25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Diyaloga bi Îranê re rawestiya gefan dest pê kir

Pîştî ku diyaloga bi Îranê re ya ji bo bernameya wê ya nukleerî bêencam hat rawestandin, dîsa Israîl û Îranê li hev gef xwarin. Li gorî nûçeyeke malpera El Hedesê tê gotin ku Komîteya Aborî ya Knesset 2.9 milyar dolar li budceya xwe ya parastinê zêde kiriye. Ev yek jî tê wateya hişyarkirina Îranê heke bi rêyên diyalogê bernameya wê ya nukleerî neyê bisînorkirin dê Israîl serî li rêyên leşkerî bide.

Ji aliyekî din ve Îran jî wekî bersiva gefên Israîlê dest bi mûnawereyên deryayî kiriye û di wan mûnawereyan de fûzeyên balîstîk jî bikar anîne. Her wiha der barê metirsiyên Îranê yên ji êrîşeke leşkerî li dijî tesîsên wê yên nukleerî, serokê milîsên parazvanên şoreşê Hisên Selamî wiha got: “ Ev mûnawereyên me, nameyên hişyarkirinê ne ji bo Israîlê û me di wan de 16 fûzeyên balîstîk ceribandine.”

Di demekê de ku çavê her kesî li civînên nû ên Viyanayê yên ji bo bernameya nukleerî ya Îranê ne, ev gef di navbera Israîl û Îranê de zêde bûne. Wiha xuyaye heke aliyên peymana nukleerî li hev nekin dê nameyên gefan di navbera herdu aliyan de de her berdewam bikin û dibe ku rojekê ew gef veguherin şerekî mezin.

Hêjayî gotinê ye ku diyalogên li Viyanayê li ser daxwaza Îranê hatibûn rawestadin dê roja duşemê ango di 27’ê vê mehê de dîsa berdewam bikin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê