spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Dorpêça li ser herêmê plana Rûsyayê ye’

Bi şoreşa li rojavayê Kurdistanê ya sala 2012’an re, herêm ji her alî ve hat dorpêçkirin. Li aliyekî hikûmeta Şamê li aliyê din dewleta tirk deriyên xwe yên bi herêmê re girtin. 

Hikûmeta Şamê nahêle bi taybetî madeyên sereke yên mîna xwarin, sotemenî, derman û alavên tenduristiyê derbasî herêmê bibin. Hikûmetê demên dawî dorpêça li ser herêmê dijwartir kiriye. Tenê deriyê Sêmalka yê bi başûrê Kurdistanê re vekirî ma ku ew jî car carna ji aliyê rêvebiriya herêmê ve tê girtin.

Îmad Dawûd

Hevserokê Desteya Aborî ya Herêma Efrînê Îmad Dawûd têkildarî mijarê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re axivî. Dawûd destpêkê destnîşan kir ku dorpêça li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên Şehbayê hatiye ferzkirin, di çarçoveya planên Rûsya, dewleta tirk û Îranê de ne ku bi giştî li dijî Sûriyeyê û bi taybetî herêmên Rêveberiya Xweser in.  

Îmad Dawûd diyar kir ku dorpêça li ser herêmê, ne tiştekî nû ye û wiha got: “Hikûmeta Şamê dorpêç di tîrmeha 2020’an de zêde kir. Nahêle ku kel û pel, madeyên xwarinê, derman û pêwîstiyên tenduristiyê, derbasî herêmê bibin û ev yek li welatiyan dibe barekî giran.”

Plana têkbirina Xweseriya Demokratîk

Dawûd anî ziman ku dorpêç bi taybet piştî binketina komîteya destûrê û lidarxistina Astanayê ya dawîn dijwartir bû û wiha domand: “Piştre planeke din a alternatîf meşandin, ew jî têkbirina projeya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku bi rêya zêdekirina dorpêça ji aliyê hikûmeta Şamê ve û êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê li ser herêmê ye.”

‘Dixwzin rejîma Baasê ferz bikin’

Dawûd bal kişand ser siyaseta hevpar a di navbera dewleta tirk û hikûmeta Şamê de ku bi navbeykariya Rûsyayê li dijî projeya demokaratîk pêk tê û wiha lê zêde kir: “Bi vê yekê dixwazin rejîma Baasê ya kevin li ser herêmê ferz bikin ku ji bo berjewendiyên Rûsya, dewleta tirk û Îranê ye.”

Têkildarî encama vê siyasetê Dawûd got ku piştî pêkanîna ‘Qanûna Qeyser’ li ser Sûriyeyê, bi taybetî rewşa Sûriyê ya aborî de pir xirab bûye û ji ber kêmbûna nirxê lîreyê Sûriyeyê, zêdebûna buhayên kel û pelan, madeyên xwarinê, pêdiviyên sereke êdî civak nikare debara xwe bike.  

Bang li rêxistinên navneteweyî kir

Hevserokê Desteya Aborî ya Herêma Efrînê Îmad Dawûd herî dawî de bang li hikûma Sûriyeyê kir da ku dev ji siyaseta xwe ya dorpeça aborî berde û her wiha bang li rêxistinên navneteweyî kir ku bi awayekî lezgîn destwerdanê li hikûmeta Şamê bikin ku dev ji siyaseta xwe ya li dijî gelê Sûriyeyê berde.