25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Diya min jî wêjevan e

Riza Uyar

Di rêya gund de, wesayita wêjevanekî navdar, avê dikelîne.
Zilam erebeya xwe dide qeraxê rê û dadikeve, li der û dora xwe dinihêre, dibîne ku wa ye şivanekî li wê derê li ber pez e. Şivan li bilûrê dixe û pezên wî jî li der û dora wî direqisin, zilam bang li şivan dike.

Şivan tê gel wî û dibêje fermo, ez ê çawa alîkariya te bikim? Zilam dibêje tu karibî ji min re hinekî avê bînî baş e, şivan diçe jê re avê tîne û tê.
Wêjevan avê ji şivan distîne û bera radyetorê erebeya xwe dide û disekine.
Wêjevan ji şivan dipirse, ev pez yên tene ya na ? Şivan dibêje na, bi tenê ez şivan im û axaftina xwe didomîne, keko tu çi karî dikî ?

Zilam dibêje ez wêjevan im! Şivan wêjevaniyê wekî ku mirov ard biwêje anku (bêjing bike) fêm dike û weha dibêje: “Wîîî welehî diya min jî wêjevaneke gelekî jêhatî ye!”