spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Diyaloga bi Îranê re dîsa li Viyanayê dest pê dike

Piştî 7 tûrên hevdîtin û diyaloga bi Îranê re ji bo vegera li peymana nukleerî, îro li Viyanayê tûra 8’emîn ya diyaloga bi Îranê re dest pê dike. Ji ber nakokiyên di navbera Îran û aliyên din ên peymana nukleerî diyalog hatibû rawestandin lê bi alîkariya Rûsya û Çînê dîsa diyaloga bi Îranê re dest pê kir.

Li gorî hin daxuyaniyan Îranê ji hin daxwazên xwe gav bipaşve avêtiye, lewre diyalogê dîsa dest pê kiriye û ev yek di nava raya giştî ya Îranê de bûye cihê nerazîbûnan û daxwaza hesabpirsînê ji serokê heyeta Îranê hatiye kirin. Lê li gorî çavkaniyên Îranê tu guhertin di daxwazên Îranê de nehatine kirin.

Nûnerê Lijneya Ewlekariya Neteweyî û Karên Siyaseta Derve Şehriyar Heyderî di vê der barê de wiha gotiye: “Li gorî agahiyên me heyeta Îranê di daxwazên xwe de bi israr e û tu guhertin di wan daxwazan de nehatiye kirin”

Tê gotin ku dê ev tûra dawî be di navbera Îran û welatên ku peymana nukleerî imze kirine û divê biryarek were girtin.

Wekî tê zanîn aliyên ku ev peyman imze kirine evin: Îran, Fransa, Almanya, Îngilistan, Çîn, DYA û Rûsya ne.