20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Diyaloga kurdî-kurdî dê bidome

Gel, sazî û raya giştî ya kurd bi salan e ji bo yekitiya kurdan di nav liv û tevgerê de ne. Piştî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava êdî daxwaza gel, sazî û raya giştî ya kurd a ji bo yekitiyê her çû bi dengekî bilindtir derkete holê. Li ser vê yekê gelek caran partiyên kurdan ji bo yekitiyê hatin cem hev lê heta niha negihîştine encameke berbiçav.

Herî dawî di gulana 2020’an de ENKS û PYD hatin gel hev û ji bo yekitiya daîmî di hin xalan de li hev kiribûn. PYD û ENKS di 16’ê hezîrana 2020’an de hatin cem hev û bi daxuyaniyekê li ser hin xalên hevpar lihevkirina xwe îlan kiribûn. Der barê diyaloga kurdî-kurdî de hefeteya borî Endamê Desteya Rêveber a PYD’ê Aldar Xelîl axivî û diyar kir ku diyalog xitimiye û helwesta ENKS’ê rexne kir. Li ser vê yekê me jî wekî rojnameya Xwebûnê der barê diyaloga kurdî-kurdî de nêrînên nûnerê ENKS’ê Şelal Gedo guhdarî kirin. Gedo diyar kir ku diyalog hinekî westiyane lê dê berdewam bikin.

Daxwaza nîvenîv

Endamê Desteya Rêveber a PYD’ê Aldar Xelîl der barê diyaloga kurdî-kurdî axivî û destnîşan kir ku ENKS li dijî pergala perwerdeya bi zimanê kurdî û hevseroktiyê derdikeve û diyar kir ku piştî serdana dawî ya ENKS’ê ya Tirkiyeyê helwesta wê hatiye guhertin û daxwaza nîvenîvê dike.

Aldar Xelîl destnîşan kir ku ENKS’ê ji bo razîkirina dewleta tirk daxwaza rakirina pergala hevserokatiyê dike û got ku divê destkeftiyên şoreşa Rojava bên parastin. Xelîl anî ziman ku ev yek li dijî demokrasiyê ye û nayê qebûlkirin, lewra ev yek gerantorên lihevkirinê jî matmayî hiştine.

Her wiha endamê Desteya Rêveber a PYD’ê Aldar Xelîl guhertina helwest û biryarên ENKS’ê bi pêkanîna daxwaz û planên aliyên derve û dijmin ve girêda.

Diyalog hinekî westiyaye!

Sekreterê Partiya Çep a Kurdên Sûriyeyê û nûnerê  ENKS’ê yê di nav Îtîlafa Sûriyeyê de Şelal Gedo jî derheqê diyaloga kurdî-kurdî û yekrêziyê de ev tişt got: “ Diyaloga kurdî-kurdî zêdeyî şeş mehan bi çavdêriya Amerîkayê û bi gerantoriya wê domiya. Hem qonaxa yekemîn hem jî ya duyemîn serkeftî bûn. Nêrîna siyasî ya her du aliyan her wiha bû yek û Lêvegera Bilind a Kurdî jî biryarek da û lihevhatinek çêbû. Niha sefîrê Amerîkayê ne li vir e, ew çû Washîngtonê, dema sefîrê nû ji Washîngtonê were dê gerantoriya Amerîkayê dîsa bidome. Yanî hevdîtinên di navbera ENKS û PYNK’ê de wê bidomin. Diyalog niha hinekî westiyane lê di wê baweriyê de me ku ne dûr e, serê meha bê dê guftûgo bi tevlêbûna sefîrê Amerîkayê bidomin.”

‘Em dixwazin bibin şîrîkên hev’

Şelal Gedo di axaftina xwe de bal kişand ser sedemên xitimandina diyalogê û wiha anî ziman: “Nabe ku mifredatên perwerdeyê li gorî bîrdoziyek an jî li gorî hizbekê werin amadekirin. Ev miferedatên ku tên amadekirin hewce ye, nêzî mifredatên alemê bin. Divê em mifredateke wisa amade bikin ku her kes wê nas bike. Ji ber vê yekê dema ku xwendakarên me zanîngehê biqedînin û bibin xwedî dîplomayê divê ew dîploma bi kêrî wan were û ji bo karên wan li her deverê were nasîn. Ji ber ku em beşeke ji Sûriyeyê ne, nabe ev tiştên ku em çêdikin ji me tenê re bin, divê kesên din jî wan tiştên me bizanbin û bipejirînin.

Di meseleya hevserokatiyê de di navbera ENKS Û PYNK’ê de cudahî pir in. Ne mimkûn e ku em wek ENKS’ê tev li îdeolojiya PYNK’ê bibin an jî tev li mifredata wan a siyasî bibin. Em dixwazin bibin şirîkê hev ji bo ku em welatê xwe bi rê ve bibin, şirîkatiyeke heqîqî. Mesela hevserokatiyê bêtir meseleyeke ku bi PYD û PKK’ê re girêdayî ye. Ez ne bawer im ku hevdîtin bi sedemên wiha biçûk têk biçin an jî dawî li hevdîtinan were. Dê ENKS vê îdeolojiyê qebûl neke û ez bawer im wekî welatekî gerantor dê Amerîka jî van tiştan qebûl neke. PYD partiyeke Sûriyeyê ye ne girêdayî PKK’ê ye.”

‘Em ji hilbijartinan re amade ne’

Nûnerê ENKS’ê Şelal Gedo da zanîn ku di demên pêş de ji bo hilbijartinên Rojava ji bilî demokrasiyê di destê wan de tu tişt tune û wiha pê de çû: “Dema peymana dawî were îmzekirin piştî wê dibe ku hilbijartin çêbibe. Nabe ku Rojava tim di nav aloziyê de bimîne. Bêguman armanca me ya sereke li ser hilbijartinan e. Em ji hilbijartinan re tim amade ne. Li gorî me divê welatê me bi rêya demokrasiyê û bi hilbijartinan bê birêvebirin.”

‘Bi hêviya mizgîniyan’

Sekreterê Partiya Çep a Kurdên Suriyeyê û Nûnerê  ENKS’ê yê di nav Îtîlafa Suriyeyê de Şelal Gedo di dawiya axaftina xwe de ji bo diyalogên kurdî-kurdî banga nermbûnê li PYNK’ê kir û wiha got: “Em hêvîdar in ku ev diyaloga kurdî-kurdî ji ber berjewendiyên hizbî û teng nesikinin û paşde neçin. Ez hêvîdar im ku hevalên PYNK û PYD’ê hinekî nerm û amade bin. Ji bo ku em di nêrînên xwe de hevgirtî ne, em bawer in ku ev diyalog dê bi ser bikevin. Di dawiya dawî de em ê mizginiyê bidin gelê xwe û li rojavayê Kurdistanê şahiyekê li dar bixin.”