18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dixwazin pîrozgehên Dêrsimê xera bikin

Li navçeya Pulur Dêrsimê ji bo li çaviyên Mûnzûrê yên ji bo çanda elewiyan (qizilbaş) pîroz in, bi navê  ‘Sererastkirina Peyzaja Mûnzûrê’ projeyek hatibû amadekirin. Bi boneya pêkanîna vê projeyê 5’ê tebaxa 2020’an, ji aliyê walîtiya Dêrsimê ve standên esnafan hatin girtin û maşîneyên zirxî rêya çaviyên geliyê Mûnzûrê girtibû.

Der barê mijarê de em bi esnafên li çaviyên Munzûrê, dayika bi navê Çeşmînaz Aldogan (65) re ya ji gundê Ziyaretê û bi Pîr Hayrî Şalli re yê li gundê Ziyaretê yê ser bi navçeya Pulurê dijî axivîn.

‘Bila dewlet destê xwe ji ser pîrozgehê me rake!’

Li gorî agahiyên ku esnafên li çaviyên Mûnzûrê dan, dewlet dixwaze projeya peyzajê ya bi hevakariya Qeyemeqamiya Dêrsimê û Ajansa Pêşketinê ya Firatê hatiye amadekirin têxe meriyetê. Walîtiya Dêrsimê bi boneya ku çaviyên Mûnzûrê qada sîtê ne, standên 18 esnafên ku bi salan e li vê derê ne, li gorî projeyê ‘guncav nabîne’ û dixwaze wan bi darê zorê ji vê derê derbixe.

Esnafê bi navê Eren Şayli yê ev 5 sal in li ber ava Mûnzûrê karê xwe dike, der barê vê yekê de, ev tişt anî ziman: “Li gorî projeyê ev cihê ku niha standên me lê ne, dê tev werin xerakirin û rêyeke bi textikan were çêkirin. Cihê em çirayan pê dixin û duayên xwe lê dikin jî di projeyê de, di nav vê rêya textik de xuya dikir. Li aliyê din jî walî daxuyanî dide û dibêje ku kepçe û maşîneyên kar dê nekevin vê qadê. Çi rast çi jî derew, di her şert û mercê de em naxwazin kepçe têkevin nav ziyaretgeha me. Bila dewlet destê xwe ji ser pîrozgehên me rake! Bila Mûnzûrê ji bo berjewendiyên xwe bi kar neynin! Em ê nehêlin ku di bin navê peyzajê de Mûnzûr bibe beton.”

‘Sloganan berz dikin û diçin!’

Şayliyê di axaftina xwe de bal kişand ser kêmasiya saziyên sivîl, ekolojîk û partiyên siyasî, diyar kir ku dengê esnafan tenê têrê nake û wiha got: “Saziyên siyasî yên wekî HDP, CHP û DHF’ê tên çend sloganan berz dikin û diçin! Saziyên ekolojiyê yên wekî ‘Bila Mûnzûr Azad Biherike’ jî xemsar in û her wiha yên tên konê xwe li ser çiyayên Dêrsimê, li ber çemê Mûnzûrê vedikin, kêfa xwe dikin û diçin! Dengê yekî ji me jî bilind dernakeve. Hewce ye îro Dêrsim tev rabe ser pêyan!”

Bêyî agahiya gel

Esnafa bi navê Nûruvan Guner jî diyar kir ku di projeya peyzajê de qala rêya textik dikin lê rêyeke ku bi textikan were çêkirin wê di berfa Dêrsimê de birize û ev tişt anî ziman: “Gelo îro dewlet bi çi armancê dest bi vê projeyê dike? Em hê jî nizanin. Beriya 8 salan digotin em ê cihê semahê vekin li vir lê îro bi vê projeya peyzajê derdikevin pêşiya me. Beriya projeyê amade bikin hewce ye ji gelê elewî, ji pêşengên me elewiyan bipirsin ev proje guncav e yan na? Îro ez dêhna xwe didimê tu kes nizane dê bertekeke çawa nîşan bide, ji ber em baş nizanin di naveroka vê projeyê de çi heye? Yanî ev proje çi be jî bêyî agahiya gelê elewî divê neyê çêkirin.”

‘Bedena min sîper e’

Dayika Çeşmînaz Aldogan jî bal kişand ser nêzîkatiyên dewletê yên xwezayê talan dikin û qadên rantê vedikin û wiha got: “Dewlet di vê projeyê de çima rastiyan vedişêre? Madem dibêje ez kepçeyê naxim nav ava Mûnzûrê, wê demê ew kepçeyên li ber rê ji bo çi ne. Gelo dewlet dixwaze ev der jî bibe wek ‘Berxwedana Parka Geziyê’! Ev 65 sal in ez li vî gundî me. Ger îro kepçe têkevin pîrozgehên me, ez ê biçim li pêşiya maşîneyan bisekinim û bedena xwe bikim sîper!”

‘Çaviyê Mûnzûrê pîroz in’

Herî dawî Pîr Hayrî Şallî jî der barê projeya sererastkirina peyzaja çaviyên Mûnzûrê de, da zanîn ku dewlet bila ji bo kesên ku ji derve tên ‘sererastkirina peyzajê’ bike û destê xwe ji Mûnzûrê bikişîne, ev tişt anî ziman: “Bila dewlet destê xwe nede qada ku wekî sîtê hatiye ragihandin. Çaviyên Mûnzûrê ji bo me pîroz in, dema di navbera du kesan de xeydandinek çedibe, piştî tasek av ji van çaviyan vedixwin bi hev re diaxivin. Bila dewlet destê xwe ji ser nirxên me rake.”

Cema wekheviyê

Hewceyî gotinê ye ku Meclisa Bila Mûnzûr Azad Biherike civînek hat li dar xist û di vê civînê de ji bo betalkirina projeya peyzajê hin biryar hatin wergirtin. Li gorî biryarên hatin ragihandin, wê sibê piştî nîvro saet di 4:00’an de, li çaviyên Mûnzûrê ‘cema wekheviyê’ bê girtin. Her hiwa wê civînên agahdarkirina gel bên lidarxistin û her şev saet di 8:30’an de çalakiya girtina lembeyan û dengderxistinê bê lidarxistin.