Rojnameya Heftane

Dojeha ku li can û cesedên xwe digere

Wekî ku tu pêwendiyeke hêvîbexş û berbiçav di navbera xebat û koşa mayîndekirina zanista rexneyî ya kurdî -ya di nav van dehsalan de başebaş geşbûyî – û çîroka (yan romana) kurdî ya modern de nîn be (!), tew nehatibe sazkirin, yan jî gehînbariya gotarên analîtîk ên di berhemên nolî bendname, folklor û roman, tîr û armanc, zanista edebîyata modern de cî girtibûn, ne pêkan bin, bi tirs û şayîşeke ku derziyên jehrîn ên cadûgeriya reş a kolonyal, di ser teheyûla ‘dojehê’ û îmajînasyona wê ya teqezkirî re cardin û cardin citî dilê min bibin, parîyekê jî bi dudilî dest avêtibû Dojeha (Dara, 2019) Recep Dildarî ya ku ji heşt çîrokên peywendîdar û kir û kiryarên der-mirovî (mirov dikare kiryarên dijekurd, di heman demê de wekî kiryarên dijemirovî jî bipejirîne) pêk hatî.

Dildar, wekî ku di kurtejînenîgariya xwe de jî gotî, li Diyarbekirê bi qasî şeş salan mamostetî kiriye û paşê, ji ber fikrên xwe -bêguman yên siyasî- hatiye girtin û çar salan jî di zindana Diyarbekirê de maye ku ev demek e, jînenîgariyên guhêrbar -yan jî guherînbar- yên nivîskarên me yên kurd û gotinên zimangez yên destpêka çîrok û romanên kurdî dêhn û bala min dikişîne.

Bo nimûne, di sêyemîn pirtûka helbestan a Îrfan Amîdayî de (Şopa Neşûştî, 2005) kurtejîyan, weke formateke nas, bi mêjûya zayîngehê, pê re pê re biragehînên perwerdehiyê û berhemên wî yên çapbûyî bi dawî hatiye û di duyemîn romana xwe de Îrfan Amîda (Şevek Şîzofren, 2018), çend agahiyên din li kurtejîyana xwe zêde kirine û di dawiyê de jî, cî daye dûrxistina xwe ya ji bajarê Mêrdînê. Mîna ku nivîskêr bi vê ragehînê re xwestibe, asayîya (rûtîna) kuşinde ya di jiyana nivîskarên kurd ên di navbera nûseriya li bajêr û bajarokên Kurdistanê û jiyaneke bê xirecir de asê mayî, bi agahdarkirina rewş û pergalên ku ne bi destê wan tên an hatine guhertin, silavek bide xwînerên kurdî jî.

Çi ku li vî welatî hemû tiştên ku jiyanê (jîyana asayî) li me dikin jehr û qeratî û dû re di dilqê çîrok û romanan de dîsan li me vedigerin, di heman demê de wênesûretê jînpîv (biyometrîk) ya/yê nivîskaran jî şanî me didin: Em dizanin wekî niha, belê niha, tam di vê kêlîkê de çi dikin û bi çi û çi mijûl in, lewre em dizanin wekî tiştekî nakin (anegorî daketin û bilindbûna pileya siyasetê û tiştên din), li wan bajar û bajarokan giyan û jiyan hevreşî hev bibin û hev du li qaqa reş jî asê bikin, em bêgav in ku bipên.

Îja, di zincîreçîrokên Dojehê de ya ku bi gotinên ramanwerê fransî Michel Foucaultyî ve dibe ku Dildar, bi vê yekê daw û doza ji nû ve xwendinekê jî (ji bo Zayîna Bendîxaneyê) ji me dike, hevoka pêşîn a çîroka yekem (Lawikê Amedî, Dojeh) ev e; “Îro ez ji îşkencexaneyê derxistim.” (r. 11)

Naxêr, em li bendî hevokeke wiha bûn; “Ji niha de bibêjim wekî ez jî yek ji wan peyayan im ên ku di balafirê de, ji jêrzemînê heyşt hezar metre li jorê, di valahiyê de û di zikê qûtiyeke metal de xwe ji bîra dikin û li du vêsabûna xwe, çewaniya meyê, çêj û tehma xwarinê û firehiya palkursiyan dikevin.”(Serenad, Zulfu Livaneli), yan jî, “Mûcîzeya herkesî heye, a min jî ew e! Azadî ew e ku, bi her sibeha ku tu şiyar dibî re, karibî heman tiştan bikî.”(Kumral Ada Mavi Tuna, Buket Uzuner), yan jî, “Bextewartirîn kêlîka jîyana min bûye, min nedizanî.” (Masumiyet Muzesi, Orhan Pamuk), çi ku em ji vê yekê hayîdar in wekî destpêkên me wisa nîn in û lehengen me bi şetele û şuhûkên nedîtî, bi gilî û gotinên ji ber xewnereşkan mayî, bi serborîyên kambax ta bi derziyê ve dikin û ji naxê jîyaneke ku ne aydê me ye, dipeyivin.

Bi tenê, xwînereke/î kurd dikare li dû hevokine ku bi peyva îşkenceyê dest pê dike, bikeve û heya bi dûmahîkê (dûmahîk jî hey reşetarî ye) rê bibire, mîna ku ev yeka wê/wî ne xwendin, lê alegorîyeke xwendinê be. Paul de Man yê ku di Alegoriyên Xwendinê de dibêje, yek ji şertê bingehîn ê watesazkirinê, şaş xwendine û tevayiya xwendinê jixwe alegorîk e û alegorî bi fîgûran pêk tê ku di esasê xwe de metafor e.

Ji lewre Recep Dildar, di çîroka Dojehê de, metafora dojehê, ya di destên gorbihuşt Mehmed Uzunî de û xasma jî di romana wî ya bi navê Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê de bûbû klîşeyeke berevajîbûyî (Alan, 2014), li wateya wê ya Foucaultyî vedigerîne, her weha ji klîşebûnê jî azad dike; “Jixwe hepisxaneyên Dîyarbekirê, ji berê ve navdar in, gelek kilam li ser hatine gotin. Û her ku agirê dojeha Amedê gur dibe, li derve dengbêj û stranbêj destê xwe didin ber guhên xwe diqîrin.” (r. 51) Pirsa Foucaultyî ye; cezayê ku nagihîje laşî, ma dê çi be, dibêje di Zayîna Bendîxaneyê de.

Gava em li wêneyê nivîskêr yê li paşbergê xistî hûr dibin, çi dibînin gelo? Hêvî? Na! Bêxemî? Naxêr! Sawêra ciwanekî kurd î reşebext? Belkî… ne qala Welatê Mezin û ne jî ya Welatê Çîyayan(Mehmed Uzun) tê kirin, em nivîskarekî figûral jî (Alan, 2014) nabînin, dojeh ne welat, lê girtîgeheke li wî welatî ye, wekî ku girtîyê wê dojehê jî dibêje; “Bi hezaran pêxember hatine vê herêmê, heta hemû pêxemberên em pê dizanin, hatine vê herêmê; lê dîsa jî nikaribûne wan bikin meriv û dojehên bi destên mirovan tune bikin. Rojhilata Navîn bûye dojeha cîhanê û di nav vê dojeha mezin de dojeha herî dijwar niha li Amedê ye.”(Dojeh, r. 48)

  1. Dildar, Dojeha xwe, diyarîyî hemû girtîyên Zindana Amedê dike, belam ji alîyekê ve jî dixwaze hemû kitêbên ku behsa dojehan dikin, bişewitîne û xwelîya dojehan li ber bayê bixe. Ya rast, tişta ku di navbera Dojeha Xwedê û Dojeha Amedê de diçe û tê (r.57), ne hiş û bîr e, laş e, ku em bi hizr û bîrên Foucaultyî bibêjin, laşê ku xwe bera nav qadeke siyasî daye, ji ber hindê ye ku tê dorpêçkirin, deximandin û kedî kirin…