19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Don Kîxotê me kurdan kî ye û çawa ye

Çîroka Don Kîşotê ‘dînik’ ji aliyê gelek kesan ve hatiye xwendin. Ev romana ku ji aliyê Carvantesê îspanyayî ve hatiye nivîsîn gelek caran ji bo opera, bale û şanoyê jî bi gelek zimanan hatiye veguhaztin. Ferhadê Feqî (Ferhad Keskîn) ku derhênertiya lîstikên wek Xewna Şeveke Havînê kiriye niha jî bi berhema Don Kîşot ku  dê derîne ser dika şanoya Bajêr, derket pêşberî bîneran. Têkildarî lîstika Don Kîşotê me çend pirs ji Ferhadê Feqî pirsîn.

Ferhadê Feqî heta niha bi çend berheman tev li xebatên Şanoya Bajêr bûye û Don Kîşot kengî kete rojeva te?

Ez bawer dikim sal 2009 bû, li Amedê di Şanoya Bajêr de me bi lîstika ‘Yaşar heye yan tune ye’ ya Azîz Nesîn çêkir. Me bi kurdî- tirkî çêkir. Çima bi tirkî? Ji ber ku di nav kurdan de karê burokrasiyê tim bi tirkî bû û me jî da vegotin. Di vê çîrokê de Azîz Nesîn li hemberî burokrasiya heyî, hebûna xwe îspat dikir. Berê jî dema min ev çîrok dixwend tê de çîroka kurdan didît. Piştî wê me şanoya bi navê ‘Daweta Xwînî’ li ser du versiyonan yek li Dihokê ya din jî li Amedê, çêkir. Xewna Şeveke Havînê jî me amade kiribû. Herî dawiyê me dest bi Don Kîxotê kir. Demekê, ez ne şaş bim di sala 2014’an de, bi teksta Zana Mazdak me dest bi lîstika Don Kîxot kiribû lê mixabin li Sûrê şer dest pê kir û me nikarîbû çêbikira. Êdî ji wê rojê ve tim di serê min de mabû ku ez ê careke din vegerim ser çîroka Don Kîxot û derînim ser dika kurdî. Herî dawiyê jî me dest bi provayên wê kirin. Ez bi hêvî me ku em ê Don Kîxotekî bînin ser dika kurdî.

Niha min ferq kir ku tu Don Kîşot wek Don Kîxot  bi nav dike. Çima?

Bi qasî ez dizanim tirkan ji Fransî wergerandine tirkî. Fonetîka fransî hilgirtine loma bûye Don Kîşot. Bi spanî jî wek tê zanin ku ‘x’ê bi kar tînin. Bi almanî jî Don Kîxoth bi kar tînin. Vêce rastiyeke me heye ku derfet çênebûye ku kurd têkiliya xwe rasterast bi cîhanê re deynin. Têkiliya me bi berhem û çanda cîhanê, li ser Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê re çêbûye. Ev berhemên cîhanê jî di fîltreya wan zimanan de derbas dibin û encex bi wî awayî derbasî kurdî bûne. Em rastiya wan jî gelek caran nizanin. Vêce îro dem guherî, kurd êdî ji zimanên biyanî berhemên klasîkên cîhanê ew bixwe werdigerînin. Madem em ê cara yekem vê lîstikê (wek ez dizanim jî ev cara yekem e) em ê bînin ser dika şanoya kurdî, wê demê em navê wê yê resen (spanyolî) bi kar bînin. Ji bilî wê jî li ba min navê wê yê resen xweşiktir li kurdî tê.

Di şanoyê de gelek berhemên klasîk ên wek Macbetha Shakespeare, Tartuffeya Molîere, Bêrûya Dario Fo û gelek kesên din hatin amadekirin. Niha jî bi klasîkeke wek Don Kîşot hûn derkevin ser dikê. Gelo Don Kîşot ango berhema Carventes hesteke çawa da te û dê bandoreke çawa li bîneran bike?

Piştî ku Don Kîxot were ser dikê dê êdî dilê min rihet bibe ji ber ku barekî 5-6 salan e li ser pişta min e û bi xwe re digerînim. Dema were ser dikê dê êdî barê xwe deynim. Ya din jî bi rastî pir bi dilê min e ku klasîkên cîhanê werdigerînin zimanê xwe. Ev berhem xîtabî hemû cîhanê dikin. Mixabin kurd ji vê zengîniyê heta demekê jî dûr bûn lê niha em ê para xwe êdî ji van berheman bigirin.

Berhemên wek ên Shakespeare ango di zimanê rojavayiyan de, di yê almankî, ingilizî de qeziyên rojane hene kes nizane ew qeziyên Shakespeare in, ew dîtine, ew afirandine lê bûne malê gel. Em dikarin bibêjin ku ziman bi berhemên nivîskaran jî dewlemend dibin, berfireh dibin, pêş dikevin. Ji ber vê jî wergera ji zimanê biyanî girîng e helbet û li zimanê kurdî jî pir tê. Ma heta kengî em ê ji folklora xwe bixwin û bixwin. Hewce ye em hinekî berê xwe bidin berhemên cîhanê û ji fikrên wan, çanda wan sûd wergirin da ku em zimanê xwe bi pêş bixin. Ev nayê wê wateyê ku hema tenê em wergerê bikin. Na hem çanda kurdî hem jî ji berhemên biyanî hewce ye em binivîsin û bînin ser dikê û her du bi hevûdu re bimeşin. Hêzê bidin hevûdu. Encex bi vî awayî em ê bikaribin valahiyê dagirin û zimanê xwe, hunera xwe pêşdetir bixin. Yanî tenê folklora me nabe an jî tenê wergerên biyanî nabe. Xala din a girîng jî ew e ku berhema em digirin dest jî hewce ye ji çanda me jî ne dûr be û li gor wê em kesayetên xwe ava bikin. Civaka kurdî jî divê kesayata xwe ava bike. Divê em dewlemendiya cîhanê û ya xwe sentezeke wê çê bikin. Heta hetayî tenê di rûnekî de qelandin, çênabe.

Ez dixwazim hinekî qala kesayetên çîroka Don Kîşot jî bikim. Mesela di lîstikên din ên hatine pêşkêşkirin de ji kesên wek Ophelîa, Marîana Macbeth hwd. axaftinên wan wek axaftinên rojane yên kurdan bûn. Gelo we di qerekterên wek ên Dulsînea Sanco Panza û Don Kîşot de guherînên çawa çêkirin?

Spas ji bo vê pirsê ku ez jî dixwazim di vê mijarê de nêzîkatiya xwe bêjim. Mijara wergera lîstikên biyanî mijareke girîng e. Dema ez hewl didim ku şanoyekê amade bikim, ez li mijarê digerim ku mijar çiye, çawa ye li gor ziman çand û naveroka kurdî ye an na? Ew berhem çi ji me re dibêjin, armanc û meqseda wê çiye? Ez li van aliyên wê tevan mêze dikim. Piştre dubare li berhemê mêze dikim ku eleqeya wê bi me re heye, tune ye, hebe çiye? Yanî dema ku lîstikeke biyanî were ser dika şanoya Amedê gelo dê çi ji bîneran re bibêje, çi bide wan, der barê wan de dê çi bibêje, ez li van aliyan tevan mêze dikim. Hewce ye derdê berhemê û derdê bîneran jî yek be. Jixwe ger ne wisa be tu qîmeta berhemên wergerê jî dê tune be. Ne ew e ku em tenê wergera Shakespeare bikin û çi ye gelo me ji Dario Fo, Shakespeare û bêvankes werger kiriye! Tiştekî ku derheqê me de tu tiştî nebêje, xîtabî me neke em ê çima bînin ser dikê! Em dixwazin xwe ji tariyê xelas bikin xwe îfade bikin, tiştekî vebêjin. Loma jî Don Kîxot jî li ser wê prensîbê me çêkiriye.

Wextekî dema ez dihatim û diçûm Amedê min ferq dikir ku navê Don Kîxot di kuçeyên Amedê de tim derbas dibû, li gelek cihan em bibêjin li ser dîwaran wêneyên Don Kîxot xêz kirine û di zimanê rojane de jî tim peyva ‘Don Kîxotiyê neke’ derbas dibû. Vê yekê bala min kişand û kir ku ez dînîtiya Don Kîxot bînim ser dika şanoya kurdî.

Li ser Sancho Panza jî dixwazim tiştekî bipirsim. Niha Panza di romanê de wekî karakterekî ku gelek gotinên pêşiyan ji ber kirine tê nîşandan. Ji bo qerekterê Sancho Panza mirov dikare bişibîne kalekî kurdan (ku gotinên pêşiyan ji ber dizanin û çîrokên xwe ligser peyvê ava dikin)?

Di vê pêvajoya provayan de jî hewldana me ew bû ku di her karakterekî de em li mirovekî xwe geriyan. Sanchoyê me kî ye, Dulsîneaya me kî ye, Don Kîxotê me kurdan kî ye û yekî çawa ye? Ji bo min Don Kîxotî çûyîna li dû dilê xwe ye. Klameke Şakiro heye dibêje “nizanim balîfa min kevir be tenê dilê rezîl bi dil be”. Don Kîxot jî ew kesê ku di vê gotina Şakiro de, li dû xeyala xwe diçe. Ya Sancho jî hinekî ev e. Sancho û Don Kîxot dema digihêjin hev hinekî tiştekî cuda ne jî. Wek fikriyata yewnana antîk de çawa ku fikrê Dionysosî ( xwedawendê keyf, şereb, eşq û dansê ye) û Apollon (Xwedawendê hizrê, teorî û mantiqê ye) heye. Îcar li gor vê yekê jî hema insan jî di navbera her du aliyan de diçûn û dihatin. Bi gotina Geothe ev her dû serî ango fikr di dilê her insanî de dikin pirtepirt. Dilek li pey xeyalan diçe dilê din jî dibêje na ez ê rakevim. Yanî bi kurtasî di nava her mirovekî de Sanchoyek û Don Kîxotek heye. Mesela mirov di ciwaniya xwe de Sanchoyê xwe pir îhmal dikin. Em dibêjin hewce ye raketin tune be, em her bimeşin û bimeşin, hizirandin tune ye. Yanî hem pêdiviya me bi Sancho hem jî Don Kîxotekî heye.

Helbet ne tesadûfeke ku lihevkirinek wek Sancho Panza- kal û pîrên me were kirin. Mirov dikare di karakterên klasîk de gelek minakên ku çanda wan dişibe hev bibîne. Niha tu bi çavekî civakî lê binêrî ew jî tê de heye. Em dikarin bibêjin ku Sancho karakterekî me yê ji kalên kurd e, karekterekî ji gel e, dixwaze li zar û zêçên xwe mêze bike, li zevîyên xwe muhafazakariyê bike. Lê ligel vê yekê jî dide dû Don Kîxot û dikeve ser rêyan. Di berhemên ez çêdikim de dixwazim ku her bînerek tiştekî cuda jê fam bike û her kesek li gor xwe, li gor civaka xwe û li gor kesayeta xwe encamekî jê derîne. Yanî hewce ye bîner jî xwe di lîstikê de bibîne da ku ji dikê tev lê bibe.

 Mijareke din jî ew e ku gelo qerekterên jinan ên di Don Kîşotê de li gor karakterên Shakespeare, Molîere, Darîo Fo û hwd. di asteke çawa de ne?

Ya rastî ne di astek baş de ne mixabin. Ev lîstikên berê yên klasîk, di romanên klasîk û berhemên klasîk de em dikarin bibêjin ku karakterên jinan tim di asteke xirab de ango ji rêzê, bi mêzandineke teng hatine nîşandan. Hema mirov dikare bibêje ku di gelek berhemên klasîk de û bi taybetî jî di yên Shakespeare de nedurûstiyek heye di vê mijarê de. Nêrîn û helwestên ku ji aqilmendiya mêrane derketine holê, hene. Mînak Macbeth, Leydî Macbeth mirov dibêje qey serboriya Adem û Hawa ye. Macbeth pîr û pak e û ji ber jinekî bûye kujer. Ev nêzîkatiya di klasîkên berê de di ya Cervantesî de jî heye. Ya rastî ev jî mijareke ku mirov bi serê xwe bigire dest. Belkî min di serî de Don Kîxot hinekî wisa îdealîze kir lê belê aliyekî Don Kîxot heye ku tarî ye. Don Kîxot wek Siyabend e. Tenê ne lehengekî pîr û pak e. Humanîst e. Ji bo mirovan dikeve rê lê pir caran aqimendiya ku ew bi kar tîne aqilmendiyeke mêrane ye. Niha ev yek di nav çanda me de jî heye her çiqas ku di van rojên dawî de hinekî kêm bûbe jî hê heye û didome. Mêrê kurd, mêrê egîd te digo qey tenê mêr di nav civaka kurd de hene, navê jinan nedihate gotin. Hema qehremanî ya mêran e, ceng a mêran e rola jinan a di wê qehremaniyê de jî tenê avêtina laçika spî ye ku şer dide sekinandin.

Vêca di meselaya Don Kîxot de carinan qehremaniyeke bêsebeb û bêtişt dike. Kesayeta Don Kîxot binketinê jî qebûl nake. Mînak Don Kîxot dikeve erdê û dibêje ez mirim. Ketina erdê ji mirinê xirabtir dibîne an jî wek têkçûyînê dihesibîne. Yekî wek Don Kîxot çawa dê bikeve erdê! Vê yekê qebûl nake. Helbet ev çanda aqilmendiya mêrane ye. Don Kîxot çanda mêrekî ye jî helbet. Hewce ye em vê yekê jî ji bîr nekin.

Ferhat Keskîn kî ye?

Derhêner Ferhadê Feqî (Ferhat Keskîn) di sala 1967’an li Çewligê hatiye dinê. Zaroktiya wî li Çewlig û Stenbolê derbas bûye û piştre jî berê xwe daye Almanyayê.Têkiliya wî ya bi şanoyê re li Almanyayê dest pê dike.  koma “Teatira Botan” saz dike. Ji 1992’an heta 2006’an, weke lîstikvanê şanogeriyê di “Theater an der Ruhr” de cih digire. Di 2006’an de li Duhokê lîstika bi navê “Şahiya Xwînî” û di 2008’an de li Amedê lîstika Azîz Nesîn “Yaşar ne Heye ne Tune ye” derdixe ser sehneyê.