25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dogan: Hêza em tecrîdê bişkînin heye

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 22 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye. Ocalan li dijî tecrîda giran têdikoşe. Li derve û girtîgehan jî berxwedanek ji bo bi dawîkirina îşkenceya sîstematîk û tecrîda mutlaq didome. Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê gelek caran ji bo şikandina tecrîdê çalakiyê greva birçîbûnê û rojiya mirinê pêş xistin. Herî dawî li tevahiya girtîgehan di 27’ê mijdara 2020’an de, bi armanca rakirina tecrîda li ser Ocalan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger berdewam dike. Ji 14’ê tîrmehê ve jî girtî ji 15 rojan careke bi awayekî dorveger di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Li Kampa Penaberan a Mexmûrê û penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan di çalakiyê de ne. Hevserokê Federasyona Komelên Huqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hukumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) Ahmet Dogan têkildarî tecrîda li ser Ocalan rewş û berxwedana li zindanan ji bernameya podcasta Xwebûnê re axivî. Dogan destnîşan kir ku yekane rizgariya ji vê rewşê şikandina tecrîdê ye. Dogan diyar kir ku hêz û baweriya wan a şikandina tecrîdê heye.

Piştî demeke dirêj careke din Federasyona Komelên Huqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hukumxwaran a Medê hat avakirin. 1’emîn Kongreya xwe pêk anî. Li gorî we avakirina federasyonê hewcehiyeke çawa bû?

Niha rewşa zindanan em hemû dizanin di çi astê de ye. Federasyona ku ava bûye ji 86’an û vir ve xebatên wê hene. Gelek xebatên baş û serkeftî meşandiye. Federasyon, bi rewşa zindan û girtiyan eleqedar dibe. Ji ber vê yekê pêywireke giran e. Em dikarin rol û misyona xwe bilîzin. Mirov dikare ji gelek pirsgirêkan re bibe bersiv. Îro li zindanan têkoşînek li dijî tecrîda li Îmraliyê ya li ser Ocalan tê meşandin. Dîsa li zindana bi sedan nexweşên me hene. Ji bo girtiyên nexweş çi pêwîste divê bê kirin. Ne tenê federasyon, divê saziyên tendirustiyê, saziyên mafên mirovan,  baro, hiqûqnas bi giştî lazime ji bo çareseriya vê rewşa li zindana, berdana girtiyên nexweş bi awayekî çalak beşdarî vê têkoşînê bibin. Li gorî vê yekê jî em ê planlama xwe derbixin. Bi van saziyanan re yek bi yek hevdîtinê bikin û desteka wan bixwazin.  Êdî hatiye asteke xeter li ser girtiyan û bi taybetî jî nexweşên girtî. Mesela îro gelek hevalên me yên girtî temenê wan di ser 80’yî de ye. Niha ne nexweş bin û pirsgirêka wan a tenduristiyê tune bin jî divê teqez kesên ku temanê wan dirêj bên berdan û li mala xwe bin. Lazime li her bajarî, her kes û sazî destekê bide vê saz û vê pêvajoyê.

Dîsa di warê aborî, tenduristî û siyasî de îro Tirkiye hatiye asteke wiha tiştekî li rê nema ye.  Bi hêzê zorê xwe li ser piyan dihêle. Ev jî heta kengî? Dixwazin gel çav tirsandî bikin. Dixwazin di şexsiyeta me de gel neyê cem hev, serî ranekin, doza mafên xwe nekin, doza demokrasiyê nekin. Dixwazin ev gel bêdeng û teslîm bibe. Em jî dibêjên ev gel tu carî netirsiyaye û pêşengên wan jî netirsiyaye û natirsin jî. Ji bo zindanan û şikandina tecrîda li ser Serokatî jî çi pêwîst be em ê wî bikin.

Ev 22 sal in li ser birêz Ocalan tecrîdeke giran heye. Demeke dirêj e tecrîdeke şidandî tê meşendin. Li dijî vê tecrîdê li zindanan ji mijdara 2020’î û vir ve çalakiyên greva birçîbînê yê bêdem û dorveger hene. Ji bo êşên giran neyên jiyîn û ev berxwedan bi serkeftî encam bibe, wekî federasyon hûnê bi lezgînî di vî warî de çi bikin?

Ji esareta Birêz Ocalan û şûnde bi granî bar li ser milê hevalên me yên li zindanê maye. Divê ne wisa be. Ji xwe heval di şert û mercên giran de ne. Ji zindanê wêdetir pêwîste li der ve ji bo şikandina tecrîdê her kes xebatên xwe bimeşîn. Di despêkê de saziyên me, derdorên demokrat, saziyên mafên mirovan û gelê me. Lewre dijmin hêza xwe ji bêdengiyê digire. Zindan tenê bi serê xwe nikarin bibin çareserî. Şertê wan heta cihekî ye. Me deme borî ev yek dît. Kengî sazî, gel û hêzên derve bi zindanan re hereket kirin û bûn yek, wê demê tecrîd hat şikandin. Wekî hêza derve ku em bi piratîkî hêzê nedin zindana em nikarin bi hêsanî tecrîdê bişkînin. Ji ber vê yekê tecrîd bi têkoşînê encax bê şikandin. Bi bêdengiyê, bi rapor û daxuyaniyan tenê nayê şikandin. Lewre jî di demên pêş de ji bo em dikaribin ji vê têkoşînê re bibin bersiv em ê plansaziyeke xurt bikin.

Ev demeke Tevgera Azadiyê Pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ daye destpêkirin û li Ewropayê ev pêngav bi hêz berdewam dike. Di warê pratîkî de li gorî we tişta herî girîng û bi lezgînî bê kirin çi ye? Bi awayekî şênber hûnê çi bikin?

Niha ew zemîn û hêza me heye. Tenê di warê xebet û hevdîtinan de hinekî kêmaniyên me hene. Lazime em bi gel û saziyên xwe re bi rêxistinî tev bigerin. Lazime em dakevin kolanan, mal bi mal bigerin. Yên di zindanan de zarokên vî gelî ne. Parçeyekî ji wan e. Tu çiqas bêdeng bî, tê ewqas biheciqe. Heke tu bixwaze ji vê rewşa neyînî xelas bibe lazime tu dakeve qadan. Lazime tu pêywira li ser milê xwe bîhne cih. Ez bawerim bi xebateke xurt û hêza gel di demeke nêz de jî emê tecrîdê bişkînin. Ew hêz û baweriya me jî heye.

Gelo kêmasiya pêşengiyê çiye?

Rast e. Bi rastî tu carî pirsgirêka gel çê nebû ye. Gelê me her tim li ser piyan e. Ev gel fedakar e. Heke di li ser bingeheke rast pêşêngî jê re bê kirin, gel ji her tiştî re ama de ye. Bi hezeran carî ev gelê xwe daye ispatkirin. Tenê di pêşengiyê de pirsgirêkên me hene. Heke em rol û misyona xwe bilîzîn gel ji her tiştî re  amade ye. Mesela berê li ser bangawaziyekê her kesî karê xwe dizanî bû û xwe tevli dikir. Îro bi hezaran sazî ji vê tevgerê çê bûne. Her saziyek hevbeşên vê  têkoşînê ye. Lê ji be ku her kes xwe bi pêywira xwe teng dike bi xwe re parçebûnî tîne. Lê belê nav û sazî dibeku ji ber pwêstiyekê derketine holê lê belê armanc yek e, derd jî yek e û rê jî yek e. Lazime em bi ruhekî kolektif bixebitin. Yanî kolektîvî hinekî kêm e, din av xebatên me de. Heke em vê çareser bikin, kolektîvîya xwe û kordînasyona xwe saz bikin ez bawerim emê hêj bêtir dikaribin bibin bersiv.

* Ji bo şikandina tecrîdê, piştgirî û xwe tevlikirina berxwedana li zindanan bangaweziyeke we ji saziyan, civak û malbatan re çi ye?

Heta ev tecrîd neşikê, tu kes li vî welatî nikare rihet bike. Lazime sazî, gel, mirov xwedî li vê greva birçîbûnê derbikeve. Ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê lazime her kes dakevin qadan û çi pêwîst be li gorî wê em tev bigerin.