Thursday, June 24, 2021

Dorîs Lessîng: Nivîskareke serhildêr û sofîstîke

Nivîskara îngiliz Dorîs Lessîng bi çîrok, roman û nivîsên xwe ve berdevkê sedsala 20’î bû. Dibe ku em Dorîs zêde nas nakin lê wê em nas dikirin û haya wê ji me hebû. Haypêhebûneke wisa kurt lê belê xurt bû.

Li Kurdistanê ji dayîk bû

Nivîskar û xelatgira Nobelê Dorîs Lessîng di 22’ê cotmeha 1919’an de wekî zaroka malbateke îngiliz li Kirmanşaha Kurdistanê ji dayîk bû. Bavê wê di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de ji lingekî xwe qop mabû. Bavê wê ji bo di bankaya împeratoriyê ya îngilizan de bixebite berê xwe dabû Kirmanşahê. Dorîsê di bîranînên xwe de wiha behsa mala wan a Kirmanşahê bikira: “Kirmanşah bajarekî qedîm yê bazirganiyê bû û di salê 1980’yî de ji ber şerê Îran û Iraqê gelek deverên wî hatibûn wêrankirin. Mala me ya ji kevirên mezin hatibû çêkirin li zozanekî bû ku çiyayên wê bi berfê hatibû xemilandin.”

Jin û jîneke serhildêr

Zarokatiya Dorîs di navbera xweşî û êşê de diçû û dihat. Piştî demekê malbatê ji Kirmanşahê koçî Rodezyaya Başûr Afrîkayê (Zîmbabweyê) kir. Piştî demekê Dorîs li paytexta wî çaxî Salîsburyê di dibistaneke katolîk de dest bi perwerdeya xwe dike. Dorîs jineke serhildêr bû, hemû şûn û şopên jiyaneke serhildêr li ser wê civiyabûn. Wisa jî Dorîsa ezîz xwe ji hemû qeyd  û bendên serdest, mêrane dadiweşand. Hê di 15 saliya xwe de ji malê cihê bû. Dema bû bist salî du zarok li ber pêşa wê bûn. Dorîs ji bo zewacê wiha digot: “Ev nifşeke jinan heye, tu dibêjî qey dema zarokên wan çêdibin jiyana wan radiweste û naherike êdî. Ber vê piraniya wan jinan nevrotîk bûn, lewra ew di nîveka nakokiyeke civakî de dijiyan.” Bi rastî jî Dorîs hem wekî jinekê hem jî wekî nivîskarekê ji gelek jinan û nivîskarên mayîn azadtir bû. Azadtir dibêjim, lewma Dorîsa delal tu carî xwe neçarî mêrekî û pergaleke wiha kujende nekir.

Wê xwe ji holê ranekir

Wê di heyama zewaca xwe de hest kir ku ev zewaca wê ne bi dilê wê ye. Her wiha wê hest pê kir ku ev zewac dê wê tune bike, dê wê di kesekî an jî çend kesine din de -ku jê re malbat dihat gotin- hepis bike û hemû nîşaneyên heyîna wê ji holê rake. Ji ber vê yekê wê malbata xwe terikand, wê xwe ji malbata xwe û poşmaniya xwe rizgar kir. Lê Dorîs piştî demekê di nav Koma Pirtûkên Çepgiran de cih girt û wê Gottfried Lessîng nas kir. Pê re zewicî û lawekî wan çêbû. Di 1949’an de bi lawê xwe re li Londonê bi cih bû û di sala 1954’an de wê bi temamî dev ji bizava komînîst berda.

Wê berhema xwe ya ewil Giya Distrên di 1949’an de nivîsî û wekî nivîskareke profesyonel wê dest bi serboriya xwe ya nivîskariyê kir.

Rexneya hunerî û edebiyateke alternatîf

Honaka Dorîs heta bêjî otobiyografîk e û ji serhatiyên wê yên li Afrîkayê sûd werdigire. Di berhemên wê de bîranînên zarokatiyê, endîşeyên siyasî û civakî, berberiya çandî, bêdadiya newekheviyên nijadî, têkoşîna kesayet a li beramberî xwe û nakokiyên kesayetî cih digirtin. Wê di çîrok û romanên xwe de li ser dagirkeriya li Afrîkayê û li ser paşxaneya serdestiya yên spî yên li Afrîkayê dîmenine pir serkeftî xêz dikirin. Li gorî wê çanda spiyên serdest çandeke bêweç û sitewr bû, nediafirand, tenê dihêra û dimezaxt.

Dorîsê di berhemên xwe yên Zarên Tundiyê de û Lênûska Zêrîn de teknîkên nû yên edebî, sentezeke baş a teknîkî ceriband û bi ser ket. Erê wê di bîldungsromanê de serkeftina xwe dabû nîşan lê serkeftin û mavdariya wê bêhtir ji berhemên wê yên wêrek bû. Dorîs keseke wêrek bû, berhemên wê hê wêrektir bûn.

Femînîzm, sofîzm û honaka zanistî

Ji ber bergeha wê ya femînen a di edebiyatê de hin rexne hatin kirin elbet. Lê belê wê fikrên xwe li ser bingeheke zexm dabû rûniştandin, wê rewşa ruhî ya jinan û ya mêran çak derbirîbû. Wê bi berhema xwe ya Lênûska Zêrîn dest bi peydakirina vê derûniya şexsî ya lehengan kiribû. Lê piştî demekê wê çarçoveya bergeha xwe firehtir kir û ki ser honaka zanistî hûr bû. Wê hêdî hêdî ji xwe re bingeha “honaka nav-fezayî” lê kir û fanteziyên kozmîk li ser berz kir. Dîmenên xewnan, rehendên mayîn û bernameyên jiyaneke (hebûneke) berztir pêşkêşî xwendevanan kir.

Di salên 1960’î de wê berê xwe da mîstîsîzma sofîtiyê; li ser perisîna hiş, rizgariya takekesî, çarenûsa takekesî û civakî cîhaneke nû afirand. Wê di vê pêvajoyê de ji Îdrîs Shah (yek ji zanayên mezin yê cîhana sofîzmê) gelek sûd wergirt.

Hozaneke sirgûnkirî ya Nobelê

Dorîs hozana ber dilê jinan bû û tim li ser kêşeyên heyî yên jinan diponijî. Dorîs di sala 1956’an de ji ber raman û rexneyên xwe yên beramberî desthilatiya Afrîkaya Başûr bi zorê ji welat hatibû derxistin. Di sala 1995’an de ji bo keça xwe û neviyên xwe bibîne vegeriya Afrîkaya Başûr. Li welatê ku 40 sal berê jê hatibû sirgûnkirin bi çepikan hat pêşwazîkirin.

Xelatên ku Dorîs wergirtine pir zêde ne û bi jimartinê jî naqedin bi Xwedê. Lê mirov dikare bêyî dudilî û bê guman bibêje ku di hemû xelatên herî navdar de navê wê derbas bûye. Gelek caran ji bo Nobelê hat pêşniyazkirin lê wê di sala 2007’an de wekî xelatgira herî pîr xelata Nobelê wergirt.

Şikeste an jî bîra cîhanekê

Yek ji berhema Dorîs Lessîng a herî navdar Şikeste ye. Ev berhem di eslê xwe de rêzeberhem e û ji 5 pirtûkan pêk tê. Li ser navê Arşîvên Kanopûsî yên li Argosê hatiye honandin, lê belê bi navê Şikeste navdar bûye. Ev berhemeke honaka zanistî ye û Şikeste navê cîhanê ye. Di berhemê de behsa împaratoriyeke galaktîk û seferên wan ên li beramberî Şikesteyê tê kirin. Li Şikesteyê peyamber an jî  qasid hene û ew ji destpêka jiyana organîk heta derketina mirovan hemû pêvajoyê raçav dikin. Her wiha ew Şikesteyê ji cîhaneke bi navê Şammat ya împeratoriya Puttiorayê diparêzin. Şikeste bûye navenda şerê Kanopûs û Şammat. Di berhemê de perisîna mirov, dîroka dînan, şerên cîhanî, xelayan, dîroka gerdûnî bi giştî ji hişê Dorîs yê newaze dinizile. Şikeste hem arşîva duhê hem jî rêbera sibehê ye.

Dorîsê di hevpeyvîneke xwe de wiha behsa Şikesteyê dikir: “Arşîvên Kanopûs yên li Argosê pir dihatin xwendin; heta wisa lê hat ku wê dînek da destpêkirin. Xwendevanan zen kir ku Şikeste rasteqîn e û li Amerîkayê komûnek hat avakirin. Wan ji min re dinivîsî û wiha digotin, ‘ka Xweda dê kîngê bên serdana me’. Her çiqas min got ev kozmolojî nîne ev lihevanîn û rikibandinek e jî wan digot, ‘tu henekan bi me dikî.’ Her wiha gelek kes ji romanên min ên realîst aciz bûbûn.” Şikeste li cîhanê bûbû daxwaza cîhaneke nû. Ursuluya ezîz û gewre dê ji bo Şikesteyê bigota ‘ev berhem gewhereke nemir e’.