Yekşem, Tirmeh 25, 2021

Dizwazin tola Garê ji HDP’ê bigirin

Di nav hefteyekê de ji Wanê heta Aydinê û gelek bajaran ji 200 kesî zêdetir endam û rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin û binçavkirin hê jî berdewam in. Helbet tenê ne binçavkirina rêveber, endaman her wiha zextên li HDP’ê roj bi roj zêdetir dibin. Herî dawî bi hinceta ku parlamenterên HDP’ê li hember bûyera Garê bertek nîşan dane, der barê Huda Kaya û Omer Faruk Gergerlioglu de biryara darazindinê hat dayîn û piştî wê jî serokê MHP’ê Dewlet Bahçeli ji bo girtina HDP’ê serî li dadgehê da.

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca der barê êrîşên li ser HDP’ê, biryara darazandina parlamenteran û rewşa kampanyaya HDP’ê de ji rojnameya me re axivî. Uca di axaftina xwe de diyar kir ku hikûmet bi êrîşan dixwaze hem li derve hem jî li meclisê HDP’ê tune bike.

‘Dixwazin HDP’ê krîmînalîze bikin’

Feleknas Uca têkildarî zextên li ser HDP’ê destnîşan kir ku bi salan e êrîş bê navber pêk tên û wiha got: “Her roj em bi nûçeyên binçavkirinê radibin, her roj êrîşên li ser partiya me berdewam in. Ji rêveberan heta bi endamên şaredariya me û heta gelê me her roj tên binçavkirin. Kesê ku hema silav dabe HDP’ê êdî ev dibe sedema binçavkirinê. Em ketine rewşeke wisa ku bi rastî jî bi van girtin û binçavkirinan dixwazin HDP’ê krîmînalîze bikin. Êrîşeke bi giştî li ser partiya sêyemîn a meclisê dikin. Dibînin ku HDP mixalefeteke berbiçav dike roj bi roj rola wê girîngtir dibe ji ber vê yekê jî dixwazin dengê vê hêzê qut bikin û kilîtê li deriyê HDP’ê bixin. Tenê li ser îxbaran êdî hevalên me tên girtin. Em hatine rewşeke wisa ku êdî rojane ji jinan heta ciwanan û rêveberên me bi hincetên pûç tên girtin û binçavkirin. Ji bo bingeheke hiqûqî ya girtina HDP’ê amade bikin û bi vî awayî me ji siyasetê qut bikin, bi nijadperestiyeke mezin êrîşî  dayik û parlamenteran dikin. Yanî bi kurtasî ne tenê van her du hefteyan ev 5 sal in ku bi hezaran endamên me rêveberên me tên girtin û binçavkirin. Hem di meclisê de êrişên berfireh li ser HDP’ê hene hem jî li derve.”

‘Siyaseteke cuda pêk tê’

Parlamentera Amedê Uca da zanîn ku hikûmet ji 2015’an ve bi siyaseteke cuda û nijadperest êrîşî HDP’ê dike û ev tişt anî ziman: “Jixwe ji 2015’an şûn ve siyaseteke cuda li ser HDP’ê tê meşandin. Bi rakirina destnedana li ser wekîlan peyama xwe ya êrişkar danîn holê. Her roj fezleke tên meclisê û dosyayên nû li ser HDP’ên tên vekirin. Di derheqê her xebateke me de hema bêje dosyayên darazandinê tên vekirin. Her xebateke me wek sûc dihesibînin. Mijara Huda Kaya û Omer Faruk Gergerlioglu jî bi heman rengî ye, ev ne cara yekem e ku biryara darazandina wan tê dayîn. Mînak dema hevseroka me Pervîn Buldan diaxive ji axaftina hevseroka me wekîlên li cem wê jî tên darazandin û bi hinceta ‘çima hûn wê hişyar nakin’ dosya tên amadekirin. Yanî bi gelek dosyayên ku di naveroka wan de tu tişt tune ye em tên darizandin. Armanca biryara darazandinê çavtirsandin e. Dema em bala xwe didin vê yekê xuya ye ku HDP’ê ji bo ku rastiyê diparêze, hewl didin di meclisê de tune bikin û me bêdeng bikin. Li ba me gotinek heye dibêje ‘rastî şûrê xwedê ye’. Rastî çi be em ê jî wê yekê bêjin. Jixwe ji bo vê yekê ye ku her wekîlekî me bi dehan dosya li wan hatine vekirin. Çi dibe bila bibe em ê fikrên xwe bibêjin, em ê gotina xwe bibêjin. Em tev jî di mijara Garê de wek Kaya û Gergeroglu difikirin.”

‘Tenê bi daxuyaniyan nabe’

Feleknas Uca her wiha da zanîn ku li hember zextên hikûmeta AKP’ê nêzîkatiyên dewletên navneteweyî tenê bi nerazîbûnan dê neçe serî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Têkiliyên HDP’ê yên bi dewletên navneteweyî re bi rêya diyalogê di van salên dawî de her çûne bi pêş ketine. Der barê binçavkirinan de jî dostên HDP’ê yên li Ewropayê xwedî lê derketin. Helbet xwedîlêderketina qada navneteweyî heye lê tenê bi nerazîbûnekê em nikarin qala serkeftinekê jî bikin. Hewce ye zorê li hikûmeta AKP’ê bikin da ku ev zextên li ser HDP’ê werin rakirin û pirsgirêkên demokrasî û mafên mirovan bên çareserkirin. Dewlet û saziyên navneteweyî HDP’ê wek şensekî ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê dibînin û ji bo vê yekê jî hewce ye xwedî li HDP’ê derkevin û van êrîşên li ser HDP’ê tenê bi daxuyaniyekê na bi awayekî şênber bertek nîşan bidin. Mînak CPT çavdêriya Îmraliyê dike lê ev 22 sal in ku hê jî biryareke ku tecrîdê ji holê rakin nedaye.”