Şemî, Çile 29, 2022

Doktoran yekem car dilê berazekî xist bedena mirovekî

Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Marylandê ragihand ku doktorên Amerîkî, dilê berazekî ku genetîka wî hate guhertin bi rengekî serketî xist bedena mirovekî nexweş.

Li gorî daxuyaniya zanîngehê, emeliyata ku roja înê hate kirin, nîşan da ku bedena heywanekî yekemcar bêyî ku di cih de bê redkirin li hundirê bedena mirovekî dikare lê bide.

Hêj zû ye ku bê gotin bê ka emeliyat wê bi kêr bê yan na, lê ji bo bikaranîna organên heywanan ji bo mirovan ku lêgerînek ji dehan salan e, weke gaveke nû tê dîtin.

Nexweşê ku dilê berazekî li bedena wî hate bicihkirin tamîrkarekî ji Marylandê David Bennett e. Bennett zanîbû ku garantî nîne bê ceribandin bi kêr were yan na, lê belê dimir, lewma jî alternatîfeke xwe ya cuda tune bû.

Li gorî daxuyaniya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Marylandê, Bennett rojek beriya emeliyatê got, “Ya bimire yan jî vê veguhastinê bike. Ez dixwazim bijîm. Ez zanim ku ev yek hewldanek di tarîtiyê de ye, lê belê ev tercîha min a dawî ye.” Çend hefteyên pêş ji bo Bennette wê krîtîk be.

Dîrektorê zanistî yê bernameya veguhastina organên heywanan ji bo mirovan a Zanîngeha Marylandê Dr. Mûhammad Mohîûddîn got: “Eger ev bi kêr bê, ji bo nexweşên ku êşê dikişînin wê bibe çareserî.”

Hewldanên beriya niha yên bi vî rengî bi giranî ji ber ku bedena mirovan organên heywanan yekser red dikir, bi ser nediket. Bi taybetî sala 1984’an pitik Baby Fae ku li ber mirinê bû, bi dilê babûn (meymûnek) 21 rojî jiya.