Sunday, December 5, 2021

‘Dostên ji paradîgmaya Ocalan bawer dikin tev li Keştiya Azadiyê bûn’

Keştiya Azadiyê di 9’ê mijdarê de ji Yewmenîstanê bi rê ket û îro gihişt Napolî. Beşdarên meşê dixwazin fikrên Ocalan bi dinyayê bidin bihîstin û doza azadkirina wî jî xurttir bikin. Înîsiyatîfa ji Abdullah Ocalan re Azadî, bi navê “Êdî wext e – Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Aştî” kampanya dabû destpêkirin. Ji Almanya, Fransa, Swîsre, Brezîlya, Spanya, Swêd, Yewnanistan, Îtalya û Îngilîstanê, akademîsyen, hunermend, nivîskar, parêzvanên aştiyê, nûnerên tevgera jinan û aktîvîst li Keştiya Azadiyê suwar bûn. Keştî ji bendera Lavrio derket rê û îro gihişt bendera Napoliyê. Îro (12 Mijdar) salvegera 23´yan a çûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Îtalyayê ye.

Siyasetmedara kurd Besîme Konca ku yek ji rêwiya keştiyê bû çavdêriyên xwe parve kirin. Konca, anî ziman ku çalakî ji aliyê Înîsiyatifa “Êdî dema wê hat, Ji Abdulla Ocalana re Azadî ji Kurdistanê re Aştî,” hat li darxistin û wiha got: “Înîsiyatifa Ji Ocalan re Azadî demek dirêje li gelek welatên cîhanê çalakiyên cuda li dar dixin. Dem bi dem kampanyayan li dar dixin. Keştiya Azadiyê jî yek ji van çalakiyan e. Înîsiyatifê anî ziman ku ev meş jî yek ji perçeyê van çalakiyan e. Di 9’ê Cotmeha 1998’an de Rêber Ocalan bi komployek navdewletî ji Sûriyeyê hat derxistin. Lê Rêber Ocalan ji bo pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk çareser bike û aştiyek mayinde bi dest bixe, derketina welatên Ewrolayê tercîh kir.”

Siyasetmedar Besîme Konca, bal kişand ser rotaya Keştiya Azadiyê ya ji Yewmenîstanê ber bi Îtalyayê jî û wiha axivî: “Rêber Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998 de bi dawetiya siyasetmedar û dostên Yewmenî hat Yewmenîstanê. Lê hikûmeta Yewmenîstanê ji ber perçeyekî komplo bû, hişt ku Rêber Ocalan ji Yewmenîstanê derkeve. Ev yek bû sedem ku gelê Yewmenîstanê bertek nîşanî hikûmeta Yewmenîstanê bide û hikûmetê rexne bike. Gelê Yewmenîstanê bi gelê kurd û Rêber Ocalan re ket nava piştevaniyek pir xurt. Ji ber vê yekê çalakiya keştiyê ji vir dest pê kir û ev gelek girînge. Çalakî di 12’ê mijdarê de yanî îro li Bendera Napolî ya Îtalyayê bi dawî dibe. Wateya vê yekê jî rêwîtiya Rêber Ocalan di 12’ê mijdarê (îro) bi dawî bû û derbasî Romayê bû.”

Kesên beşdarî keştiyê bûn, fikrên Ocalan dinivîsin û parve dikin

Konca, bi bîr xist ku ji ber îşkence û tecrîda li Îmraliyê hêj didome, hêzên ku 23 sal berê komplo pêş xistin hêj li ser heman ferasetê ne û wiha lê zêde kir: “Ji ber polîtîka didome em tenê li dijî tecrîdê ranabin. Girîng e ku em azadiya Ocalan têxin rojeva cîhanê. Armanca vê çalakiyê em azadiya Ocalan bikin rojeva gelan. Di çalakiya Keştiya Azadiyê de em bi tu astengiyan re rû bi rû neman. Em li bajarê Lavrion ê Yewmenîstanê bi coş û eleqeyek mezin hatin pêşwazîkirin. Ji gelek welatan nasnameyên cuda hene. Mirovên xwedî têkoşîn û cerebeyên cuda hene. Çalakiya me 4 rojan berdewam kir. Van kesên beşdarî rêwîtiya keştiyê bûn; bi salan in li welatên xwe di çarçoveya paradîgmaya Rêber Ocalan de niqaşan dikin. Nivîsan dinivîsin. Xebatan dikin.  Dostên Ocalan û kurdan in. Kesên demokrat, rewşenbir, sosyalist, antîfaşîst, ekolojîst, femînîst, siyasetmedar, hunermend, rojnameger in.”

Nasnameyên cuda nîşan dide ku fikrên Ocalan li cîhanê belav bûye

Konca diyar kir ku li ser dawetiya “Înîsiyatifa Ji Ocaalan re Azadî”  tev li vê çalakiyê bû û wiha berdewam kir: “Çalakî û bernameyên ku balê dikişînin ser komploya navdewletî, bêhiqûqiya tecrîdê û sûcê mirovehiyê ku li Kurdistanê pêş dikeve, li gelek welatan tê li darxistin. Çalakiya keştiyê jî yek ji van çalakiyan bû. Ji gelek welatan hatin tev li vê çalakiyê bûn. Ji ber ku fikr û paragmaya Rêber Ocalan a Modernîteya Demokratîk, Ekolojîk, Demkoratîk û Azadiya Jinê li cîhanê tê qebûlkirin û pejirandin ji welatên cîhanê tên tev li vê çalakiyê dibin. Fikrên Ocalan ji bo hemû kesên li dijî Modernîteya Kapîtalîst bûye hevî û bawerî. Bi taybetî berxwedana di 10 salên dawî de li Rojava pêş dikevin,  avakirina jiyana nû, ji bo gelê kurd û dostên Rêber Ocalan gelek girîn e. Kesên ji fikr û felsefeya Ocalan bawer dike, hemû çalakiyên ku ji bo azadiya Ocalan tê lidarxistin, wekî çalakiya ji bo xwe dibînin û tev li van çalakiyan dibin. “

Partiyên siyasî û rêxistinên civakî eleqeyek germ nîşanî wan da

Konca, bal kişand ser roja yekemîn a çalakiyê û wiha pêde çû: “Di roja ewil de me li Atinayê bi komên şandeyan partiyên siyasî, rêxistinên civakî, sendikayên kedê re hevdîtin kir. Di  van serdanan de piştevaniya xwe anîn ziman. Di panelên hatin li darxistin de jî tecrîda li ser Rêber Ocalan, bêhiqûqiya li zindanan hatin nihaşkirin. Dagirkeriya başûrê Kurdistanê, Rojava, bikaranîna çekên kimyewî hatin niqaşkirin. Dîsa li ser paradîgmaya Modernîteya Demokratik, atadiya jinê niqaş hatin kirin.”

Konca, herî dawî destnîşan kir ku eleqeya jinan a li hemberî wan gelek zêde bû û wiha got: “Di roja ewil a Yewmenîstanê de eleqeya çapemeniyê pir bû. Di rêwîtiya keştiyê de panel hatin lidarxistin. Xebatên çandî û hunerî hatin lidarxistin. Piştî rêwîtiyê dê dîsa li ser Azadiya Ocalan panel  bêne lidarxistin. Ev çalakî dê li vir li Napolî bi dawî bibe. Ez difikirim ku Înîsîyatifa Ji Ocalan re Azadî  bi heman hişyariyê ji bo Azadiya Ocalan xebatên xwe berdewam bike.”