spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Doza Kobanê: Parêzeran salon terk kirin

Piştî 6 sal û 3 mehan ji ber çalakiyên 6-8’ê cotmehê yên li dijî êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser Kobanê, Hevserokên Giştî yên berê HDP Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de der barê 108 kesan de doz hatibû vekirin. Di dozê de 28 kes girtî tên darizandin.

Danişîna dozê ya ewil, îro li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê dîtin. Doz bi astengkirina HDP’yî û qedexekirinên rojnamegeran dest pê kir. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan jî di nav de HDP’yiyên ku xwestin beriya danişînê daxuyanî bidin ji aliyê polisan ve hatin astengkirin.  

Polis û leşkerên ku destûr nedan HDP’î li ber Girtîgeha Sîncanê daxuyanî bidin, piştî saetekê ji koma ku li dijî HDP’ê dûrişm berz kir û daxuyanî da re dengê xwe dernexistin.  

Polisan mudaxeleyî çapemeniyê kir

Beriya danişîna ewil a Doza Kobanê polîsan mudaxeleyî çapemeniyê jî kir. Polîsên ku nehiştin çapemenî dîmenan bikişîne, anîn ziman ku ji bo pêkanîna taybet a li dijî nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) ji midurên xwe ferman girtine. Nûçegihanên me yên xwestin dîmenan bikişînin û nûçeyan binivîsin bi zora polîsan ji pêş girtîgehê hatin dûrxistin. Polîsan bi awayekî fîzîkî tundî li nûçegihanên me Dîren Yûrtsever û Selman Guzelyuz kirin.  

Polîsan ji nûçegihanên me yên li dijî vê pêkanînê derketin re wiha gotin: “Me ji midurê xwe ferman girtî ye, em ê nehêlin ku Ajansa Mezopotamyayê li vir be.” Parêzerên ajansa me wê derbarê polîsên ku tundî li nûçegihanên me kirin û ew astengkirin de gilî bikin. 

Dadgehê bi nîqaşan dest pê kir

Danişîna Doza Kobanê ku 28 jê girtî 108 siyasetmedarê têde tên darizandin dest pê kir. Di navbera heyeta dadgehê û parêzeran de nîqaş derket. Parêzeran xwest ku hemû parêzerên li derve tên rawestandin bikevin salona danişînê. Serokê Dadgehê bi hinceta pandemiyê got ku wê hejmarek parêzer bigirin salonê. Li hember vê yekê jî parêzeran bertek nîşan dan û tev li danişînê nebûn û salon terk kirin. Li gel vê yekê jî Serokê dadgehê bi tespîkirina nasnemayan berdewam kir.  

Siyasetmedarên girtî bersiv nedan serokê dadgehê

Siyasetmedarên girtî Bulent Parmaksiz, Alp Altinors, Gunay Kubîlay, Nezîr Çakan, Mesût Bagçik, Zekî Çelîk, Ayşe Yagci, Bîrcan Yorûlmaz, Dîlek Yagli, Emîne Ayna, Emîne Beyza Ustun, Pervîn Odûncû, Sîbel Akdenîz, Ayla Akat Ata ku navê hat xwendin dengê xwe dernexistin. Li ser SEGBÎS’ê jî siyasetmedarên girtî deng dernexistin û bersiv nedan serokê dadgehê.  

Bi çepikan dadgeh şermezar kirin

Siyasetmedarên girtî li ser SEGBÎS’ê bi çepikan çalakiyê şermezarkirinê li dar dixin.  Parêzeran jî bi çepikan heyeta dadgehê şermezar kirin û li meseyan dan.  Nîqaşa di navbera heyeta dadgehê û parêzeran de didome.  Parêzerên Wezareta Tenduristiyê, rayedarên Wezareta Karên Hundir, parêzerên Yasîn Boru, parêzerên  AKP û Hur Dava’yê û parêzerên Miduriyeta Giştî ya Polisan jî li danişînê amade bûn. 

parêzeran dirûşme avêtin

Parêzerên ku salon terk kirî dan zanîn ku heya hemû parêzeran negirin hûndir, ew ê tev li danişînê nebin. Parêzerên ji salonê derketin, derbarê vê yekê de li ber deriyê salona danişînê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniya ku bi lêxistina çepikan û berzkirina dirûşmeya “Parastin bêdeng nebû, wê bêdeng nebe” destpêkir.