi Şengalê bidin qebûlkirin’

Di demên dawî de hevdîtînên di navbera Rêveberiya Xweser a Şengalê û hikumeta Iraqê de zêde bûne. Di hefteya borî de piştî ku şandeyek ji hikumeta Iraqê serdana Şengalê kir, şandeya Rêveberiya Xweser a Şengalê jî çû Bexdayê û bi şandeyeke payebilind a Iraqê re hevdîtin kir. Bi taybet civaka êzidî û her wiha raya giştî derbarê van hevdîtinan de xwedî gelek pirs û meraqê ye. Li milê din jî di pêvajoyeke bi vî rengî de artêşa tirk a dagirker destpêkê herêmê Şêxan, nêzî Laleşa pîroz bombebaran kir û pişt re jî li Şengalê êrîşeke hewayî pêk anî.

Têkildarî mijarê Berdevkê Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweser a Şengalê Faris Herbo axivî. Herbo li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê bi hikûmeta Iraqê re hevdîtin der barê êrîşên dawiyê de jî kirine.

Êrîşên Tirkiyeyê

Faris Herbo destpêka axaftina xwe de bal kişand ser operasyonên dewleta tirk a bi armanca dagirkirina başûrê Kurdistanê û destnîşan kir ku ev êrîş ne tenê li hemberî gerîla û PKK’ê ye her wiha di şexsê gerîla de li hemberî hemû civaka kurd, deskeftiyên Kurdistanê, Şengalê û li hemberî xaka Iraqê û gelên Iraqê ye jî. Herbo der barê stratejiya dewleta tirk de ev tişt anî ziman: “Dewleta tirk behsa plana 2023’yan dike. Dewleta tirk dixwaze heya 2023’an hinek mintiqeyên stratejîk li Iraqê bi dest bixe ku ew û çeteyên xwe li van mintiqeyan cihê xwe ava bikin. Dixwazin piştî ku dema Peymana Lozanê xilas be karibin vê mintiqê tev li xwe bikin.”

Deskeftiyan her çar parçeyan e

Herbo destnîşan kir ku dewleta tirk di êrîşên xwe yên dagirkirinê de destek û alîkariyê ji hin hêzên iraqî û kurdistanî jî digire û wiha pê de çû: “Ev deskeftiyên li başûre Kurdistanê, ne tenê malê PDK’ê ne. Malên gel in. Gelê başûrê Kurdistanê ji bo hebûna xwe ya siyasî û di statûyekê de biparêze bi sedhezaran şehîd dan. Bi taybetî piştî şerê li hemberî DAIŞ’ê, kurd li her deverên cîhanê hatin nasîn, îtibara wan çêbû. Lê îro ji ber ku PDK’ê bi awayek aşkere îxanetê li yekgirtina  kurdan dike, bi tirka re li hev dike û wan tîne ser axa Iraqê û axa Kurdistanê. Ev cihê xeteriyeke mezin e. Eger bê gotin ku ev şer tenê li ser gerîla ye, li ser PKK’ê ye, ev dibe xwe xapandin.”

‘Hewce ye gelê Iraqê jî hişyar be’

Berdevkên têkiliyên Derve Faris Herbo da zanîn ku Tirkiye bi stratejiya dagirkirina Kerkûk û Musilê tevdigere û ev yek jî dike ku pêşî li gelên Iraqê bike. Herbo di vê mijarê de bang li hikûmeta Iraqê û hêzen Kurdistanî kir û wiha got: “Dewleta tirk îro li Telafer, Musil, Kerkûk  û li seranserê başûrê Kurdistanê xwe birêxistin dike. Eger naxwazin vê heqîqetê bibînin, xwe dixapînin. Gelên Iraqê û bi taybet jî Şîa çawa ku li hemberî êrîşên DAIŞê ketin nav liv û tevgerê, îro jî êrîş li ser xaka Iraqê û gelên Iraqê heye, divê li hemberî van êrîşan hişyar bin.”

Xetereyên li pêşiya êzîdiyan

Herbo bibîrxist ku di nav hefteya borî de dewleta tirk hem êrîşê Şêxanê hem jî Şengalê kiriye û ev tişt got: “Ma li Şêxanê çi heye? Em wekî êzidî, van operasyon û êrîşan wek xetereyeke mezin li ser xwe dibînin. Eger dewleta tirk biçe Laleşa pîroz dê kî Laleşê biparêze? Ji ber ku di 2014’an de tu kesî neparast, dest jê berdan, gerîla hat û parast.”

Agahiyên girîng

Berdevkê Şengalê Faris Herbo der barê hevdîtinên bi hikumeta Iraqê, agahiyên girîng dan û diyar kir ku di hevdîtinan de hikumeta Iraqê her bi rêya dewleta tirk gefan li wan dixwe û wiha got: “Di hevdîtinan de Iraqê ji me re digot eger em neyên Şengalê an jî hin tiştên ku em dixwazin nekin dê dewleta tirk were û êrîşî we bike. Dema mirov axaftina Iraqê û êrîşa dewleta tirk bîne gel hevûdu, tê wê wateyê ku di van êrîşan de li hev kirine. Iraq dibêje ez îradeya te nas nakim, an jî dê dewleta tirk were û li te de. Tirka hat li me da, tê wê wateyê hikumeta Iraqê û dewleta tirk ji bo Şengalê, di tifaqê de ne.”

‘Çima mafên êzidiyan nadin’

Faris Herbo Peymana 9’ê Cotmehê ya 2020’î û  bi tifaqa niha ve girêda û bibÎrxist ku ev peyman li ser daxwaza Tirkiyeyê hatiye morkirin, lê ji ber berxwedan û sekna civaka êzîdî heya niha bi ser neketiye. Herbo di berdewama nirxandinên xwe de nebûna xwesteka çareseriyê ya hikumeta Iraqê bi van gotinan rexne kir: “Iraq dibêje em dewletekî federal û demokratîk in. Li gor destûrê jî wisa ye. Îro birayên me yên mesîhî, şebek, tirkmen, kurd, sûnî, şîa, mafê xwe yên siyasî, civakî, îdarî, perwerdehî û ewlekarî girtine, xwedî maf in. Bi xwe îdareya xwe dikin û em jî destek dikin ku her netew mafê xwe bigire. Lê ji bo êzîdiyan çima qedexe ye? Eger di destûr de heye tu çima mafên êzidiyan nadî, çima ji êzidiyan re qedexe ye lê ji yên din re serbest e?”

Naveroka hevdîtinan

Herbo encamên hevdîtinên bi hikumeta Iraqê re jî nirxand û ev agahî dan: “Bi taybet di heyva heziranê de gelek hevdîtin çêbûn. Du caran hevdîtin bi komisyona bilind a ku ji hêla hikumetê ve hatiye avakirin re çêbû. Di wê komisyonê de Ewlekariya Niştimanî, Ewlekariya Netewî, Fermandariya Operasyonên Giştî , ev her sê saziyên ewlekariyê yên esasî hene. Carekê nûnera Neteweyên Yekbûyî (NY) jî amade bû. Me bi NY’ê re li Şengalê jî hevdîtin çêkirin. Hevdîtinên me li Kerbela jî çêbûn. Di hevdîtinan de me daxwazên xwe da zanîn ku em wekî gelê êzidî dixwazin di warê siyasî, îdarî, ewlekariyê de rêveberiya xwe ava bikin. Ji bo çareseriyê, dewleta Iraqê heya niha pêş de gav neavêtiye. Nexwestiye ku bi şiklekî demokratîk ev pirsgirêk çareser bibe. Her tim me xwestiye bi diyalogê meselê çareser bikin. Bêyî ku hêzên cûda tesîr bikin me xwestiye bi Iraqê re çareser bikin. Lê di hevdîtinên dawî de jî gotin çi dibe bila bibe divê hun peymana 9’ê Cotmehê qebûl bikin. Ruxmê ku gel vê peymanê red dike, car din jî dixwazin li ser milet ferz bikin.”

‘Şengal dikare bibe mînaka çareseriyê’

Herbo, xeteriyên vê siyaseta hikumeta Iraqê jî nirxand û hişyariyên girîng kirin. Herbo destnîşan kir ku eger hikumeta Iraqê pirsgirêkê bi şêwaza demokrasiyê çareser neke dê wekî li Diyala, Xaneqîn û Kerkûkê, pirsgirêk û alozî kûr bibin û got eger pirsgirêk bi awayek demokratîk çareser bibe wê demê dê Şengal ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên Iraqê bibe mînak û model.