25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Diyarkirina rojevê şerê hizr û ramanê ye

Nivîskara malpera Welat Nurhaq Gulbahar bi sernavê “Diyarkirina rojevê, şerê hizr û ramanê ye” bal kişand ser hişmendiya nijadperestiyê û polîtîkayên wê yên li dijî bindestan.  Nivîskara malpera Welatê Nurhaq Gulbahar, di quncikê xwe yê îro de li ser polîtîkayên nijadperestiyê rawestiya û anî ziman ku feraseta wê de guhertin çênabe. Nivîsa Gulbahar a di Welat de wiha ye:

“Nijadperestî li her devereke dinyayê di pêkanîna wê de, li gorî heqîqeta herêmê, hêzên serdest û bindest her çend xwedî hin taybetmendiyên cuda be jî lê di cewherê xwe de, heman tişt e. Tunehesibandin, jinedîtîvehatin, redkirin, serdestkirina yên xwe, ferq û ciyawaziya ‘em û yê din’, biçûk dîtin û hwd. ku xwe li ser yê din ferz dike, zemînên nijadperestiyê ne. Di nimûneyên dîrokê de û îro jî tişta ku li derdora nijadperestiyê diqewime ev e. Lê xaleke girîng a nijadperestiyê, li ser ê jêrdest ferzkirina rojeva xwe ye. Der barê vê rastiyê de diyardeyeke jineke nivîskar heye ku dibêje; “Karîgeriya herî sereke ya nijadperestiyê, mijûlkirin e. Bi vê mijûlkirinê derfet nade ku hûn karê xwe yê esasî bikin. Nijadperestî her car we naçar dihêle ku hûn sedema hebûna xwe rave bikin. Vê yekê dubare her dubare bi we dide kirin. Yek ji wan radibe û dibêje ‘zimanê we nîne.’ Hûn jî piştî vê gotinê nêzî 20 salan hewl didin ku hebûna zimanê xwe îspat bikin. Yekî din radibe û dibêje ‘Şeklê serê we ne birêkûpêk e’ ji bo ku hûn îspat bikin bê şeklê serê we birêkûpêke bi salan bi însanên zanist re xebat dimeşînin. Yekî din radibe û dibêje xwedêgiravî ‘hunera we nîne’ hûn vê mijarê didin ber lêpirsînê, yekî din radibe ‘şahînşahiya we nîne’ hûn jî vê lêkolîn dikin. Lê pêwîstî bi yek ji van jî nîne, ji ber ku wê tim tiştekî din bixin rojeva we.”

Belê ev gotinên ku ji ezmûna jiyaneke têr û pir dawerivîne, heke mirov nezanibe ji hêla kê ve hatine ser ziman, pir bi dilrehetî dikare bê gotin ku ji hêla kurdekê/î ve di van demên dawî de hatine gotin. Lê na ev diyardeyên rasteqîn ji hêla jineke wêjevan a Afro-Amerîkî ve, weke diyardeyên encama jiyaneke bi têkoşan hatiye gotin. Navê vê jinê Tonî Morrîson e ku 5’ê tebaxa sala 2019’an de, di 88 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Tonî Morrîson ku xwedî xelatên mîna Nobel û Pulîtzer bû der barê nijadperestiya li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û encamên vê nijadperestiyê de bêsekin di wêjeya xwe de nivisand.

Ji bo vê nivîsê li aliyekê bi tena serê xwe weke takekes girîngiya Tonî Morrîson li aliyê din jî girîngiya ku rewşa nijadperestiya dewleta tirk a li ser gelê kurd û Kurdistanê nîşanî me dide, di heman wateyê de ne. Ji ber ku ev diyarde di vê dema dawî de dîsa ji hêla nijdperestiya dewleta tirk ve di dagirkeriya dewleta tirk a li ser axa başûrê Kurdistanê de, bi me dide diyarkirin ku nijadperestî bi çi awayî xwe her nû dike.

Ji bo gel an jî netew, axa ku li ser dijî dike hîmekî esasî ye. Aîdiyeta xwe ya bi axê re weke nasname  hildigire. Kodên cîvakî, dîrok, erdnîgarî û mirovên xwe di kesayetê xwe de dijî. Ev hemû di cewherê xwe de weke welat, weke war, niştiman tê binavkirin. Bi heqîqeta welatê xwe, war an jî niştimana xwe jiyîn, li gel din ên bi navên din di cewherê xwe de şêwazê herî aştiyane yên gelan e. Jixwe şer li dijî vê rastiyê xwe ferz dike û nijadperestî halê herî xirab ê şer e.

Di roja me de li başûrê Kurdistanê xweferzkirina nijadperestiya dewleta tirk, di heman demê de ferzkirina rojeva xwe ye jî. Dahatuya xwe di vê dagirkeriyê de, di serkeftina vî şerî de dibîne û ji bo vê çi ji dest tê bi kar tîne. Rojeva dagirker pûçkirina hebûna kurd e, kavilkirina Kurdistanê ye û li ser vê pûçkirin û kavilkirinê avakirina desthilat û dewleta nijadperestiyê ye. Ji bo vê bê fikar çi pêwîst e dike.

Lê li hemberî vê rastiya dijwar, weke gelê kurd hilbijardeya me ya hemdem, dûrbîn, rasteqîn û xwedî bergeha fireh, di sekna berxwedaniyê de xwe nîşan dide. Dikare bê gotin ku ruxmî hemû hevpeyman, agirbest, yekalîbûna berjewendiyan an jî li hemberî cepheya serdestan rojeva gelan, jinan, bindestan, mazlûman û yên xwedî maf bi awayekî serberz seknekê bi xwe re anî. Li çiyayan, li bajêr û zindanan, li pêşberî avahiyên edaletê rojeva bi rûmet a gelan, rojeva serdestan têk dibe. Neçar dike da ku serdest ji şîrazeya xwe derkeve.

Ev yek bi xwe re bixwebawerbûnekê tîne ku jixwe dikare bê gotin, tişta herî zêde dijmin, serdest, nijadpersest jê ditirsin jî ev e. Hevgirtin, bi xwe bawerbûn û rênîşaneyeke bi hêz û dagirtî. Di roja me ya îro de ev hemû jî hene. Wê demê dibe ku yê divê êdî fikara bike nijadperest in.