25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dixwestin Hesekê ji tîna bifetisînin

Ev demek e dîsa delweta tirk û komên girêdayî wê, ava vexwarinê ji ser bajarê Hesekê birîne û xelkên bajêr û derdorê wê di rewşeke gelekî zehmet de hiştine. Bêguman ji dema ku Tirkiyeyê di 9’ê cotmeha 2019’an de, piştî ku Amerîkayê beşek ji hêzên xwe ji hin navçeyên sînorî yên rojavayê Kurdistanê vekişand, êrîşî rojavayê Kurdistanê kiribû û bajarê Serê Kaniyê û Girê Spî li gel bi dehan gundên derdorê xwe ketin destê artêşa Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê.

Piştî wê jî gelek caran qutkirina avê wekî beşeke ji şerê taybet ê li dijî gelê rojavayê Kurdistanê tê meşandin. Cara pêşî di 24’ê sibatê de ava stasyona Elok ji ser Hesekê, Til Temir û çend navçeyên din qut kiribû.

Piştî wê jî di 21’ê adara 2020’an de dîsa duyemîn car, artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar stasyona Elok ji kar xistin û av li ser bajarê Hesekê û çend deverên din birîn.

Piştî qutkirina ava sentrala Elok li rojhilatê bajarê Serê Kaniyê ji aliyê Tirkiyeyê ve, Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) li ser mijarê daxuyanî da û ragihand ku qutkirina avê zarok û malbatên wan dixe xeteriyeke ku nayê qebûlkirin.

Di demekê de ku bi sedema eger û tirsa belavbûna virûsa koronayê, pêwîstiya xelkên rojavayê Kurdistanê bi giştî, di nav de jî xelkê Cizîrê, bi ava pak heye, hikûmeta Tirkiyeyê û komên çete yên alîgirên wê, qutkirina avê weke zextekê li ser xelkê navçeyên Cizîra rojavayê Kurdistanê bi kar tînin.

Armanc çi bû?

Armanca sereke ya vê yekê ew e ku gelê herêmê li dijî rêveberiya xweser bi kar bîne û nîşanî xelkê bide ku ev rêveberî nikare xizmetan pêşkêşî gel bike. Ji aliyekî din ve jî dixwaze ku gelê herêmê yê ku tevî hemû zor û zehmetiyan dest ji cih û warê xwe bernedan û tevî hêzên xwe yên parastinê li hember hemû êrîşan li ber xwe dan ceza bike. Rêveberiya Xweser ku bi salan e li hemberî êrîşên hovane yên li ser herêmê gelê xwe parastiye û di rewşa Sûriyeyê ya zor û zehmet de heta niha hemû hewcedariyên gelê herêmê pêk aniye. Niha ji bo astengikirina kar û barê wê ev pirsgirêka avê jê re peyda kirine û dixwazin ku berteka gelên herêmê li hemberî vê rêveberiyê sor bikin.

Av ji ku dihat?

Hêjayî gotinê ye ku stasyona Elok, bi nêzîkî 10 kîlometreyan dikeve rojhilatê bajarê Serê Kaniyê, û çavkaniyên ava wêstgehê, 30 bîrên irtiwazî ne.

Di sala 2013’an de ew stasyon hatibû avakirin û rojane 175 hezar metre kabik ava vexwarinê dida, lê niha di bin destê Artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên alîgirên wê de ye. Berî ku Tirkiye herêmê dagir bike bêhtirî  milyon kesî  ji wê avê sûdwerdigirt.

Bersiva herî xweş çareserî bû

Ji bo peydakirina jêdereke nû ya ava vexwarinê, Gerînendeya Avê ya Kantona Hesekê dest bi projeya kolandina bîran a li Himeyê kiribû.

Di çarçoveya projeyê de 50 bîr hatin kolandin. Ji destpêka vê mehê de (Tebax) 5 bîr ketin xizmetê û îro 20 bîrên din jî hatin şixulandin.

Hevseroka Gerînendeya Avê ya kantona Hesekê Sozdar Ehmed diyar kir ku di dema bê de wê 25 bîrên din bikevin xizmetê. Her bîrek di saetekê de 20 mitre kabik av dide.

Sozdar destnîşan kir ku di nava du rojan de wê av bighêje taxan û got: “Ji ber cara yekem ev bîr tên xebitandin destpêkê dê av  nezelal be. Lê piştî du rojan wê av zelal bibe û ji bo vexwarinê dê guncav bibe.”

Sozdar Ehemd diyar kir ku di qonaxa yekemîn de wê her 10 rojan av bighêje taxekê, piştî xebitandina hemû bîran dê her roj dayîna avê zêde bibe.

Di merasîma xebitandina bîran de, endama Desteya Serokatîya PYD’ê Foza Yûsif û hejmarek endamên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê amade bûn.